Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Dû îdareyî li Kurdistanê maye û xerîke zedetir jî dibe

Hewlêr – Rûdawnet tevahiya hevpeyvîna ligel Nêçîrvan Barzanî diweşîne. Di hevpeyvînê de Barzanî behsa gelek mijarên girîng dike û bi awayekî zelal û vekirî bersiva pirsên Rûdawê dide. Barzanî, niha navnîşanê Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bikar nayîne, lê bi awayekî, wan desthilatan bikar tîne ku Serokê PDKê bo serpereştiya karûbarên Partî danê. Ew bi xwe jî di vê hevpeyvîna ligel Rûdawê de vêna dibêje.

Siyasetmedarê Kurd Nêçîrvan Barzanî, her dem bi awayekî eşkere û vekirî diaxife ku xwendevan ji hevpeyvînên wî aciz nebin. Herwiha di hevpeyvînên xwe de nerînên xwe û gelek agahiyan jî bi şêweyekî eşkere vedibêje.

 

Rûdaw: Gelo hûn beşek in di bihêzkirina peywendî û rêkeftina navbera PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, yan têkdan wek di hinek belavkerên dezgehê ragehandina YNKê de tê behskirin?

Nêçîrvan Barzanî: Di wê dema ku me kar kiriye, bi pratîk me îspat kiriye ku ez wek şexs beşek im di bihêzkirina peywendiyên navbera YNK û PDKê de, ez wêna jî di berjewendiya Kurd de dibînim. Ewa niha behsa wê tê kirin, zêdetir bi rewşa navxwe ya YNKê ve girêdayî ye ku rû daye. Bi nerîna min vêna wiha kiriye hinek ji wan navêndên YNKê wiha bifikirin ku em asteng in yan rêgirê wan peywendiyan e, lê bi rastî berevajiya wê rast e. Ez yek ji wan kes me ku dixwazim peywendiyên navbera YNK û PDKê, û hemû hêzên Kurdistanê baş bin. Ez bi xwe herdem yek ji wan kesan bûm, min hewl daye tebayî di navbera YNK û PDKê de dirûst bibe û dawî jî bihêztir bibe, ligel wê dîroka nexweş ku di navbera me herdû aliyan de hebû, min hewl daye ew nexweşî nemînin, tebayî zêdetir çêbibe, ew dem bê jibîrkirin û qerebûkirina nakokiyên navbera me. Xwîn, dem û samanê me tê de belaş çû û em di pêşketinên de rawestiyan. Wiha bizanim ew tebahiya di nav yekemîn kabîneya hikûmeta yekgirtî de piştî şerê xwînavî yê navxweyî li Kurdistanê de hebû, ku bi şanazî min serkirdayetiya danîna wê hikûmetê kir ligel herdû cîgirên xwe yên rêzdar ên ji YNKê, baştirîn şahid e li ser bîrkirin û tevgera min di wî warî de.

Dibe ku wezîrên YNKê jî berî yên PDKê wê şahidiyê ji min re bidin, herwiha xelk jî ku kabîneyeke bê şer û pirsgirêk piştî 12 sal ji hevqutbûnê dît wê şahidiyê didin. Di encama wê rewşa ku di nav YNKê de jî xuliqî, bi sedema cudabûna hinek serkirde û berpirsên wê, ji roja yekem ve nerîna min wiha bû ku divê bi wayekî rastbîn û bi aramî ligel wê rewşa nû û hêza nû danûstandin û tevger bê kirin, ew helwêst jî carna ji aliyê hinek kesan ve bi awayekî şaş û dijî berjewendiyên YNKê yan jî tevgereke berevajiya rêkevtina PDK û YNKê hat nirxandin. Lê em di warê mafê azadiya karê siyasî, parastina aramiya Kurdistanê û proseya demokrasiya Kurdistanê me ew yek rast dî û niha jî ger em bi hûrî û hêminî berê xwe bidin meselê, rastiya wê helwêstê baştir tê dîtin. Herwiha niha jî ligel wê cudahiya zêde ya jimara kursiyan ku di navbera PDK û YNKê de çêbûye, PDK bi rêkeftina stratejîk a ligel YNKê û bingehê hevbeşiyê ve girêdayî ye, ewna jî bi baweriya min helwêstekî pêwist e û divê hêzên din jî neyên paşguh kirin û di parastina destkeftên rabirdû û bidestanîna destkeftên din de jî bên beşdar kirin.

