Polîtîk

Biden û Barzanî rewşa Iraqê nirxandin

Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendî bi Serokê Herêma Kurdistanê re kir

Şeva pênçşemê 09.01.2014 birêz Joe Biden Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendî bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.

Li vê peywendiya telefoniyê de pêşkatinên dawî ya emnî û siyasiyên Iraqê hatin nirxandin û her dû alî palpiştiya xwe ji bo hewla hevbeşa aliyên siyasiyên Iraq û Serok hozên parêzgeha El Enbar û serkirdeyên herêmê li dijî hêzên terorîstan dûpat kir û tekez li wê yekê kirin ku pêwîste rêya diyalogê bibê amrazek ji bo çareserkirina kêşeyên siyasiyên Iraqê. 

Li vê peywendiyê de behsa peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê jî kirin û bi pêwîst zanîn ku ew danustandinên hatiye destpêkirin û her wiha serdana şandan li navbera her dû aliyan de berdewam bibê ji bo wê yekê ku ew hevdû tênegihiştinên di derbarê meseleya şandina neftê hatiye holê bi hevbeşî li navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqa Federal de bêne çareser kirin.

Li beranber de Serok Barzanî amadehiya xwe nîşanda ku wekî hemû carek hewlên xwe yên li gel serkirdeyên siyasiyên Iraqê bixe holê bo ku Iraq ji vê qeyran û girjiya niha rizgar bibê. Her li vê peywendiyê de Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka piştgiriya xwe ji bo Iraqa Federala yekgirtî û destûra wê dûpat kir.

 

Back to top button