Dosya

Qira ermenîyan, bêwijdanîya tirkan û helwêsta kurdan

Qira ermenîyan, bêwijdanîya tirkan û helwêsta kurdan

Ez rind zanim, ku dewleta tirkan di hindava ermenîyan da gelkujî pêk anîye. Û bingeha zanebûnên min jî bi dehan pirtûk, belge, fîlmên dokûmêntal, gotarên bi zimanên ermenî, kurdî û rûsî ne, ku bêwijdanî û fesadîya tirkan îzbat dikin. Bi eynî cûreyî jî tirk qebûl nakin, ku di hindava ermenîyan da çend caran gelkujî pêk anîne, ji ber ku rastî ji wan hatîye veşartin, tu pirtûkek, gotarek, fîlmek, belgeyeke bi tirkî tune, ku ew wê rastîyê bizanibin. Hela di ser da jî, gelek ”nivîsên” tirkî hene, ku tirkan rûsipî derdixin. Di vê rewşê da kesên ne ermenî û ne tirk, ku dixwezin rastîyê bizanibin û bawerîya xwe ne bi ermenîyan tînin, ne jî bi tirkan, berê xwe didine nivîs, pirtûk, belge û fîlmên biyanîyan, di nav wan da yên konsûl û baylozên, ku bi salan li Tirkîyê kar kirine, rêwî û zanyarên biyanî, ku ew gelkujî li ber çavên xwe dîtine û derheqa wan da nivîsîne, û derdikeve holê, ku tirkan ser dereceya dewletê biryar kiribû ermenîyan kokbir bike û kir: ji dawîya sedsala 19an destpêkirî heta sala 1915an ya sedsala 20an weke mîlyon û nîv ermenî qir kirin.
Tirkan xên ji ermenîyan, herwiha kesên xaçparêz yên din jî qir kirine, wek aşûrî, sûryanî, gurcî û yên din. Lema jî di gelek nivîsan da ew qira dijî xaçparêzan tê hesibandin. Lê di rastîyê da, ew qira dijî kesên ne musulman bû, ji ber ku bi eynî biryara dewleta tirkan, gelek êzdî jî hatine qirê. Û ji êzdîyan yek ji ziyankêşê tirkan jî ez im. Derheqa qira êzdîyan da ezê li jêrê behs bikim.

Tirk çawa hovîtîyên xwe dikine situyê miletên din

Berî weke 20 salan ez çûme Qersê, min seredana bajarê ermenîyan Anîyê kir, ku tirkan di wextê da binecîyên wê qir kiribûn, bajar ji binî va hilweşandibûn û wisa wek kelefe hîştibûn. Ez wê jî bêjim, ku ew yek ji paytextên Ermenîstanê bûye. Ji wan kelefeyan bîna ermenîyan dihat, li ser gelek kevirên xanîyên hedimandî xaç û herfên bi zimanê ermenî hebûn. Dû ra, dema ez bi rêberê xwe yê kurd, ku xelkê Qersê bû, ji wir derketine ser rê, çavê min li nivîseke bi tirkî ya li ser kevirê mermer ket, ku li ser rê danîbûn. Min ji rêberê hevalê xwe pirsî, ka li ser vî kevirî çi hatîye nivîsar, ewî ew nivîs ji bo min wergerand û got: li vir tê gotinê, ku ”me ev bajarê xwe wisa hilşîyayî hîştîye, ku çûyî-hatî bibînin ka çawa ermenîyan ev bajarê me hilweşandine û revîne, çûne”.
A bi vî awahî jî tirk cihanê wisa didine bawerkirin, ku dagîrkarîya perçekî Kurdistanê (herwiha Ermenîstanê û Qibrisê jî) karekî heq e, lê gava kurd hewil didin axa xwe li xwe vegerînin, ew jî neheqî ye, sêparatîzm e, têror e.

Helwêsta Gulana Avci û berxweketina hinek kurdan

Van dawîyan bi saya serê helwêsta keça kurd, parlamentar Gulana Avci Parlamêntoya Swêdê qebûl kir, ku Tirkîye di hindava ermenîyan da gelkujî pêk anîye. Ango, Gulanê karek kir, ku perdeya ber rûyê tirkan diqelêşe û rûyê wan yê reş di hindava ermenîyan da derdixe ber çavan. Sergirtî be jî, fikirek dixuliqe, ku eger miletek di hindava miletekî din barbarîyê dike, dikare wî karî dubare bike. Û tirkan ev yek îzbat kir: piştî qirkirina ermenîyan wî karî di hindava kurdan da dimeşînin.
Û Gulana Avci di axaftina xwe da herwiha gotibû, ku hinek kurd jî tevî qirkirina ermenîyan bûne û ev di axaftina wê da fikira sereke nîbû. Û çend kurdên me destpê kirin di malperan da êrîş birine ser Gulanê, ku çima wisa gotîye. Her kes zane, ku hinek begên kurdan bi helandayîna tirkan miletê kurd rakirine dijî ermenîyan û tevî qirkirina wan bûne û eva nayê veşartinê. Ew jî rast e, ku gelek begên kurdan, wek Murtulle begê Moksê, bi hezaran ermenî parastine, ji mirinê xilaz kirine.
Ya ecêb ew e, ku hinek kurdên din jî, wek doktor Nacî Kutlay, qebûl kirin, ku tilîya kurdan jî di nav qirkirina ermenîyan da heye (www.rojevakurd.com), Tosinê Reşîd ji wî jî derbaz bû û got: ”Fermanên êzdîyan piranî bi destên kurdên musulman pêk hatine” (www.yeziden.de , www.netkurd.com , www.rudaw.net), lê tu kurdekî êrîş ne bir ser van herdu kesan.
Bi bawerîya min, kesên, ku dijî Gulana Avci derdikevin, yekser piştgirîya sîyaseta Tirkîyê û tirkan ya berê jî, ya îro jî dikin û ji bo hinek heq-hesaban, xwe ber tirkan xweş dikin.

