Nivîsar

Pêwîstiya BDP û PKK bi stratejîyeke nû heye.

Rojnamevan Mehmet Ali Bîrand di nivîseke xwe de ku di rojnameta tirkî Hurriyetê de weşandieye, behsa siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê a li hember tekoşîna serbazî li dijî PKKê û kampaniya girtina endamê KCKê dike û dinivîse:

– Ji aliyekî dewlet li dijî PKKê tekoşîna leşkerî encam dide û ji alieyî din jî li bajaran li dijî KCKê kampaniya girtin û binçavkirina encam dide û rojnamevan, siysetmedar û rewşanbîran zîndanî dike, ev yek jî daxistian devê bi milyonan kesan e. Ew kampniya li dijî KCKê tê encam dan, ew peyameke ji bo xelkê wan devaran ku hûn jî her li çiya bin tu rêyên din tu ne.

Bîrand di nivîsa xwe de dibêje ku girtin û binçavkirina rojnamevan, siysasetmedar û rewşanbîran tu fêdeyê nade hikûmetê, bi tenê dê ziyanê bide û PKKê jî bihêz bike:

– Ez di wê baweriyê deme ku girtina wê katagoriya min behis kirî, li şûna fêydê, ziyanê dide û PKKê jî bihêz dike. Tu fêdeya wê tu ne. Eger wezareta navxwe ew pilan danaye, bila baş hizira xwe di wê pilanê de bike.

Rojnamevanê navborî di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje ku dive BDP û PKK jî siyaseta xwe di berçavan re derbas bikin û helwestekî nû ji bo xwe diyar bikin:

– Pêwîste BDP û PKK jî danîşin û siyaseta xwe di berîçavan re derbas bikin û helwestekî nû ji xwe re diyar bikin. Ez yek ji wan kesan im ku baweriyê bi danûstandina digel BDPê li parlamentoyê dikare pirsa kurd bê çareser kirin. Ez rexneyê li Dewletê jî digirim, lê dive BDP û PKK jî stratejyeke nû ji xwe diyar bikin.

Rojevakurd

Back to top button