 

Rûdaw: We behsa wê yekê kir ku li ser bingehê hevbeşiyê di postan de ligel YNK dimîn, hûn hest nakin ewna binkeyê cemawerî yê PDKê nîgeran dike, jiber herdem kursiyên zêdetir bo partiyeke hevbeş ligel partiyeke din wate desthilat û postên îdarî û yên siyasî yên zêdetir?

Nêçîrvan Barzanî: Rêkeftineke me ya stratejîk ligel YNKê heye, heta ew rêkeftina me hebe em rêzê lê digrin, tişta em ligel YNKê dikin, mebesta me ne ew e ka çend kursiyên me hene û çend kursiyên wan hene,  mebesta me ew e ew karên em dikin çiqasî di berjewendiya daxwaziyên Kurd de ne, bi taybetî li Bexda. Rast e di warê zêdebûna kursiyan de PDKê gelek zêdetir anîne, lê belê heta niha PDK bi wê rêkeftinê ve girêdayî ye, û berdewam dibe bi awayekî hevbeş ligel YNKê beşdarî hikûmeta dahatû ya İraqê bibe. Bi nerîna min cemawerê PDKê ji vê rewşê têdighe, bê guman hinek gilehî jî tên kirin û em hewl didin wan gilehiyan ligel cemawerê Partî behs bikin û ji wan re zelal bikin ku tişta em dikin bo berjewendiya Kurd e.

 

Rûdaw: Li gor daxwiyaniyên hinek berpirsên rêxistin û serçaveyên YNKê ên rojnamevanî, tişta di Govara Gulan de hat belavkirin derxistina beşek ji siyaseta PDKê bû bo têkdana kabîneya şeşem, zêdetir wiha dihat ravekirin. Nerîna we li ser vêna çiye?

Nêçîrvan Barzanî: Tişta di Govara Gulan de hat belavkirin, nerîna sernivîskarê wê govarê bû ne ya PDKê, wiha bizanim daxwiyaniya Polîtburoya PDKê û nivîsîngeha min bes bûn bo wêya careke din hinek navendên YNKê axaftin û şiroveyên wiha nekin. Dawî madem bi biryara polîtburo sernivîskarê Govara Gulan hat guhertin, wêna zêdetir îspat kir ew ne siyaseta Partî ye. Mixabin hinek çapemenî û rojnamenûsên ser bi YNKê yan nêzîkê Yekîtî xwestin û dixwazin wê meselê ji qebareya wê mezintir bikinm, nabe navendên ser bi YNK û yan ewên YNK piştgiriya wan dike, careke din li ser raporta Gulan Partî bêzar bikin û divê ew babet ji rojevê derkeve. Ez dixwazim pir bi eşkere wê yekê jî bêjim ku em wek PDKê karekî rewiştî nabînin jêr bi jêr xencerê li hevpeymanê xwe din, ger tiştekî me hebe eşkere dibêjin û ji kesî şerm nakin, bawer bikin ger tiştekî me hebe bi awayekî eşkere di civînên hevbeş ên PDK û YNKê de em rasterast û rûbirû dibêjin. Ev hikûmet, hikûmeteke hevbeş di navbera me û YNKê de, em wek erkê xwe dibînin piştgiriya wê bikin. Ev piştgirî jî berdewam dibe da ew hikûmet bi awayekî tevbigere ku hikûmeteke ya hemû gelê Kurdistanê ye. Ez kabîneya şeşem wek berdewamiya kabîneya pêş wê dideynim, her wek çawa kabîneya çarem û pêncem jî ku min serokatiya wê dikir berdewamiya wanên din bûn. Herwiha PDK pêkhêner û rêveberekî serekî wê kabîneyê ye ligel YNKê û aliyên din ên beşdar, bi erkê xwe dizane hewla serkeftin û bihêzkirinê bide û emê herwiha jî bikin.

