Nivîsar

Nêrînên serokê Kurdistanê Mesud Barzanî tên çi wate yê

Nêrînên Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî tên çi wate ye?..

 

Îbrahîm Guçlu

Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê Mesud Barzanî di van rojên dawî de li ser qedere Kurdistanê û miletê kurd nêrînên gelek girîng, balkêş, dîrokî anîn ser zimên. Ew nêrînên xwe di heypeyvîna xwe ya rojnameya El-Şarqiya Iraqî de anî ser zimên. Hevpeyvîna wî ya di rojnameyê de gelek dirêj e. Di hevpeyvîna xwe de bi taybetî li ser pirsgirêkên dewleta federal ya Iraqê nêrînên xwe dirêj, kûr, gelek vekirî tîne ser zimên. 

Serokê Kurdistanê Barzanî di heman dem de di vê hevpeyvîna xwe de gelek aşkere diyar dike ku kurd nekêmnetewe ne, netewe ne. Di navbeyna miletê kurd, faris, tirk, ereb tu ferqek tune ye. Miletê kurd jî, bi hemû taybetiyên xwe wek ereb, faris, tirk in. Dîsa diyar dike ku hezar mixabin li Rojhilata Navîn miletê ereb jî parçebûyî ye lê xwediyê çend dewletan e. Kurdistan jî çar parçeyê lê xwediyê dewleta xwe nîn e. Li ser vê mijarê dibêje ku: “Em neteweyek in wek her neteweyeke navçeyê, ji neteweya ereb, faris, tirk û ti neteweyeke din nekêmtir in. Neteweya ereb bo çend welatana hatiye parvekirin, Kurdistan navbera çend welatekî hatiye parvekirin û rê nedan dewleta kurdî bê avakirin.” 

Pişt re li ser statuya miletan radiweste û diyar dike ku tu milet bi zorê heta heta parçebûyî namine, an jî miletek bi zorê bi miletekî din re heta heta nikare jiyana xwe bidomîne. Li dinyayê di derbarê vê pirsê du mînakên girîng nîşan dide. Ev minakan, miletê elman û çek û slovak in. 

Mesud Barzanî gelek aşkere li dijî parçebûna miletê kurd û Kurdistanê derdikeve. Daxwaz dike ku êdî ew statuya Kurdistanê û miletê kurd yê parçekirî divê ji holê rabe. Loma jî Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî dibêje: “Ew parvekirin nabe berdewam be, ti hevgirtinek bi zorê û ti parvekirinek bi zorê berdewam nabe, bo nimûne her du welatên Almanya û Çîkoslovakiya bi zorê hatine parvekirin û piştî 40 salan dîsan hev girtin, Çîk û Slovak bi zorê hevgirtin û piştî 40 salan ji hev cuda bûn.

Serokê Kurdistanê dibêje ku neteweya kurd jî divê wek her miletekî li ser qedera xwe xwediyê biryar be û miletê kurd jî yekîtiya xwe çê bike û bibe dewletek serbixwe. Ji bona vê yekê dibêje ku

“neteweya kurd rojek dê were divê yek bigire û derfet li pêş hebe biryar li ser çarenivîsa xwe bide.” 

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî ji bona yekîtiya miletê kurd û serxwebuna Kurdistanê jî, gor şertên dinyayê ya nû rêya çekdarî ne, rêya aşitî û demokratîk pêşniyar dike. Li cem vê yekê diyar dike ku miletê tirk, ereb, faris di neheqiya xwe ya li hemberî kurdan de xwediyê wîjdan bin û dest ji neheqiyê berdin, mafê çarenivîsî ya miletê kurd nas bikin. Ji bona vê jî dibêje: “Lê ez li ser tundiyê tûj nakim û baweriya min bi wê yekê nayê ku ev mafê dê bi çek û tundiyê bi dest bihê, lê divê hemû aliyek venasînê bi vê rastiyê bike, xedreke mezin a dîrokî li me hatiye kirin û divê ev gel bê însaf kirin.”

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanîı dema ku daxwaz û pêşniyar dike ku yekîtiya Kurdistanê û miletê kurd pêk bê, ji bona vê pêvajoyê wextekî jî tespît dike. Ew wexta wextek nêzik nîn e. 

Ew nêrîna jî diyar dike ku di van rojên dawî de wek hatiye diyar kirin ku Serokê Kurdistanê dê dewlat serbixwe îlan bike, ew ne tespîtek realîst bû. 

Di vê derbarê de Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî dibêje ku “niha jî ez dibêjim ew mizgînî her divê bê ragihandin, lê ez nizanim wê di jiyana min de be yan jî di jiyana nevî û nifşên piştî min de be, ev rastiyeke nabê bête nikolîkirin.” (Aknews)

Pêvajoya miletbûnê di jiyana mirovatî de di qonaxa kapîtalîzmê de dest pê kir û bi avabûna deweletên neteweyî domand. Hemû miletan gor şertan di merheleyekê de bûn xwediyê dewletên serbixwe. Heta demek hat ku gelek miletan bi hev re dewletên hevbeş yên federal ava kirin. Piştî merheleyekê jî ew dewletên federal belav bûn, her miletek xweser bûn û dewletên xwe yên serbixwe ava kirin.

