Nivîsar

PKK: Kurmê şîrî heta pîrî

Hilbijartinên heremî li Tirkiyê nêzîk dibin. Bi vê ve girêdayî hem şerê PKK û AKP hem jî şerê AKP û Cemaeta Gulen her ku diçe gur dibe; bi giranî nîqaşên li ser desthilatdarî, mizakere û hevdîtinên bi İmraliyê  berdewam in. Wek tê zanin, berî hilbijartinan hertim behsa aştî û mizakereyan tê kirin. Tê kirin û tê destpêkirin da ku hilbijartin bi aramî derbas bibin. Berî hilbijartinan û di dema hilbijartinan de hinek sozên xweş tên dan, peyv û gotinên xweş tên kirin. Lê piştî hilbijartin temam bûn, êdî seyra berê dest pê dike, bêhna şer û êrîşan dîsa difûre.

Alîyek din jî ev e ku, rewşa rojavayê Kurdistanê bûye sebebê  şerekî din yê di navbera AKP û PKK, PKK û rexistinên rojavayê Kurdistanê. Rûdanên li rojavayê Kurdistanê (binxetê) rojeva Kurdan û Tirkiyê germ kiriye. Pêşketin û tifaqa Kurdên Sûrîyê, nîşanên têkçûna Beşar Esed û xurtbûna destketinên Kurdên Sûrîyê, çavê hinek alîyan tirsandiye, ditirsîne. Bi taybet dewleta Tirk ji destketinên Kurdên Sûrîyê çavtirsandî bûye û ditirse ku Kurdên binxetê jî wek Kurdên başûr bibin xwedîyê statuyek xurt. Herçiqas PYD jî wek PKK “Xweserîya Demokratîk” ‘’Herêmê Kanton’’  dixwaze û doza federasyon yan serxwebûnê nake jî, lê herkes zane ku yekîtîya rêxistin û partîyên rojava bi alîkarî û bandora serok Barzanî hatiye pêkanîn û bandora Barzanî û PDK jî li ser Kurdên Sûrîyê pir e. Heke ne ji hewldana serok Barzanî bûya, belkî niha partîyên Kurd şerê hev jî bikira û xwîna hev jî birijanda. Lê serok Barzanî rê li ber şerê birakujîyê girt, rêxistin û partîyên Kurdên rojava anîn ba hev û rêbazek bi wan da îmzekirin. Lê çi hikmet be ev rastî û helwesta malbata Barzanîyan ji alî PKK û çapemenîya wê ve tê berevajîkirin û PDK wek alîgir û hevkarê AKP û dewleta Tirk tê nîşandan.
 
Berî demekê ajansa ANF (ku ajansa PKK ye) belgeyek sexte weşand û îddîa kir ku xwedêgiravî Amerîka, Îsraîl, Tirkiye, hikûmeta Kurdistanê (PDK) û rêxistinên Kurdên rojava yên ji derveyî PDY ji bo têkbirina PYD li Hewlêrê civînek nehênî kirine û biryar dane ku PYD ji holê rakin. ANF û senarîstên vê ajansê helwest û hewldanên serok Barzanî yên ku partîyên Kurdên rojava kirin yek binpê kir, ji bîr kir û înkar kir. Heke birastî hikûmeta Kurdistanê têkbirina PYD ji xwe re kiriba armanc, çima wê partîyên Kurdên rojava banîna cem hev, çima wê rê li ber şerê brakujîyê bigirta? Heke PDK û malbata Barzanî di paraztina berjewendîyên Kurd û Kurdistanî de ne zîz û hesas bûna, PYD jî di nav de çima wê bibûna alîkarê yekîtîya wan û damezirandina Civata Bilind a Kurdên Sûrîyê?

Bi ser evqas hewldan, dilpakî û xêrxwazîya malbata Barzanî, 08.01.2014 de dîsa di malpera PKK ê ya bi nave Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê de, bi navê Rêzan Çiyayî nivîsek pir dijwar, nivîsek rûreşî û dijminatî li dijî PDK,  Barzanîyan û Hewldana Partiyeke Kurdistanî hat nivîsandin. Binerin: http://www.lekolin.org/haber-3871-PDK-BAKUR-WE-CI-BIKE.html Di vê nivîsandinê de PDK  rasterast wek şirîk û hevparê AKP û Hewldana Partiyek Kurdistanî jî wek hewldanek bi îcazet tê destnîşankirin.

