Polîtîk

Axavtina serok Barzanî li peymangeha Waşîngtonê

Li Peymangeha Wasşîngton ya siyaseta Rojhilata Nêzîk, Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û têda tîşk xiste li ser rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê. Piştî pêşkêş kirina gotara xwe, serok Barzanî bersîva hejmarek pirsiyarên amadevanan ya sebaret bi rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê û armanca serdana xwe ya Amerîkayê da. 

Di bersîva pirsiyarekî Peymangeha Waşington ya Siyaseta Rojhilata Nêzîk, sebaret bi helwesta Amerîka beramber bi Iraq û Herêma Kurdistanê, serok Barzanî ragihand ku serokê Amerîka û cîgirê wî tekez li ser wê yekê kirin ku ew pabendin bi Iraqekî demokratîk û federalî û firehalî. Her wiha pabendin bi Herêma Kurdistan û xelkê Kurdistanê. Her wiha serok Barzanî got: 

Em tu demek li pey tolhildanê neketîne, em dixwazin rûpeleke nû li gel hemû aliyan vekîn û herdem me hewl ji bo aramiya asayîşê daye. Her ji bo wê yekê gelek ji welatên biyanî bi berdewamî hewla wê yekê didin ku pêwendiyên bazirganî û veberhênanê li Herêma Kurdistanê de encam bidin. 

Di derbarê pêşketinên Herêma Kurdistanê jî serok Barzanî tîşk xiste li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê bi berdewamî berev pêşveçûnê de ye û mînak jî ji bo vê rastiyê eweye ku li van deh salên derbasbûyî de heta niha asta nexwendewarî bi rêjeya sedî pencih û şeş guheriye sedî şanzdeh. 

Sebaret bi rewşa asayîşa Iraqê jî serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ji yek milyon zêdetir çekdar heye, lê belê kiryarên terorîstiyan her berdewamiya xwe heye û li rûyê siyasî ve jî niha Iraq li nav qeyranekî mezin daye. Serok Barzanî tekez li wê yekê jî kir ku ev Iraq bi xwîna xelkê Iraqê bi berhem hatiye, heta dawiyê jî bergiriyê lê dikîn. 

Di bersîva pirsiyarekî din da di derbarê destûra Iraqê, serok Barzanî got: 

Destûra Iraqê destûrekî başe, lê belê rêjeya pabendbûna bi wê destûrê gelek lawaze û li heman demî de jî me hemûyan dengê xwe ji bo wê destûrê daye û min daxwaz ji aliyên siyasî kiriye bi pêkve rûnin û rê li dûbarebûna dîktatoriyetê li vî welatî da bigrin û peymana Hewlêrê cîh bi cîh bikin. Her wiha cext jî kir eger hemû aliyek rizamendî li ser vê pêvajoyê nebû, wê demê neçarîn eger çareseriya kêşeyan neyê kirin, her yek ji me vegerîn ser raya mîlletê xwe.

 

Di bersîva pirsiyarekî serokê Peymangeha Washington ya Rojhilata Nêzîk, serok Barzanî got:

Iraq bi xwe divê çareseriya kêşeyên xwe bike, neku hêvî bibe destekî derekî.  Serdana min a ji bo vir, tu hêviyeke ji wan armancan li pişt xwe tûne, ku mebest jê hêvîbirin bê ji bo welatek bi mebesta çareserkirina kêşeyan.

Di bersîveke din de serok Barzanî got: 

Eve şeş sale soz nayên bi cîh kirin û em jî ji vê pêvajoyê bêzar bûne, ji ber ku her sozên bê kirdar didin, mînak jî ji bo vê rastiyê, xercnekirina pereyê kompanyayên biyaniyane û yasaya newft û gazê ye, her ji bo wê yekê şandina neft li Herêma Kurdistanê ya ji bo derveyê welat hatiye ragirtin. Di derbarê qeyrana Sûriye jî bi taybetî pirsa Kurd li wî welatî da, serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku bi hemû awayekî piştevaniyê li Kurdên Sûriye dike, lê belê ewe jî wê nagihînê ku li ruyê serbazî ve yan pêdana çek  hevkariya wan bikin, belku hewl ji bo wê didin bi awayeke dîblomatkariyane û aştiyane ji aliyê tu kesek ve mafên Kurdên rojava neyên binpêkirin.

Sebaret bi maddeya 140 a destûrê Iraqê, serok Barzanî rûnîkir ku bicîhkirina wê maddeyê çareseriyeke temame ji bo vê kêşeyê. Lê belê eve çend saleke Hikûmeta Iraqê bi berdewamî bi cîhkirinê radikin û em gelek ji dil ve dibêjîn navçeyên veqetandî neku navçeyên kêşe li ser, ji ber ku guman têda tûne ku ew navçe Kurdistanîne û roja çareserkirina wan jî her dihêt. 

Sebaret bi kêşeya di navbera Turkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê jî Serok Barzanî ragihand:

em herdem hewl didîn kêşeyên di navbera wan bi awayeke aştiyane bê çareser kirin neku bi şer, her demek jî ku me zanî nêzîkî şer dibin, em nabîn aliyek ji wê, belku tenê ji bo çareseriya aştiyane hewl didîn. 

Sebaret bi pirsiyarek di derbarê dest girtina komek desthilatek ji Iraqê bi destê take kesek ve, Serokê Herêmê ragihand:

Em tu demek ne li gel ewe ne ku gelek post û desthilat li destê take kesek da bê komkirin wekî wê yekê ku li Iraqê da ji aliyê hinek ji berpirsan ve dihête kirin.

Di derbarê programa atomiya Îran û bandora sizadana wê ya ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve li ser Herêma Kurdistanê ve, serok Barzanî got:

Me pê xweşe pêwendiya me li gel Îranê xweş be, lê belê ewe jî eve nagihîne ku li hemû xalan da em rêkbikevîn, ji ber ku xalên me yên cûda jî li gel wî welatî da hene, lê belê li heman demî de jî xalên hevbeşên me jî hene, lê belê em herdem pabendîn bi biryarên Encûmena Asayîşa Navdewletî.

Back to top button