Nivîsar

Rastiyeke dîrokî

 

  
Zübeyir Yıldırım, Gülser Yıldırım û Bajaré Mérdîn ê.
PÎROZBARÎYEK Û RASTÎYEKE DÎROKΠ  

Di navbera salén 1965-1971 ê da Zubeyir Axa (Yıldırım), Berpirsyaré Heréma Mérdîné yé Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkiya yé bu; ku ev réxistin 11 yé Tirmeya 1965é li bajaré Amedé ji terefé me 5 kesan va hatibû avakirin.

Mesûlé réxistina vé herémé hevalé me yé Damezranér û Azayé Koma Navkom Emer Turhané rehmetî bû. Emer, Mérdîn, Nisérbîn û Kızıltepe (Kosor) li ser desté Zibeyîr Axa da tenzîmkirin. Hevalén wî yén di tenzîmé da ku bi me ra hatine girtin ji Nisérbîné Şikrî Alpergin. Mela Mehmed Sıddık Gül û Zibeyir Yıldırım  û ji Kızıltepe Mela Nezir Aydın û Mela Eladdin Laçin  5 kes bûn.

Sala 1968é di 19 yé Manga 1é da (19.01.1968) Operasyonek ji terefé MİT é va li dar ket. Di wé şevé da li Amed, Kızıltepe, Nisérbîn, Farqîn, Tetwan û Batmané da avétine ser malén me. Ji Heréma Mérdîné 4 kesan girtin,  Zubeyr Yıldırım xwe da alî, piştî çend rojan wî jî girtin anîne Girtîgeha Amedé ba me. Em 11 girtî 5 jî ji derva 16 kes hatine darizandin û hemuyan bi 3 sal sirgûn, 3 sal hepis ceza xwarin. Tené cezayé Rehmetiyé Seid Elçi ji yé me zédetir bû. Ji ber ku ew ji 49’yan bû. Girtina wî ya siyasî dûbare û cezayé keké Seîd  girantir bi bû… Qanun û hiqûq û edaleta Tirkan waha ye. Navé vé jî Cihuriyeta Moderne.

Zubeyir Yıldırım gelek qedirşinas bû û ji heddé zéde nefisbiçûk bû. Di waré ziman, wéje, folklor û çanda gelérî da xwe kifş dikira ku ji maleke ava û xanedan e.  Nedixwesta ku em jé ra béjin ‘Axa’. Di gota “- Ez ne Axa me. Ez neferim.” Digel vé jî Seid Elçî car caran jé ra digota ‘Axayé Çalé’. Ew her dikenîya. Zibeyr gava ku dikeniya; ne tené ruyé wî, çavén wî dikenîyan, dilé wî dikenîya û bi wî exlaqé xwe yé xweş dilé hemû kesî dikirî ya.

Wé demé di derheqé dîrok û sosyolojîya Kurdistané da agayîyén me kém bûn. Di gel ku partî di xeteke milli da dimeşîya, lé tesîra çepîtîyé me ji eşir û malbat û diroka Kurd dur xistibû. Wan hevalén Heréma Mérdîné gelek ji Zibeyr hez dikiran û qedré wî digirtan. Ewî jî ji hemû kesî hez dikir û di rihé xwe da merivperwer û gelek fedekar bû.

Niha heyfa min lé té ka bo çî ew 8 mangén ku em bi hevra li Hepsa Antalya razan, rojek ji rojan Zubeyr Axa behsa Sadûn Axa yé  meşhuré bapéré bab û kalén xwe  ango behsa şeré girané ku sala 1819 yé bibû tirsa dilé artéşén Osmaniyan ya di biné fermandariya Ferik Reşad Paşayé zalim nekir, belkî ku ewî jî vana nizaniya.  Di wé operasyona ku Ferik Reşad Paşa  Serfermandaré tesfîyekirina Statuyén Kurdistané  bû, ew şer bi taybet şeré ‘tedib û tenkila’ Eşireta Omeriyan Jî bû.

Zibeyr Axa ya nizaniya ango nedixwesta methé malbata xwe bik e. Em bibéjin haya me ji salén 1819 yan tinebû, gelo Ahmedé Siléman ne héja bû ku me wî nas bikir a. Ev qehreman axayé Eşîra Omeryan bû. Ewî û giregirén eşîré xwe di ber mileté xwe da feda kiribûn û bibûne dîrok. Lé dîrok ne xema Kurdan e. Em Kurd ji çîrokan béhtir hez dikin, lewra xwînméjén me her bi çîrokan me dixapîn in. Ew me dixapînin û em jî xwe dixapîn in.

Rehmetîyé Zibeyr bi tené dixwesta ku rojek bibe Péşmergeyé welat. Ew aşıqé Şeré Péşmergan bû. Carek min jé ra got: “- Zibeyr Axa, di operasyoné da bo çî te xwe da alî, gelo raste ku dibéjin canén axaleran şîrîne, nazik e.” Keniya. Got: “- Min xwest ez herim bighéjime Şorişé, ji xeyrî şer, dijmin naçe der, lé wan bébaban min girtin anîne hepsé. Hepis mektebe, tecrûbe ye, çewa hebî em hé géncin, wé ew roj jî bén.”

