PolîtîkRojev

Em qetlîama Helebçe ji bîr nakin

34’e mîn salvegera Qetlîama Helepçe ya kû di 16’ê Adarê 1988´an de ji terefê diktatör Seddam Hüseyin li hêmber gelê Kurd hat pêkanîn .

Bi hezaran zarok, jin,mêr, kal û pîr hatin qetilkirin û bi hezaran jî brîndar çêbun.

Her wiha bi deh hezaran kes jî ji ber êrîşên kîmyewî seqet man.

Qetlîama Helepçe li ber çavên temamê dinyayê wehşetekî mezin hat kirin.

Qetlîama Helepçe di dîroka de wekî Hîroşîma êrîşeke herî wehşîyane cîhê xwe girt.

Qetlîamê wekî Helepçe bi sedsalanê ji terefê dijmin û dagêrkerê Kurdistanê li hêber milletê Kurdê mazlum tê karanîn.

Niha jî dewleta İranê ya terorîst û qatîl dixwaze, mîna qatil Saddam li başurê Kurdistanê komkujiyan bike.

Dîroka 16‘ê Adara 1988‘an di rûpelên dîrokê yên zilmê de cihê xwe girtî.

Çawa kû Qetlîma Helepçe û evê ku qetlîamê kiriye,îro ji teref însanetîyê bi kîn û nefret tên bîranîn, her wiha zilma diktatörên Dewletên dagirkerên Kurdistanê jî wê werê bîranîn.

Daxwazîya min ji Rehman ewe ku aqîbeta hemû Dîktatorân jî wekî a zalîm Seddam be.

Her wiha em qetlîama Helepçe û hemû qetlîamê li dijê mazluman bi tûndî şermezar dikin. Bijî dojeh ji bo zaliman.

Bijî yekîtî û azadîya gelê Kurd

Serokê Giştî

PÎK -Partiya Îslamiya Kurdistan

Hikmet Serbilind

Back to top button