PolîtîkRojev

Helebçe ji bîr neke !

Li başûrê Kurdistanê, bajarê Helepçe, roja 16 yê sala 1988’an da, bi tevkuştineke dirindehî alaya miroyetîyê serberjêr ket.

Balafırên rejima faşist a Baasê, bi fermana Saddam Huseynê xwînrêj, bombeyên kimyayîyên jehrîbar bi ser bajarê Helepçe ve barana mirinê reşandin. Li encamê de, nêzîkê heft hezar Kurdê navçe hatin kuştin, ji deh hezaran zêdetir kes birindar bun û pênc hezar mal û avahî hatin hilweşandin û kawil kirin. Ev tevkûjî bi navê “Qetlîama Helepçe” kete dirokê.

Hê jî li Helepçe birîna bedena bi dehan kesî sax nebûye. Ew birînên nesax, wek şahid û delîlê wê tevkuştinê ne.

Saddam hemû daxwazîyên Kurdan bi dirindehî û xwinrêjî bersîv dikir. Saddam ji alîyek ve bi dewleta Îranê re şereke tund û dijwar dikir, di heman hal de jî, Kurdistanê bombebaran dikir.

Rejima faşist a Baasê, bi navê ENFALê, seferberîyek birêve dibir ku ew yek tenê ji kuştina Kurdan berîte bu.

Rejima nîjatperest Iraqê, ji bo gelên Iraqê, welat kiribu gola xwînê.

Di seferberîya Enfalê de 182 hezar Kurd hatin kuştin. Heşt hezar kes ji binemala Barzanîyan li berîya Besrayê bi saxî hatin binax kirin, bi dehan gund ji nexşeyan xera bun, pênç hezar mal hatin xera kirin.

Kurdistan bi destê faşistan bu goristaneke mezin.

Sala 1988’an demek bu kû mirovayetî tevizî bu, bêdeng mabu.

Qeleçoya Helepçe ne tenê ji bo Kurda, her wiha ji bo hemu mirovayetîyê drameke mezin bu.

Rejima nîjatperest û dirinde bi dehan keçên sêwî û bêkesmahîyên Kurd bi belge û ewraqên fermî wek “carîye” firotibu dewletên Erab, bi taybetî jî dewleta Mısirê. Ev wehşetek bêhempa bu.

Libîre ku rejima Kemalist a Turkîyê jî, di salên 1937-38’an de, bi fermana Mistefa Kemal li Dersîmê ji bo tedîp kirina Kurdên Dêrsimê, dest bi tevkujîyek mezin kiribu. Balafirên Dewletê navçe bombebaran kiribun û bi deh hezaran Kurd kuştibun. Rejima Kemalist a Turk jî, wê demê keçîkên biçûkên bêkesmayî, dabu serbazan û pênasa wan winda kiribu.

Qedera wan keçikên ku ji bo wan “Keçikên bindawên Dêrsimê” tê gotin û qedera “Keçên Enfalê” her wekî hevin.

Ya herî giring ew bu ku civaka navnetewî, derdorên mirovhez û parêzgerên mafê mirovan, rêxistina Netewên Yekbuyî, Konseya Ewlekarîyê a Netewên Yekbuyî, Federasyona Rusya, NATO, DYE (Emerika), Ewrupa, sazîyên mirovperwer û aştîxwaz beramber bi karesata Halebçe bêdeng mabun. Ji xeynî İsrail, tu dewletek cîhanê vê karesatê ne anî rojevê û riswa nekir.

Pirsgireka Kurdan îro jî, li İran û Suriye û Turkîyê, hê jî berdewame. Zordestî û dijwarî û tundî niha jî, li rojava û rojhilat û bakûrê Kurdistanê didome.

Divê were zanîn ku ev rê û şêwazên xwindar ne çarene ji bo çareserkirina pirsa Kurdî.

Çareserî bi rêya demokratîk û mirovî, di şertên şahisteyî, wekhevî û dadmendî de ye û lazime pirsgireka Kurdan bi aştîyane were çareserkirin.

Divê, ji iro û pê ve baş were zanîn ku heta pirsgireka Kurdan bi şêwazek aştîyane çareser nebe, aştî û ewlehî nayê Rojhilata Navîn.

Sed heyf û mixabin ku di serdema nu de, Kurd hê jî, ji mafên xwe yên sereke yê mirovayetîyê bêparin.

Kurd ji 50 milyonan zêdetirin û li ser erd û axa xwe hê jî, wek bîyanîyan dijîn, bê dewletin û qedera wan di destê rejimên nîjatperest de ye.

Dîyare ev zilm û zordestî ta ebed nameşe. Çare nîne zordestên navçe, rojekî her wekî Saddam Huseyn û Kimyasal Elî, wê, werin ber dadigehê û wê hesaba kiryarên xweyên qirêj, yek bi yek bidin.

Çare nîne zordestî wê hilweşe. Azadî û serxwebun serkeve.

Em wekî Partîya Maf û Azadîyan / HAKPAR, hemu tevkûjîyên dirinde bi tûndî şermezar dikin.

Bi vê minasebetê em Halepçe careke din bibîr tînin.

Helepçe jibîr neke, nekaribe jibîr bike û nede jibîr kirin.

Helepçe jibîr naçe.

NİVSÎNGEHA RAGEYANDİN Û ÇAPEMENÎYÊ A
PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR

Back to top button