Pêvajoya dewletên neteweyî di dawiya sedsalan 18-an de dest pê kir. Di sedsala 20-an de bi xûrtî domand. Di destpêka sedsala 20-an de û di navîna sedsala 20-an de bi dehan miletan dewletên xwe yên serbixwe ava kirin. An jî ji bin bandora dewletek emperyal derketin, ketin bin bandora dewletek din ya emperyal. Bi taybnetî jî di navîna sedsala 20-an de gelek milet ji bin bandora dewletên emperyal yên Rojava derketin, ketin bin bandora Împeratoriya Yekîtiya Sovyetan. 

Di sala 1989-an de wek tê zanîn ji bona mirovatî pêvajoyek û serdemek nû dest pê kir. Dawiya Şerê Sar hat. Sîstema Sosyalîst hat hilweşandin. Di vê serdemê de du pêvajoyên girîng hatin rojevê. 

Pêvajoya yekemîn, rûxandina rejîmên otoriter, faşîst, totalıter, olîgarşîk; avabûna demokrasiyê ye. Ev pêvajoya hîn dom dike. Bi taybetî jî li Rojhilata Navîn û li Afrîqayê bi Bihara Ereban, bi guhertinên rejîmên otoriter yên li Misirê, Tûnûsê, Lîbyayê û welatên din yên ereban dom dike. 

Pêvajoya duyemîn, Yekîtiya Sovyetan parçe bû, 16 miletan dewletên xwe yên serbixwe avakirin. Yûgoslavya parçe bû, 6 miletan jî li wîr dewletên xwe yên serbixwe ava kirin. Li Iraqê jî dewleta federal ava bû, Kurdistan bû herêmek federe.

Miletê Elman û Elmanya di Şerê Dinyayê ya 2-emîn de parçe bûbû, bibû du dewlet. Piştî Şerê Sar miletê alman û Elmanyayê wek Serokê Kurdistanê diyar dike yekîtiya xwe pêk anî. Çekoslovakya jî di bin nîr û hegemonyaya Yekîtiya Sovyetan de bû. Pêşî ji bin desthilatdariya Yekîtiya Sovyetan derket û serbixwe bû. Pişt re jî gelên Çek û Slovak biryar dan ku ji hevûdu biqetin, bibin du dewletên serbixwe. Di encamê de jî ev biryara pêk hat. Yemen bu dewletek.

Piştî ku Şerê Sar qediya, ji derveyî Yûgoslavyayê li Yekîtiya Sovyetan bi rêya demokratîk miletan dewletên xwe ava kirin. Elmanya bi rêya demokratîk yekîtiya xwe pêk anî û Çekoslovakya bû du dewlet.

Gelek aşkere ye ku li dinyayê ji derveyî pirsa miletê kurd pirsa milî tûne ye û dîsa ji derveyî miletê kurd, miletên xwediyê bêdewlet jî tûne ne. 

Ew him neheqiyek mezin e, him jî li dijî pîşveçûn û gûhertina dinyayê ye. Divê ev rewşa bê guhertin, kurd jî dewleta xwe ava bikin.

Serokê Kurdistanê vê rastiyê dibîne û her dem jî dîtiye. Loma jî wek her car, di van rojên dawî de jî ev rastiya, wek serokekî berpirsiyar û kurdistanî anî ser zimên.

Serokê Kurdistanê her dem ev nêrînên xwe anîne ser zimên. Lewra Serokê Kurdistanê di mafê çarenivîsiya miletê kurd de gelek zelal e. Lê di van rojên dawî de nêrînên anîne ser zimên, di demek taybet de hatin ser zimên. 

Sedemek ew e ku li Rojhilata Navîn gûhertinên gelek girîng pêk tên. Li Suriyeyê gûhertina rejîmê di rojevê de ye. Li Iraqê pirsgirêk û nekokî; şerê erebên sûnî û şîî kûr dibe. Ji bona Iraqê parçebûn di rojevê de ye.

Tê îdia kirin ku Dewleta Federal ya Iraq’ê dê bibe sê dewlet. Ez jî di vê nêrînê de me. Heta ez di wê baweriyê de me ku Emerîka û beşek dewletên herêmê û desthilatdariya Başûrê Kurdistanê jî di vê pirsê de li hevkirî ne. 

Ev yeka ji aliyê Serokê Kurdistanê de jî baş tê zanîn. Lewra ew jî yek ji berpirsiyarê Dewleta Federal ya Iraqê ye.

Ev nêrînên dawî, beriya yekîtiya Kurdistanê û miletê kurd, li Başûrê Kurdistanê avabûna dewleta kurd tîne ser zimên.

Gelo xwendevanên delal ji vê nêrînên re çi dibêjin?

 

 

Amed, 02. 04. 2012

Back to top button