 

Rûdaw: Hinek navendên ser bi YNKê wek bi dijayetîkirina hikûmetê tohmetbar dikin, herwiha endamekî Mekteba Ragehandina YNKê bo Govara Livîn ragehandiye; ‘’nabe PDK vêna ji Nêçîrvan Barzanî qebûl bike.’’ Ew dijayetîkirina we ji aliyê wan navendên YNKê ve ji çi tê?

Nêçîrvan Barzanî: Bi rastî ez bawer nakim di berjewendiya YNKê yan Navenda Ragehandina YNKê de be ku bên dijayetiya min bikin. Ez bawer nakim her di fikrê wan de jî be. Lê ligel wêna jî, tişta li ser zimanê Endamekî Navenda Ragehandina Yekîtiyê hatiye belavkirin, bi baweriya min divabû YNK hest bi wê berpirsyaretiyê bikirda, ger wan ew axaftin nekiriye divabû derû derxin û bêjin me negotiye. Pêwist bû bi wî awayî tevbigeryana. Ez dûpat dikim ku peywendiyên min ligel biraderên YNKê bi taybetî Mam Celal, peywendiyeke baş û bihêz e. Li gor min tişta YNK û hinek navendên wê nîgeran kiriye piştî wê yekê çêbû, ku rewşeke wiha di nav YNKê de rû da û Tevgera Goran derket û me jî bi awayekî danûstandin pê re kir. Dibe ku nîgeraniya wan ji wê hebe. Vêca hincetên din bo wê meselê dibînin.

 

Rûdaw: Hûn çawa berê xwe didin wê nerîna ku niha li ba hinek endamên polîtburo, serkirdayetiya YNKê û hinek navendên Yekîtî çêbûye ku li gor wan pêwist e YNK danûstandineke nerm ligel tevgera Goran bike, wek hêzeke siyasî ya derveyê Yekîtî?

Nêçîrvan Barzanî: Divabû zûtir wan ev biryar bidana. Ewên bi vî awayî di nav YNKê de diaxifin, bi baweriya min nerîneke lojîkî û aqilane tînin ziman. Tevgera Goran hêzek e ji YNKê cuda bûye, lê li Parlamenê Kurdistanê 25 kursiyên wê hene û li Parlamenê İraqê jî 8 kursî bidest xistine, ger em dixwazin rêz li dengê wî xelkî bigrin ku dang dane wê tevgerê, bi baweriya min divê bi awayekî pir rastbîn ligel tevbigerin. Pêwist e hem PDK û hem YNK jî bi awayekî rastbîn berê xwe bidin vê tevgerê û hewl bidin peywendiyên baş ligel girêdin. Ême peywendiya me ligel hemû hizbên Kurdistanê baş e çima ligel wan baş ne.? Goran, ne PDKê ew çêkiriye û ne bi axaftina Partî jî çêbûye, lê çêbûye û rastiyek heye. Ya baş ew e peywendiyên me pê re hebin yan piştgweh bixin û bi awayekî din ligel bidinûbistînin? Bi raya min baştirîn tişt ew e ku wek her hizbeke din di Kurdistanê de ligel wan tevbigerin. YNK jî ger gihaye wê qenaetê, bi baweriya min tiştekî pir baş e.

 

Rûdaw: Hûn berê bi YNKê re axifîne bo wêya wan han bidin bi awayekî nermtir ligel Tevgera Goran tevbigerin?

Nêçîrvan Barzanî: Me her dem ew axaftin ligel YNKê kiriye, berê jî û pêş ew rewş di nav YNKê de bixulqe jû Tevgera Goran dirûst bibe, hemû axaftina me ligel şexsê Mam Celal û YNKê ew bû ku divê ew rewşa nav Yekîtî bê çareser kirin, herdem me ew han dane di danûstandinê de nerm bin. Me her wext ligel YNKê hewl daye ew rewşa di nav Yekîtî de heye, bi taybetî meseleya Tevgera Goran bê çareser kirin. Lê belê di wê demê de nerîneke biraderên YNKê ya pir xelet hebû. Baweriya biraderên YNKê ew bû ku Goran qewareyeke pir biçûk e û di hilbijartinên 25.07.2009an de pêşbînî dikirin ku kursiyên Goran 3-4 kursiyan derbas nake. Me hewl da bi wan bidin famkirin ku ev ne nerîneke rast e û qebareya wan mezintir e. Piştre derket ku zêdetir e. Axaftina me pêştir jî bo YNKê ew bû ku vê meselê di nav xwe de çareser bike, ji ber pêwistiya me bi hevpeymaniyeke bihêz bû ne lawaz. Me hewl nedaye YNKê lawaz bikin. Lê belê piştî derçûna Goran û ew hilbijartina hat kirin, bi baweriya min divabû awayê danûstandina me ligel Tevgera Goran bê guhertin. Jiber bûn hêzek li parlamen û meydana siyasî û divê em bi wan re bidinûbistînin.

