Civak

Îhtimale ku ev hestî yê dema dadgehên istiqlalê bin

Parlementerê Diyarbekirê yê Ak Partiyê Galip Ensarioglu li ser kolandinên Deriyê Serayê û hestiyên ji bin erdê derdikevin ji televizyonek taybet re axivî. Kanal a Haberturk di v  derbarê de hevpeyvînek li gel Ensarîoglu kir.

Galip Ensarîoglu di derbarê hestiyên ku li derdora zindana berê û baregehê kevin a JITEM-ê yê di nava sûrhên Diyarbekirê de dîtinên xwedi bernameyek taybet de gotin.

Di vê derbarê de Ensarîoglu got: Niha ev kelox û hestiyên derdikevin dixweyê gelekî kevnin. Wek tê zanin ji sala 1880-ê ev avahiya kevin wek zindana Diyarbekir bû. Ev heta salên 70-î berdewam kir. Li vê derê dadgehên istiqlalê vekirin û bi navbera salên 1910-ê heta 1925-ê bi hezaran insan hatin girtin û bi awayek hovane hatin idam kirin. Îhtimalek mezin e ku ev hestiyên niha ji bin axê derdikevin yên wan kesên ku wê demê de hatibin idam kirin û kuştin.

Di berdewambûna axavtina xwe de Ensarîoglu got: Salên 90-î ev der wek baregeha JITEM-ê bû. Eger ev hestî yên kesên di dema salên 90-î de bûna gerek cilên wan li ser wan hebûna. Ji ber ku JITEMÊ xelk dukiştin û tevî cilûbergên wan binax dikiran. Bê goman dema ez dibêjim ihtimala ku ev hestî yên dema dadgehên istiklalê ne , ev nayê wê wateyê ku JITEM-ê xelk nekuştine. Lê dixweyê ev hestî ji salên 90-î kevintirin.

Ensarîoglu da kifşkirin ku; ev ne wek cihê tirbane, ev wek cihê gora komkujiyê ye. Ji ber ku xelkek hatiye kuştin û hemû di cihekide weşartine. Niha lêkolîn li ser hestiyan têne kirin. Piştî lêkolînên zanyarê dê bête zanîn ku ev hestî yê kîjan demîne.

Rojevakurd

Back to top button