Kerkûkî roja rojnemegeriya kurd pîroz kir
Îro Serokê Parlementoya Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî bi minasebeta bîranîna 112 saliya Rojnamegeriya Kurdî peyameke pîrozbahî pêşkeşî Rojnamenûsên Kurdistanê kir.
Di beşeke din ya vê peyamê de, Serokê Parlementoya Kurdistanê eşkere kiriye ku, sere xwe ji ber têkoşîna malebta Kurd perwer ya Bedirxan di tevînên ku ev şanaziya mezin a ji bo Gelê Kurd di nava Dîroka Gelê Kurd de tomar kiriye.
Her weha sere xwe ji ber tevahiya Rojnamenûsên Şehîd jî de tevênîn, ji ber ku ev Şehîdên han jî bi pênûsa xwe xizmeteke gerîng ji doza rewa ya Gelê Kurd re kirine.
Di berdewamiya peyama han de hatiye ku, Rojnamegeriya Kurdî piştî raperîna 1991an de, derbasî pêvajoyeke nû bûye û ji ber desthilata Kurdî sansor li ser Rojnamegeriya Kurdî hatiye rakirin û niha jî di siya Hikûmet û Parlementoya Kurdistanê de Rojnamegeriya Kurdî derbasî pêvajoyeke gelek girêng û baştir bûye lewre pêwîste Rojnamegeriya Kurd jî qedir û qîmeta ev destkeftên han bizane û hîn baştir xizmeta Kurd, Civaka Kurd û Dîroka Kurd bike.
KTV