Peyama Barzanî ya Newroza îsal, peyama kesê yekem ê vî welatî bû û bêtir ku berê wî li civaka Kurdistanê be, nameyeke vekirî bo Nûrî Malikî û hikûmeta niha ya Bexdayê bû. Barzanî berî ku vê peyamê bixwîne, bi berpirsên YNKê û Goran re şêwir kiribû, digel ku peyama wî bo hinekan ji wan sûprîz jî bû.

Barzanî berî ku vê peyamê belav bike, li gor agahiyan xwestibû partiyên Kurdistanî kom bike, lê pê re negihabû, lewma civîna wî ligel partiyên Kurdistanî `Goran ne di nav de` ket piştî peyama wî û berî serdana wî ya derve, lê li gor agahiyan Barzanî berî ku peyama xwe ya Newrozê belav bike, pêwendî ligel Noşîrwan Mistefa kiribû, qala naveroka peyama xwe jê re kiribû. Di heman demê de pêwendî ligel cîgirê sekreterê YNKê û serokê hikûmetê Dr. Berhem Salih jî kiribû, her lewma karvedana medyaya nêzîkî Dr. Berhem ji medyaya YNKê cuda bû.

Gelek kesan xwest wiha nîşan bidin ku peyama Noşîrwan Mistefa, cureke ji bersivdana peyama Barzanî, lê min wisa nedît, çiku berê peyaman cuda bû; peyama Barzanî bêtir ku berê wê li raya giştî ya Kurdistanê be, peyamek bû bo Malikî û lîderên ereb ku piştî çend rojan li Bexdayê civiyan da ku serê xwe bi erebçîtiya Iraqê bilind bikin. Peyamek bo Malikî bû ku nikare tenê bifire.

Ji sedî sed berê peyama Noşîrwan Mistefa li raya giştî ya Kurdistanê bû û nexwest li derveyî karwên bimîne, yanî digel ku nehat dijayetiya gotinên Barzanî bike, lê li ser hemû tiştan `lê`yek danî!

Çima Barzanî gihişt wê rawestgehê ku vê peyamê bide? Wiha vekirî Malikî gunehbar bike û wî wek zordest binav bike?

Peyama Barzanî encama komîserhevbûna kêşeyên qada siyasî ya Iraqê ye, çi wek beşê erebî û çi yên girêdayî ne bi Herêma Kurdistanê, ev jî di bingeh de bi wê çewtiyê ve girêdayî ye ku kurd bi xwe çi di dema nivîsandina destûrê de û çi dû re rastî hatin. Niha ku gilî li wê yekê tê kirin qaşo li Bexda desthilateke navendî heye û guh nade hevbeşî û federaliyê, bingeha wê di wê yekê de ye ku li Iraqê li gor destûr, hikûmet federe ye ne ku welatê Iraqê, yanî pêkhateyeke Iraqê ya federe nîne û tenê hikûmeta wê federe ye! Durûtiyek di nasnameya Iraqê de heye. Gava bihuştî Cewher Namiq di 2005an de bi çend gotaran di rojnameya Xebat de, dikir hawar û fîxan ku tiştek ji kurdan re di destûrê de nîne û Iraq ku wî wek El-Iraq binav dikir, nake welatekî federe, wê çaxê zanibû û pêşbînî kiribû ku digihe vir, ka dezgeh û saziyên federe yên Iraqê? Ka ew cihên ku gava nakokî dirust dibe di navbera herêman de divê xwe lê bigirin da ku nakokiyan çareser bike? Ew dezgehên destûrî yên federe kîjan in ku dikarin zêdegaviyên serokwezîr û serokkomar zeft bikin?

Iraq di bingeh de ne federe ye, ya ku niha Herêma Kurdistanê jî tê de dijî, konfedere ye ligel Bexda, ne ku Malikî her kesekî din li Bexdayê here ser kursî ji Malikî baştir nabe. Ereb heya niha di bingeh de ne baweriya wan bi hevbeşiyê heye û ne jî bi federaliyê. Ger em bi ereban re li Iraqê şirîk bûna, wiha nedibû wek niha. Hemû hewldana ereban ew e bosteke din ji xaka kurdan li ser xaka Iraqê zêde bike, çiku xaka ku vêga kurd li ser dijîn wek ji destdayî wesf dikin.

Yanî pêwist e kurd xwe ji hemû egeran re amade bikin, guhdariya nameya Barzanî bikin û amade bin ku rojekê dewleta serbixwe îlan bikin, guhdariya peyama Noşîrwan Mistefa bikin û bingeha vê dewletê amade bikin. 

 

Rêbwar Kerîm Welî/Rûdaw

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: