Pêwîste hemû aliyek li rûbirûbûna terorîstan hemaheng bin
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Bergirî yê Iraqê ya bi wekalet kir
Îro în 10.01.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Se’dun El Dilêmî Wezîrê Bergirî yê Iraqê ya bi wekalet û şandekî li gel kir.
Li vê hevdîtinê de ku Babekir Zêbarî Serok Erkanê Artêşa Iraqê û hejmarek berpirsên artêşa Iraqê amade bûn, Wezîrê Bergirî yê Iraqê ya bi wekalet bi dûr û dirêjî behsa kêşeyan û qeyrana siyasî û emnî ya parêzgeha Enbarê kir û Serok Barzanî li pêşketinên dawî ya emnî û serbaziyên parêzgeha Enbar û hewlên artêşê û Wezareta Bergirî ya vegerandina asayîş û aramiya li vê deverê de agahdar kir.
Li beranber de Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste hemû aliyek li rûbirûbûna terorîstan hemaheng bin û hevkariya hevdû bikin. Serok Barzanî li vê hevdîtinê de balkişand li ser wê yekê ku pêwîste bi navê derbasbûna Iraqê ji qeyran û metirsiyan û her wiha vegerandina aramî rêya diyalogê li gel hoz û aliyên parêzgeha Enbarê li ber bê girtin.