Pêwendiyên Kurdistan û Nemsayê pêş dikeve
Îro 22.04.2010 pênçşem birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li şandeke bilinda kompanyaya neft û xaza Nemsayî (OMV) bi Serokayetiya Dr. Uonivgang Butînsdorfîr Serokê Cihbicihkarê Kompanyayê kir.
Li hevdîtinê de Serokê Cihbicihkarê Kompanya neft û xaza Nemsayî nameyeke Serokê Nemsa Dr. Fisher radestî Serok Barzanî kir ku bi taybetî bi pêwendiya dîrokiya di navbera her du aliyan û çawayiya pêşxistina wan pêwendiyan bû.
Li beşeke dinê hevdîtinê de tîşk xistin li ser rewşa ewlehiya Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî û çawayiya pêşxistina pêwendiyê aboriyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li aliyek û welatê Nemsa li aliyeke din, Serok Barzanî xweşhaliya xwe beramber wan kar û projeyên ku kompanya neft û xaza Nemsayî li Kurdistanê encam dide derbirî.