PolîtîkRojev

Konsulxaneya Almanya qurbaniyên kîmyabarana Helebê bibîr anî

Konsulxaneya Almanya li Herêma Kurdistanê qurbaniyên kîmyabarana Helebcê bibîr anî.

Konsulxaneya Almanya li Hewlêrê bi helkefta sî û çaremîn salvegera kîmyabarana Helebcê bi kurdî peyamek belav kir. Peyama konsulxanê wiha ye:

Di êrişa hovane ya 16 Adara 1988 de ku ji aliyê rêjîma Beis ve bi çekên kîmyayî hat kirin, hezaran jin û zarok û zilamên bê guneh hatin kuştin û birîndar bûn. Em di 34 saliya vê êrişê de qurbaniyan bibîr tînin û bi tundî bikaranîna çekên kîmyayî şermezar dikin.

Back to top button