PolîtîkRojev

 Pêwîst e Hikûmeta Iraqê berpirsariya xwe ya exlaqî di derbarê Helebçeyê de bi cih bîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta 34emîn salvegera tawana kîmyabarana Helebceyê, peyamek belav kir.

Peyama serokwezirê Kurdıstanê:

Di sê û sêyemîn salvegera kîmyabarana bajarê Helebceyê ji aliyê rêjîma Beis a Iraqê ve, em bejna xwe li ber şehîdên vê komkujiya hovane ditewînin û wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Helebce malbendeke girîng a ronakbîrî û warê çendîn helbestvan, nivîskar, zana û navdarên Kurdistanê ye. cihekî wê yê girîng di dil û derûniya Kurdistaniyan de heye û bûye yek sembolên herî diyar ên qurbanîdana gelê Kurdistanê ji bo gihîştina bi mafên xwe yê rewa, ji ber wê di vê boneya xemgîn de dubare dikin ku pêwîst e Hikûmeta Iraqê berpirsatiya xwe ya exlaqî di ber qerebûkirina kesûkarên şehîd, birîndar û berketiyên kîmyabarana Helebceyê û tevahiya qurbaniyên jenosydkirina gelê Kurdistanê navçeyên ziyandîtî yên din ên Kurdistanê bigire stûyê xwe û li gor madeya 132 a destûrê, wan qerebû bike û rêzê li xebat, têkoşîn û qurbanîdana xelkê Helebceyê bigire,  Ji bo ku xizmetguzariyên hêjayî pêşkêşî welatiyan bike û êş û azarên xelkê vî bajarê ezîz sivik bike.

Her çend sal in Helebce ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bûye parêzgeh, lê mixabin heta niha jî Hikûmeta Federal di asta pêwîst e wek parêzgeh serederî bi Helebceyê re nake û rêkarên parêzgarbûna wê rastî kêş û astengiyan tê.

Ji ber wê, daxwazê ji berpirsên Hikûmeta Federal dikin di zûtirîn dem de wan rêkaran temam bikin û careke din vê babetê piştguh nexin. Di heman demê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe di temamkirina pêkhateyên îdarî yên parêzgeha Helebceyê de û dê bi sazî û dezgehên hikûmetê yên din yên mayî ava bike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe bi qerzarê kesûkarên şehîdên Helebce û hemû şehîdên Kurdistanê dizane û erkê pêşîne yê Hikûmetê ye ku xizmeteke hêjayî Helebce û rûniştvanên wê yên xweşewîst bike.

Silav li giyanê pak ê şehîdên Helebce û hemû şehîdên Kurdistanê be

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Back to top button