 

Rûdaw: Wek PDK peywendiya we ligel gelek hizbên biçûk heye, baş e çima wek hûn jî bi pêwist dizanin, rûniştinên eşkere û dûqolî ligel Tevgera Goran nînin?

Nêçîrvan Barzanî: Di dahatû de civînên dûqolî û eşkere tên kirin. Rast e heta niha bi eşkere nebûye, lê ji niha û şûn de bi eşkere ligel Goran dicivin. Em li bendê bûn ew daxwaza mohletê bikin û bernameyê xwe pêşkêş bikin, ni wan serî li Wezareta Navxwe daye bo bibin hizib û qewareyeke siyasî. Piştî wêya mohleta Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirt wek pêkhateyekî siyasî, emê wek her hizbeke din a Kurdistanê bi awayekî fermî bi wan re bidinûbistînin û bicivin.

 

Rûdaw: Li gor hinek çavdêrên siyasî Goran, tevgereke nû xistiye nav bizava siyasî, hizbên Kurdistanê û civaka Kurdî, herwiha heta astekî girêdana hizbî li ba xelkê bihêz kiriye, parlamen jî çalak kiriye, hûn wek Partî çawa berê xwe didin rola Goran?

Nêçîrvan Barzanî: Bi raya min wek bingeh serhildana opozîsyonê li Parlamenê Kurdistanê tiştekî pir pozîtîf e. Ez vê axaftinê ne ji bo dilxweşkirinê dikim û cidî me ku hebûna opozîsyonê li parlamen dikare hevkar be bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bo desthilatê bi giştî. Divê em wê rastiyê bizanin ku hemû karên me nebaş in heta em bên bila kes rexne li me negre û di heman demê de hemû tiştên me jî ne hewqasî reş in ku carna di rojname û ragehandinê de tê nivîsîn. Lê di vê navberê de ger hikûmet yan desthilat ger herdem hest bi wê yekê bike ku aliyekî din heye çavdêriya wê dike û berê xwe dide tevgera wê, wiha lê dike bi xwe de here û kar û kirdarên xwe baş bike. Em li Kurdistanê opozîsyonê di wê çarçovê de dibînin. Ger em berê xwe bidin wê dema li parlamen kar kirine û tişta min bi xwe têbinî kiriye li ser karê wan biraderan di parlamen de, tiştekî wiha nekirine hemû tiştekî bi xirab pêşan bidin û mebesta wan ew be hemû tiştek birûxê, berevajî di gelek waran de hewl dane karên baş bikin û nerîneke baş derbirîne û bi nerîna min heta rolê wan bi vî awayî be, divê em birêz berê xwe bidinê û danûstandinê bi wan re bikin.

 

Rûdaw: Niha projeyeke Fraksyona Goran li Parlamenê Kurdistanê heye ku yasaya serokatiya herêmê bê sererastkirin, bi awayekî postê Serokê Herêma Kurdistanê yê hizbî nebe, hûn ligel vê nerînê ne?

Nêçîrvan Barzanî: Ez bawer nakim ew pirsgirêk be, di dinyayê de jî tiştekî wiha tune ku rêgirî li wê yekê bê kirin tu serokê welat û herêmekê bî û serokê partiya xwe jî bî. Ez bawer nakim di Kurdistanê de jî ew pirsgirêka me hebe ku ji ber serokê herêmê ye nabe serokê PDKê be. Bi baweriya min pêwist nake li parlamen axaftin li ser vê meselê bê kirin.