MİTé gelek eşkence li Zibeyr kirin. Piştî ku aqilé wan ji Zibeyr nebirî, qerar dan ku bes lé biéşînin. Eşyayén wî tînin ku bidiné, polosek Not deftera wî qontrol dike ku Zibeyr Axa bi desté xwe “ Ser bide sir ne de.” Bi Kurdî nivisandî ye. Ew zalim gava vé qeydé dibînin careke din lé dizivirin heya ku ji desté wan té işkenca xwe dûbare dikin. Careke din rehmetî işkence dikin. Lé rojek min nedît ku madé wî tirş bibî. Tim bi kéf bû, dixwenda, sohbet dikira û bi hevalan ra setrenc ango dama dileyista. Gava hevalek bi hîle jé bibira jî, dikenîya û digota: “- Hema bila te ji min biribî, ma tû ne héjayî?”…

Piştî ku em hatine girtin û me dane Bajaré Antalya. Li vî welaté dûr û xerib da em 11 kes ketine nava 400 girtiyén edlî. Wan girtiyan qedré me digirtan lé em li 3 Qawîşén wan belav bibûn. Zibeyr Axa di Oltan da ku em li hewşa hepsé li tenişta hev dimeşiyan çend caran ji min ra  got: “- Ez derkevim, ezé biçime Başûr bibime Péşmerg e.” Ev yek weka ku jéra bibû hobi.

Celsa péşîn ku piştî girtina me 8 heyv û 10 rojan li Mehkema Antalya Cezayé giran  da li dar ket, em 16 kes di vé duruşmeyé da hazir bûn. Ez di sıra 2 yé da bûm. Reîs ji min pirsî got: “Te cemiyetek avakirîye ku hemû sinif û tebeqeyan bixî biné hikmé sinifék”.  Min jî got : ” – Ew dera hun jé ra dibéjin “Doğu ve Güneydoğu” ewder Kurdistan e. Li ser wé axé Kurd dijîn. Ev program ji bo mafén Kurdan hatîye çékirin û ev partî ji ber vé yeké hatîye avakirin.” Yané min xwest ku Seroké Mehkemeyé şiyar bikim, lewra dawa me ne ya sinif û tebeqan bû, dawa Kurd û Kurdistané, dawa millî, dawa azadîyé bû. Piştî me qedera xwe bi destén xwe tayîn bikira, bila karker û réncberén me jî doza xwe bimeşandan.

Ez diréj nekim, piştî berevaniya 16 kesan qediya 6 hevalén  me serbest berdan, yek ji wan jî “Axayé Çalé” Zibeyr Axa bû. Ewén ku Tahliye kirin di péşiya me da mehkemeyé terk kirin û dageriyane hepsé. Gava em piştî wan hatine Hepsé; Zibeyir Axa valézé xwe hazir dikir a. Ewî valézé xwe  hişt û bi ber min va hat min hembézkir û got “- Gava te navé Kurdistané anî ziman, hemû muyén bedena min rabûne piyan… Ez te pîroz dikim!…”

Ji ber ku Sekreteré me Seid Elçi xebata partiyé rawestandibû û bi Dr. Seid Kırmızıtoprak ra  ketibû tékilîyé û hesaba me ya réxistinî nedikira, Zibeyr Axa û gelek endamén me di wan 3 salén dûr û diréj da ji partiyé jî, Jİ me jî sar bibûn. Ne ew tené, em jî sar bibûn.  Di hepsé da jî bi nîzîkayî dîtibûn ka em ne ewin ku vé daweyé bimeşînin û ji biné vî baré giran derkevin. Belkî hindek kes béjin “ – Ma em çewan nikarin baré Kurdistané hilgirin”. Bila ew camér li şoperéça xwe ta 40 salan méze bikin ka wî barî ji kîjan qonaxé anîne kîjan qonaxî.

Sala 1971é Min bihîst ku  Zibeyr derbazî Başûr bu ye. Di wan deman da dibe ku gihabî mirazé xwe. Mimkine ku ciyé xwe di nava péşmergeyén qehreman da girtib e. Ez ne xeletbim demek di Hepsa Musilé da ji terefé Basîyan va gelek işkence lé hate kirin. İşkence li Zibeyr Axa tesir nedikir a. Ewî mirina xwe xistibû seré xwe û kefené xwe xistibû sitwé xwe. Cara paşî di işkenceyek da pehînek li ser dilé wî yé pak û paqij ket, polosek bi seré pozé potîna xwe refsek li ser dilé vî xweşmérî xist, ew dilé ku aşiqé Kurd û kurdistané bû rawestand.

Dewleta Tirk Zibeyr ji gihande ba karwané şehîdan. Ebdilletifé birayé wî yé qehreman daxil di van 30 salén dawiyé da ji vé malbaté bi dehan şervanén azadiya Kurdistané şehîd ketin e. Bi rastî ev malbat jî weka hemû malbatén şehîdan léviya réjén xweş û rizgariya kurdistané ne.

