Nivîsar

Pêwistiya sêwana Kurdistanî mijarek sereke ya rojevê ye

Dema pirs hilbijartin be û hesabê çûyîna Parlementoyê û niştecîbûna Enqere bê kirin, rewş diguhere. Dixweyê ev yek jî her çikas em gotubêj nekin jî, lê zaafek mezin di nava tevgera Kurd de ye.

Dara Bilek

Dixweyê li bakurê Kurdistanê taritiyek siyasî heye û  gelek aliyên siyasî û siyasetmedar , di vê tarîtiyê de li ronahiyekî digerin. Lê mixabin  piranî  siha li ser wan heyî dibe sedemek bingehîn ku ew wê ronahiya pêwîst di tariyê de nabînin. Dixweyê problema mezin a tevgera Kurd di roja me de li bakurê Kurdistanê ev e.

Eger aliyek siyasî xwe li ser xeta netewî bibîne, xwe wek tevgerek Kurd û Kurdistanî bi nav bike divê li gora wê jî tevbigere. Bê guman ev yek ne rexneyeke ji bo hemû aliyên ku xwe li ser vê rêyê dibînin, lê rexneyek mezine ku, yên xwe li ser vê rêyê didin nasandin û kar û barên din ve mijûl dibin.

Tevgera PKKê û vê yekê ve girêdayî HDP û rêxistin, dezgeh û partiyên ku bi wan ve girêdayî û herweha serdestiya wan li bakurê Kurdistanê rastiyek e. Ev tevger çi dike û çi dixwaze gelek vekirî tê dîtin. Îro di qada legal de HDP di rojevê de ye. HDP nêzikî % 10 dengê kurda digire û li gora vê jî dibe xwedî helwest û bandorek taybet. Lê HDP bi gelek vekirî xwe wek tevgerek Kurd bi nav nake û armancên xwe gelek vekirî dide xûyakirin. HDP di rêya xwe de xwedî persfektiyek siyasiye û tu pêwendiya siyaseta ku bi rêve dibe xetek netewî re tuneye û armanca sereke entegrekirina Kurdan bi Tirkiye ve ye.

Lê li vê derê keşe ne HDP û siyaseta HDPê ye. Kêşa herî mezin tênegihandina vê siyasetê ye. Partiyek yan jî rêxistinek  ku xwe li ser xeta netewî bibîne û îdia bike ku siyasetek Kurdistanî rêve dibe, divê pîvanên vê yekê jî bi cih bîne.

Li gora mercên qonaxa ku tevgera Kurd têre derbas dibe, awayê nirxandina HDPê pîvanek e. Herweha awayê ku pêkanina tifaqe kî li gel HDPê cardin pîvanek e. Lê eger hinek aliyên ji derveyê HDPê xwe heja dîlê îdeolojiyekî bibînin û li gora wê tevbigerin dê her bikevin di bin çengê HDPê de û di hilbijartinekî de Ala HDPê bihejînin û ji hemû nirxên ku xwe li ser didin nasandin ji dûr dAikevin.

Ji derveyê HDPê û Tifaqa ku di bin sêwana HDPê de pêkhatî de, gelek aliyên Kurd hene, lê mixabin heta wek vê gavê nekarîne sêwanek Kurdistanî vedin û di bin de aliyên netewî, Kurd û Kurdistanî kom bikin. Belkî jî handikapa herî mezin a Tevgera Kurd di vê qonaxê de ev e.

Ji berî niha demekî her dihat dîtin ku 5 partî û aliyên siyasî bi hevre daxûyanî radigihandin û di hinek bûyeran de dibûn xwedî helwest. Lê mixabin cardin eve demeke ku mirov dibîne du aliyan xwe dane aliyekî û sê ali li gel hev tevdigerin. Bê guman sê alî ne hindikin. Lê eger ew li ser rêya netewî bi israrbin û hinek pîvana û prensiba ji bo avakirina platformek Kurdistanî bi zelalî eşkere bikin dikarin gelek gavên hêja bavêjin û bibin binyata avakirina mala Kurd li ser prensîbên Kurdistanî.Herweha tê zanîn ku, ji derê van 3 aliyan jî partiytên Kurd hene û ew jî li ser xeta netewî bi israrin, herweha hinek hewldanên wan jî hene. Pêwiste ev hemû bighin hev û xwe bi hêztir bikin.

Mixabin piraniya cara pirsa avakirina platforman di dema hilbijartinan de behtir dikeve rojeve. Ev tê wateya ku platformên hilbijartina têne avakirin. Dema pirs hilbijartin be û hesabê çûyîna Parlementoyê û niştecîbûna Enqere bê kirin, rewş diguhere. Dixweyê ev yek jî her çikas em gotubêj nekin jî, lê zaafek mezin di nava tevgera Kurd de ye.

Îro me bivê nevê hegemonya HDPê li bakurê Kurdistanê heye. Lê ev ne hegemonya tevgerek Kurd yan jî Kurdistaniye. Eger tevgera azadixwaza Kurd bixwaze platformek Kurdistanî ava bike divê xwe ji bin vê hegemonyayê derêxe û hinek pîvana navbera xwe û vê hegemonya heyî de deyne û li gora wê jî tevbigere.

Aliyên ku hewldidin platformek hevbeş netewî û Kurdistanî pêkbînin û herweha yên ku behsa pêwistiyek platformek Kurdistanî dikin, divê ji berî her tiştekî xwe di vê derbarê de zelal bikin û destê xwe li deriyê hemû aliyan bidin û hewlbidin ku, kevirên binyatê deynin û ew bi xwe jî bibin riknê vê avahiyê.

Gerek platformek Kurdistanî nebe cihê meşrukirina hinek kes yan jî aliyan. Nebe cihê rikberiya siyasî û çareseriya hinek pirsgirêkên di nava rêxistina de.

Her gava ji bo avakirina platformek Kurdistanî bê avêtin, dê roj bi roj tevgera azadixwaza Kurdistanê li bakurê welatê me pêşve bibe û bibe cihê baweriya gelê Kurdistanê û hêviyên ku çilmîsîn cardin geş bike.

16.3.2022

Back to top button