Gelo kurdên musulman kurdên êzdî jî qir kirine?

Belê! Tilîya hinek kurdên musulman di vî karî da hebûye. Ew jî zêde ji dînê musulmanîyê tê. Wî dînî wisa kirîye, ku tirk û kurd di hêla dîn da ji malbetekê ne, lê kurdên musulman û kurdên êzdî di gelek waran da dijminên hev in.
Li Ermenîstanê berî çend deh salan gelek kurdên musulman hebûn. Hema bêje hemû jî bi sebebên cuda-cuda ji Ermenîstanê derketin. Hinek di rûyê wê yekê da, ku azirî ji Ermenîstanê derdiketin û beşek ji wan di gundên azirîyan da diman û bûbûne xizmên hev, ew jî derketin. Hinek ji dest rewşa aborî, wek ku gelek ermenî û kurdên êzdî jî derketin. Lê hinek jî heta niha mane, wek Kinyazê Hemîd, ku niha serokê komela kurdên Ermenîstanê ye. Kinyaz jî çend caran hewil da ji Ermenîstanê derkeve, lê ermenîyan ne hîşt. Dibêjin, ku ermenîyan ber derê wî nobedarî dikir, ku nişkêva şev bar neke, neçe. Û Kinyaz, ku kurdê musulman e, heta niha jî li Ermenîstanê, di nav dostên xwe yên ermenî da dijî. Eger wan deman jî, dema tirkan ermenî qir dikir û êzdî jî dabûne ber şûrên xwe û hinek kurdên musulman jî tevî qira êzdîyan bûn, kurdên musulman piştgirîya birayên xwe êzdî bikirana, nehîştana ew xwe li riya mihacirîyê bigirin, îro meyê behsa vê problêmê nekira. Çiqasî ez zanim, xênji Ebdilmecît begê, tu kesî êzdî ne parastin.
Nimûneyeke wê malbeta me ye, ku di salên 1820an da bi mecbûrî ji eşîra xwe – Rojkîyan, ji warê xwe – Bîtlîsê qetîyan, hatine navçeya Dîgorê, li qeza Qersê, paşê xwe avîtine ber bexşa Rûsîyayê. Heta sala 1915an jî li Dîgorê bi dehan gundên êzdîyan hebûn û niha li wir ne gundên êzdîyan mane, ne jî êzdî. Ma ew war ne Kurdistan bû, ne kurd lê diman? Ew ji wir jî revîne Ermenîstanê, lê ji pêşîyên me gelek îdî hatibûne qirkirin. Ew jî têr ne kir, kurdekî musulmanî dîndar Teyar beg, bi sedan çeteyên xwe va da dû me, hate Ermenîstana niha, kete gundên êzdîyan yên dora çiyayê Elegezê, ew jî dane ber şûrê Muhemmed.

Kurdan ermenî qir kirine?

Di pêwendîyên ermenîyan û kurdan da gelek rûpelên geş hene û hinek rûpelên reş jî hene. Çend begên kurdan yên serserî, ku musulmanên dîndar bûn, tevî qira ermenîyan bûn. Lê jimara begên kurdan, ku ermenî parastine, ji wana gelek zêdetir bûne.
Derheqa pêwendîyên ermenîyan û kurdan da nivîskarê ermenîyayî mezin Dêrênîk Dêmîrçyan gelek xweş gotîye: ”Di pêwendîyên ermenîyan û kurdan da çi tiştên baş bûne, bi destê van herdu miletan bûye û çi tiştên xirab bûne, bi destê dijmin bûye”.

Ermenî çawa lingê tirkan kirine soleke teng

Çend sed hezar ermenîyên cihanê wisa kirin, ku qedirê Tirkîyê li cihanê gelek ket. Welatên cihanê pey hev qebûl dikin, ku tirkan di destpêka sedsalê da biryara qirkirina miletekî daye û pêk anîye. Û di vî karî da hevgirtin û aqilmendîya ermenîyan nimûneyên jêhînbûnê û çavdayînê ne. Wana bi belgeyan îzbat kir, ku hatine qirkirin.
Gelo em di hêla hevgirtinê û yekîtîya milet da çi dikin? Ezê tenê du nimûneyên van du mehên dawî qewimî bînim: 1. di Newroza Dîyarbekirê da dibêjin mîlyonek kurd berev bûbûn û bi hezaran alên ji hev cuda hilgirtibûn, bi dehan sloganên ”bijî-bijî” avîtibûn û di nav wan alan da tu aleke Kurdistanê tunebûye û tu bangawazîyek wek ”bijî Barzanî” tunebûye. 2. van rojan weke 300 hezar kurd li Dîyarbekirê Mewlûd pîroz kir. Li vir jî tu alayeke Kurdistanê tunebû, lê alaya Felestînê û yên din hebûn. Yek ji bangawazîyan di pîrozkirina Mewlûdê da ha bû: ”Her bijî Muhemmed”, yeke din jî ha bû: ”Em ne kurd in, em muhemmedî ne!”.

Îcar piştî van bûyeran ez ne dîndar bim jî, bi êzdîbûna xwe va zêde serbilind dibim. Ji ber ku gorî dînê musulmanîyê tirk ji bo kurdan helal e, ji ber ku herdu jî musulman in, lê êzdî ji bo kurdên musulman heram e, ji ber ku dînên wan ji hev cuda ne.

Têmûrê Xelîl

 

(Avestakurd)

Back to top button