Gava ku min Birhatinén Rehmetiyé Şerefeddin Elçi xwend ku Şerefeddin di dema qetilkirina Seid Elçi da dikevé ré ku béte Haciumrané, Zibeyr Axa digel péşmergan li Zaxo rastî wî té. Carek jî dîsa wî bi Mela Mihemedé Paloyî va li Çiyayé Cûdî dibîn é. Hema ez dibém ka piştî umida Zibeyr Axa ji me û xebata me qut bu ye,  ewî beré xwe daye Başûr. Çoye ba Serekhézek, ba Fermandarek, xwestîye bikeve biné emré şoriş é.

Şerefeddin Elçi di pirtuka xwe ya bi navé “DOĞUNUN ELÇİSİN’DEN YÜCE DİVAN’A” di pera 145é da  dibéjé “gava em weka lecneyek derbazî Zaxo bûn, xetereyek hebû ku mimkine hindek kes li péşberén me derkevin, siyaneta me bişkénin. Mela Mihemedé Paloyî û çend péşmergan nobeté li ber avayiya ku em lé dimaran girtin, ev péşmerge hemû ji Kurdistana Tirkiyé bûn û Zubeyir Yıldırım’é Nisérbînî jî di nava wan Péşmergan da bû.

Evé gotiné bala min kişand. Zibeyr bi rastî li Zaxo di nava péşmergan da ye û ew şev buye parézvané Şerefeddiné rehmetî. Şerefeddin nizané ku Zubeyr Axa Berpirsyaré Heréma Mérdîné yé PDKT yé ye. Lewra Ew, piştî çu eskeriyé eleqeyé wî ji me qut bû.

Gava ez li vé malbata axalerén Omeriyan kur dibim, dibînim ku di tû wextî da Kurd mafé Sezar nadine Sezar. Ez baş dizanim ku gava di seré sedsala 19 yé da Osmaniyan keysa xwe li Kurdan anîn û xwestin hukumet û Statuyén Kurdistané tesfiye bikin, berî her tiştî beré xwe dane Statuyén Babaniyan, Rojkiyan, Licé, Hezro, Farqîn û Eşira Omeriyen ku li doru beré Nisérbîné bûn. Ev hereket di péşiya Mîrén Soran, Botan, Hekkari û Mehmudiyan da dest pé kir. Lé berxwedana Omeriyan heya zemané Bedirxan Beg domand û piştî ku Mir Bedirxan sirgun kirin, Sadun Axa, Axa yé Eşîra Omeriyan jî, bi hevalén wî va sirgûn kirin, péşî şandine Stenbolé, paşî bi Xan Mehmudé Miksî va şandine Rusçik’a Bulgaristan  é.

Ahmedé Siléman jî piştî Lozané ku Kurdistan hate perçekirin bi malbatî binxet dibî, di efwa 1928é da dadigerin téne gundén xwe û di sala 1942 yé da ji ber Herba Umumî  careke din İsmet Paşa dest datîné ser giregir û péşkéşén Kurdan, ewén ku av bi wana germ dibî ji Kurdistané dûr dikin.

Ahmed Axa sirgun dikin davéne Bajaré Denizli, di sala 1948 é da izna sirgunan derté ku béne welaté xwe, Ehmedé Siléman di sala 1954é da di işkenceyé da weka ku sala 1985é Zubeyir Yıldırım di işkenceyé da hate şehitkirin ew jî di zemané DP’ya Menderes da téte qetilkirin û şehitkirin. Tişté ku ji vé yeké té zanîn di vé pévajoya 200 sale de ev eşir welatparéze û péşkéşén vé eşîré di tû wextî da xîreta milleté Kurd bernedan e.

Ev makale – ango ev beşa we xwend – çend rupel ji pirtûka ku min li ser navé “ Beşek ji Diroka PDKT” nivisandiye ye. Belé hé ew xebat nehatîye çapkirin . Bi minasebeta ku Parlemana me ya héja, Gulser Yıldırıma keça Zubeyr Axayé hevalé min ji hepsé hate berdan min weke birhatinek bo xwendevanan teqdîm kir.
Ez bi vé minasebeté kéfxweşiya xwe ji ber berdana 5 endam parlemanén me ku belesebeb di hepséda bûn diyar dikim û dibéjim bes bila dewleta tirk Kurdén siyasi di zindananda ésîr bigir é. Gava meriv béje ‘Aştî’  mana xwe ewe ku li ser wé daweyé kes nemîne di heps û zindanan da. Bé ku Kurd bibine dewlet, ne mimkine guneyé kedxwerén me bi me bé.

Ev dewleta ku ez dibéjim,  ya serbixwe, ya Federe ango ya hindika hindik divé otonom be. Şerté mezin û péwîst ewe ku em kanun û makezagonén xwe bi îrada xwe, li gor urf û adet û toreya xwe, bi zimané xwe û bi biryara parlementoya xwe çékin. Wé gavé ne hewceye ku em béjin: “-Emé bi zimané xwe berevanî bikin”.

Şakir Epözdemir
[email protected]

Back to top button