 

Rûdaw:
Berê we behsa nanbiriyên Tevgera Goran kiribû. Piştre hat gotin dema hûn serokê hikûmetê bûn nanê xelkê hatiye birîn û we dengê xwe dernexistiye. Gelo di wê demê de ku hûn serokê hikûmetê bûn hîç daxwazek ji aliyê Tevgera Goran ve hat ji we re ku bi peydeçûna wê meseleyê ve girêdayî be?

Nêçîrvan Barzanî: Dû aliyên vê meselê hene, aliyek awayê siyasî û yê din jî însanî ye. Ji aliyê însanî ve ne mqul e tu nanê kesekî bibirê ku jiyana mal û zarokên wî/ê li ser wî meaşî be ku werdigre. Beşekî din jî ew in ku endamên hizba xwe ne, ew titekî xwezayî ye. Yekû ku endamê YNKê bûye, berpirsê beşekî bûye li nav YNKê, niha jê cuda bûye, ew asayî ye û ne pirsgirêk e. Lê belê ew beşê din ku di hikûmetê de kar kirine û bi fermî meaşxwerê hikûmeta herêmê bûne, bi baweriya min nanbirîna wan pir nerewa ye ku hatiye kirin. Di dema xwe de Mam Celal û Kek Mesûd, yek ji tiştê wan ku gelekî bi cidî ligel Paul Bremer hewl didan ew bû jê re digotin nabe nabe nanê endamên Artêşa İraqê bê birîn, ji ber ev nanbirîna jin û zarokan e! Çawa dibe îro li Kurdistanê ev danûstandin bê kirin. Ev berpirsyaretiyeke mezin e û bi baweriya min ya baş divê YNK, Mam Celal bi xwe û serkirdayetiya Yekîtiyê pêdaçûneke cidî di meseleya nanbiriyan de bike. Ger bi rastî tiştê heye wiha ye, îspat bûye, wek wêya niha lijne hatiye danîn bo wêya rastiyan bizanin, bi raya min divê ew kes li cihên wan bên vegerandin û meaşê wan bê dan, ne her meaşê wan ê niha, herwiha yê pêştir jî ji wan hatiye birîn bo wan bê vegerandin.

Heta wê dema ez serokê hûkûmetê bûm, nanê yek kesî nehatiye birîn. Di serdema min de hewla dû tiştan da, yekem ew bû ku xelkê bigorin û me nehişt. Wek guhertina qeymeqam, rêveberê nehye, min nehişt bikin. Dûwem jî ewna bûn ku di nav YNKê bi xwe de wek hizib kirin, wek pêştir jî min got ewna heta astekî rê tê diçe. Lê tişta piştî hilbijartinê hat destpêkirin, wê demê ez bi dewr û teslîmê ve mijûl bûm. Ez niha jî dibêjim û dûpat dikim ku ev karekî şaş e û divê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Encûmenê Wezîran berpirsyaretiya çareserkirina vê meselê di stoyê xwe de bibînin û divê zûtirîn wext çareser bikin.

 

Rûdaw: Li Serokotiya Herêma Kurdistanê bo wê meselê lijneyek hatiye pêkanîn, lê bi giştî dema bo her tiştekî lijne hat danîn jê dilsar dibin, ji ber gelek ji lijneyan li Kurdistanê bê encam bûn, hûn ji aliyê xwe ve hewl didin da ev mesele çareser bibe?

Nêçîrvan Barzanî: Bi nerîna min serokê herêmê bi awayekî hêminane danûstandinê ligel wê dosyê kiriye. Lê divê em rasbîn bin, ger ne ji wê tevgera Serokê Herêma Kurdistanê bûye niha rewş li Silêmaniyê gelekî ber bi aloziyê ve diçû. Piştî wan civîn û tedaxula şexsî û hewl da civîn bi hemû aliyan re kir, sînorek ji wan danûstandinan re hat danîn ku li Silêmanî û wî sînorî rû dida. Wêna jî wiha kir ew girjiya li Silêmaniyê zêde neke. Danûstandina rêzdar a ligel vê dosyêr, heta niha jî tevgereke hêminaneye. Lê rast e xelk ne li benda wê yekê ye ev bi awyekî bê paşxistin û nizanibin çi bi ser hat. Ew xelk li bendê ye mafê wan li wan bê vegerandin. Lewra ew tevgera hêmin a serokê herêmê ya niha nayê wê wateyê ew dosye jibîr kiriye, berevajî pir bi cidî hewl daye vê meselê ligel YNKê jî behs bike, çareserî jê re bê dîtin û hêvîdar im di encam de çareserî jê derkeve.