PDK û dostên PDKê jî di refê dijminande tên dîtin. Wa xuyaye dilê Rêzan Çiyayî bi boxtanên li dij PDK û rêzdar serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî rehet nebûye, Hewldana Partiyeke Kurdistanî jî kiriye aletî boxtanên xwe yê qirêj. Rêzan Çiyayî,  çi dibêje bila bêje, kurmê şîrî heta pîrî ye. Îdeolojî û rêbaza PKK a berî salên 80 î çi bû, îro jî ew e. Her tiştî bi xwe dest pê dike û li gora berjewendîyên xwe diparzinîne. Çi li hesabê wan bê baş e, çi li hesabê wan neyê xirab e, tirşikçîtî û xayintî ye. Kî hevalê wan be baş e, pêxember e, kî ne hevalê wan be tirşikçî, xayîn û noker e. Mixabin ev siyaseta dijminkar îro jî ji teref qelemşorên mîna Rêzan Çiyayî û Ferda Çetîn ê  go heqaretên qirêj li seydayê İsmaİl Beşîkçî kirin, berdewam e. Tam jî di vê niqtê de, divê PKK baş zanibe ku, bi çavsorî û boxtanan nikare nîfaqê têxe nav partî û saziyên Kurdistanî.
 
Rêzan Çiyayî û PKK jî baş zane ku Hewldana Partiyeke Kurdistanî ne hewldaneke go siyaseta bi îcazet bike. HPK, di deklarasyona xwe de pir bi zelalî aniye ser zimên ku wê ne li ser dijminnatiya ti partiyan dest bi karê avakirina partiyeke Kurdîstanî kiriye, û mesafa di navbera partiyên Kurdistanî de li gor berjewendiyên gelên Kurdistanê yan nêzîk yan jî dûrî xwe dibîne.
 
Her çiqas PKKê di serî de xwîna welatparêzên Bakurê Kurdistanê û dûre jî ya PDK û malbata Barzanî rijandibe jî, wan der û doran tucarî bi çavê dijminatî li PKK nenerîne. PKK di dema xwe de, bi program şerê PDK ê  kir  û xwîna bi sedan pêşmergeyan rijand. Bi ser vê çavsoriyê de jî, PDK û siyaseta malbata Barzanî bi çavê “partîyek Kurd û Kurdistanî” nêzîkî PKK bûye û her xêra wê xwestiye. PDK û Barzanî îro jî heman helwestê li beramber PKK dimeşînin. Ji bo xwîna xort û keçên Kurd zêdetir neyê rijandin, bi her awayî dixwazin bibin alîkarê rawestandina şer û çareserkirina şerê navbera AKP û PKK, PKK û Kurdên perçeyên din yên Kurdistanê.

Alîyek din ê meselê jî ev e: Başûrê Kurdistanê ber bi dewletbûnê ve diçe. PDK di vê pêşveçûnê de rola sereke dilîze. Di warê aborî de di navbera Tirkiyê û herêma Kurdistanê de hevgirêdanek xurt heye. Di navbera herdu dewletan de bi milyar dolaran bazirganî tê kirin. Herêma Kurdistanê hem ji bo Tirkiyê, hem ji bo PKK, hem ji bo herêmê û dewletên dinyayê cîhê pêbawerî û cazîbê ye.

Bi taybet siyaset, helwest û kesayetîya serok Barzanî êdî ji alî herkesî ve tê pejirandin, tê rêzgirtin û pêbawerkirin. Ji herkesî zêdetir garantorî û qasidîya herêma Kurdistanê wê aştî û lihevhatinek bingehîn di navbera Tirkiyê û PKK de pêk bîne. Heke birastî herdu alî AKP û PKK aştîyê dixwazin û bixwazin ew aştî li ser bingehek rasteqîn û bi garantorîyek saxlem pêk bê, garantorîya herî maqûl û pêbawer herêma Kurdistan, PDK û Barzanî ne. Ji ber ku PDK û Barzanî di herêmê de hêza herî xurt û mayende ne, hêza herî pêbawer û xwedî erk in, wê garantorîya wan ne zirar lê kar û fêdeyek mezin be. Divê ev pêşniyaz bi taybet ji alî PKK ve baş bê nirxandin, baş bê pîvandin û divê PKK baş zanibe ku PDK ne dijmin lê dostê wan e, dostê berjewendîyên Kurd û Kurdistanê ne. Divê PKK dev ji dostaniya dewletên dagirker berde û bi Kurdistaniyan re dost û hevalbendiyê bike.

Nûrî Çelîk

Back to top button