Waşîngton: Serok Barzanî digle Exxon Mobîl civya
Li cihê mayîna xwe ya li Waşîngtonê Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Rêks Tîlerson serokê kompanyaya Exxon Mobil kir.
Di hevdîtinê de serokê Exxon Mobil behsa pêşketinên Herêma Kurdistanê û geşbûna wê ya aborî û bazirganiyê kir û Herêma Kurdistanê jî wekî şirîkekî bi hêzê Exxon Mobil wesif kir û rola serok Barzanî jî li wan pêşketina aborî û pîşesaziyê da bi bandorî nirxand.
Sebaret bi kar û projeyên wan jî Rêks Tîlerson wê daxuyaniya xwe ji bo serok Barzanî dûpatkir ku li 8 ê şiwata derbasbûyî li civîneke kompanyaya xwe da li New York sebaret pabendbûna Exxon Mobil bi peymanên vedîtin û derxistina neftê li gel Herêma Kurdistanê û heman demî de li Iraqê jî ragihandibû. Rêks Tîlerson dubare pabendbûna xwe ya bi wê peymana li gel Herêma Kurdistan û Iraqê jî ragihand û amadehiya kompanyaya Exxon Mobil ji bo berdewambûna karên wan ya li Herêma Kurdistanê nîşanda.
Serok Barzanî jî ji bo karên Exxon Mobil li Herêma Kurdistanê de amadehî, palpiştî û piştevaniya Herêma Kurdistanê nîşan da