 

Rûdaw: Hûn di propagandeya hilbijartinên 07.03.2010an derneketin, herçiqas berpirsyaretiya we ya hikûmî jî nebû. Niha jî hê hûn bi navê cîgirê serokê PDKê kar nakin. Cemawer û kadroyên PDKê dipirsin kengî û çawa wî karî dike, bi taybetî jî ku dibe hûn hatibin rasipardin bo serpereştiya nûkirina mekanîzma karkirina PDKê?

Nêçîrvan Barzanî: Dema ez derneketim nayê wê wateyê di propagandeya hilbijartinê de amade nebûme û min kar jê re nekiriye. Ez dibêm di vê hilbijartinê de PDK ji hizbên din zêdetir fam kiribû ku şer ne li ser deng e, lê li ser kursî ye. Wate teknîk û taktîkên hilbijartinê jî pir rol dibînin. Lewra PDKê zêdetir hewla rêxistina vê meseleyê dida da kursiyên zêdetir bidest bixe. Heta astekî ez dikarim bêjim di wî warî de serkeft. Ne tenê li Kurdistanê li ser astê İraqê jî di danîna vê stratejiyê de ji hemû hizbên din serkeftîtir bû. Ji aliyê xwe ve ez hinekî eşkere biaxifim. Bi şerefeke mezin, rêzdar serokê PDKê hem3u desthilatek daye min ku di nav Partî de wek cîgirê serok kar bikim. Heta niha min bo dû tiştan, neku bi ev desthilat nexistibin pratîkê, kêm zêde min bikar aniye, lê min ew navnîşan bikar neaniye. Sedema wê jî îltîzameke exlaqî bû beramber şexsê Kek Elî Ebdulla, rast e pîr bûye û niha li malê rûniştiye, lê her cîgirê serokê PDKê ye. Ez wî mafî didim xwe mafê Kek Elî Ebdulla binpê nekim û nakim jî. Herwiha bo bikaranîna nasnav jî em wî tiştî nakin. Ev prensîpeke û ne mimkûn e xwe jê bidim alî. Ewna dimîne û ezê wan karan bikim heta kongre tê girêdan. Dîsan dibêjim ku wî nasnavî bikar nayînim, ji ber wê îltîzama exlaqî ku beramber Kek Elî Ebdulla heye. Herçiqas Kek Elî Ebdulla razî bûye û pêre jî axifîne û pir bi germî piştgiriya min jî dike. Lê belê Kek Elî Ebdulla bo me semboleke xebat, westan û berxwedanê bûye. Lewra ew exlaq heta niha di nav me de hatiye parastin û ez naxwazim ew kes bim ku vê prensîpê bişkînim li beramber wan kesên ku di nav vê partiyê de westiyane, xebat kirine û xizmet kirine.

 

Rûdaw:
Hinek navendên rojnamenivîsî û carna YNK jî dibêje; ‘’Hêla Nêçîrvan Barzanî’’, we berê jî gotiye PDK yek hêl e û hêla we tune. Baş e çima hewqasî tê behskirin, kes heye di nav Partî de dijayetiya we yan jî kesên nêzîke we bike. Yan hewldaneke kar li ser tê kirin bo çêkirina nakokiyan di nav PDKê de?

Nêçîrvan Barzanî:
Esl û esasê vêna tune. Di nav PDKê de hêl nînin. Ew dixwazin nan bi wan tiştan bixwin. Bo agahdariya we jî di nav Partî de kes nîne dijayetiya min bike. Ne mimkûn e û eslen tiştekî wiha her tune. Di nav Partî de nerînên cuda hene. Li ser hinek tiştan gelek caran me bi awayekî cidî minaqeşe jî bi serokê partî re kiriye. Carna dû nerînên me yên pir cuda jî hebûne bi hev re, lê ev bi awayekî normal hatiye wergirtin. Veca ger carna wan nerînên cuda wiha kiribe evna hêla wî ya din e, tiştekî wiha tune. Pir girîng e ku em di navxwe de nîqaşên pir cidî dikin, nerînên me jî gelek caran ligel ê biraderan ji hev cuda ne û herwiha ligel serokê partî jî, evna jî herdem bi awayekî xwezayî hatiye wergirtin. Lê ew a ez nûnertiya hêlekê bikim, yan xelkek hebe baskê min be, ew tiştên han di sîstema PDKê de hebûna wan tune.


Rûdaw:
Piştî rûxna Rejîma Sedam, navçeyeke nifûsa wê mezin wek Parêzgeha Mûsilê hetiye ber destê PDKê, lê li Kerkûkê lawaz e. Ji xeynî vêna Silêmanî ku di warê cografya û xelkê de mezintirîn parêzgah e, ne tenê pêşneketiye, herwiha bûye hizba çarem. Li gor we dibe ev veqetîna serkirdayetiya PDKê be li Silêmaniyê ku hinek berpirsên Partî jî li Silêmaniyê behsa vê yekê dikin?

Nêçîrvan Barzanî:
Beşekî sedema vêna dîrokî ye. Em wek PDKê ji piştî sala 1975an ve bûneke me ya aktîf di wî sînorî de nîne. Di encama wê dijminayetî û ew rewşa nexweş ku di nav hizbên Kurdistanî de hebû bi taybetî wê demê di navbera PDK û YNKê de, piştî 1975ê jî yek ji karê serekî yê YNKê ew bû rê neda PDKê di wî sînorî de xwe bihêz bike. Ev rastiyeke dibêjim. Partî piştî sala 1991ê vegeriya ye wî sînorî û xwestiye li wir aktîf bibe. Ji sala 1991 heta 1994ê kar kiriye, dîsan şerê navxwe û dû desthilatiyê û rewşa nexweş a Kurdistanê wiha kiriye ku PDK nikaribe wek pêwist di wî sînorî de aktîf bibe. Dûwe piştî sala 1975ê nifşek pêgehiştiye ku nedizanî Partî çiye û nizanîbû ev partiya han çawa dirûst bûye, ne haya wî ji rabirdûya PDKê û xebata wê ye û dixwaze tiştekî bibîne, dixwaze niha bibîne Partî dixwaze çi bie? Partî di virde û di vê meselê de kêmxem bûye. Bênin pêş çavên xwe ew nifşê sala 1975ê jidayik bûye heta 1991ê PDK nasnekiriye û Partî jî dema vegeriya ye wî sînorî nikariye tiştekî nû pêşkêş bike û zêdetir her li ser rabirdûya xwe axifiye. Rast e em bi şanazî behsa rabirdûya xwe dikin, lê nifşê piştî sala 1975ê hayê wan jê nîne çi qewimiye. Di virde ez dixwazim bêjim ku PDK bi xwe tawanbar e, serkirdayetiya Partî kêmxem bûye ji wêya nikariye siyaseteke rêkûpêk bi taybetî piştî aştbûnê û piştî sala 2000an di wî sînorî de kar pê bike û wek pêwist di wî sînorî e kar bike. Ez bawer nakim cemawerê PDKê her hewqas be, divê em rexne li karê serkirdayetiya PDKê û dezgehên wê yên di wî sînorî de bigrin. Herwiha piştî şerê navxwe jî diyar e dijayetîkirina Partî her berdewam bû. Bi baweriya min cemawerê Partî li wî sînorê pir zêdetir e.

 

Rûdaw:
Tê gotin ku PDK liqeke polîtburoya xwe dibe Silêmanî û hûn serpereştiya wê liqê dikin, gelo planeke we ya wiha heye?

Nêçîrvan Barzanî: Heta niha biryareke bi wî rengî tune, di rojnameyan de behs dikin, lê di rastî de tu esl î esasê wê tune. Lê niha em pir bi cidî difikirin ku çawa karê xwe ne tenê li wî sînorî li hemû Kurdistanê rêk û pêk bikin.

 

Rûdaw: Bi raya we gelo niha jî hêla Dêgele ew herêm dabeş kiriye, ew herdû navçe kompanya hêla telefonê wan jî cuda ye (Korek û Asya), ji her yek ji wan aliyan hinek dezgah û kompanyên nêzîka PDK û YNKê kar dikin, rengdaneke vê yta siyasî jî hebû?

Nêçîrvan Barzanî: Heta niha jî dû desthilatî li Kurdistanê heye, ger dû desthilatî di Kurdistanê de nebûya maqûl nebû nanê xwelkê bê birîn û kes nikaribe li ser biaxife. Heta niha jî dû îdareyî di hemû tştan de heye. Di darayî, pêşmerge, asayî û di hemûyan de dû îdareyî heye. Rast e pêngav hene bo yekxistina wan, lê heta niha tiştek ne xwiya ye. Ev rastiyeke û heta niha li Kurdistanê heye. Di kabîneya pêncem de jî hebû û niha jî heye. Li gor min karê serekî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê yekxistina van tiştan be. Yekxistina herdû îdareyan be ku bi rastî heta niha jî li Kurdistanê di hemû tiştan de pir eşkere diyar e, herwiha ji dêlva ev herdû îdareyî kêmtir bibe, hindik maye di gele tiştan de zêde jî bibe. Mesele ne tenê Korek û Asya ne, di hemû tiştan de wiha lê hatiye, di werziş de herwiha, di aborî de wiha, di rojnameyan de jî her wiha ye. Mixabin ev rastiyeke heye û ger em bêjin dû îdareyî nemaye, em ras nabêjin. Lê qet nebe divê em dilxweş bin bi wêya hinek pêngav hatine avêtin da ji hemû aliyekî ve damûdezgah yekbigrin.

 

Rûdaw: Di serdema kabîneya pêncem de dihat gotin ku we hewl daye hinek ji pereyên Dihok û Hewlêrê bidin Silêmaniyê, we hewl da hîç projeyekê bo Silêmaniyê bikin?

Nêçîrvan Barzanî: Piştî qubûneke pir zêde ku min serokatiya hikûmeteke yekgirtî wergirt, rewşa Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel a niha gelekî cuda bû. Bê baweriyeke bê sînor di navbera herdû aliyan de hebû. Wek mînak bê baweriyê di astekî de bû ku PDK pêdagirî li ser wê yekê dikir nabe ez li gel cîgirê xwe di yek avahiyê de dewam bikim! Bînin ber çavê xwe ez dixwazim bi van mînakan behsa bê baweriya wê demê bikim. Min ligel biraderên xwe di nav Partî de nîqaşeke zêde kiriye ku ev ne nerîneke rast e, herwiha ger rastî jî tê de hebe, divê em hewl bidin bibin yek û hewla yek Îdareyiyê bidin. Bê baweriyeke yekcar zêde hebû, baweriya tu wezîrekî bi yên din nebû, heta bi jêrê. Lê belê tita ku ez şanaziyê pê dikim, di wê dema ku serokê hikûmetê bûm bi taybetî bi wê hevkariya heyî hem ji aliyê cîgirê min ve wek Kek Umer Fetah, işê min ji wê yekê tune çi mişkileyên YNKê di navxwe de bi Kek Umer Fetah re hene, ew kêfa wan e, lê ez behsa karê Kek Umer dikim ku rolekî wî ya pir baş hebû di yekxistina van herdû îdareyan de. Ew jî şerefeke mezin bû bo me. Diyar e piştî Kek Umer jî ku Kek Îmad Ehmed hat, heman şêwazê karkirinê berdewam bû. Me bi hev re karî wek tîmekî karekî wiha bikin baweriyê çêbikin. Bi rastî di vê dawiyê de hîç danûstandinek min ligel wezîrekî nedikir ku ew Yekîtî ye yan Partî ye yan jî Komunîst. Me bingehê wê baweriyê danî. Kabîneya pêncem nêzîka sê sal û nîv berdewam bû, tişta di wê demê de dirûst bû serkeftineke mezin bû bo kabîneya pêncem, di warê çêkirina bawerî û bihevre karkirina dû alî.

 

Rûdaw: Ji bo anîna hestiyên Enfalkiriyên Germiyan hûn çûn germiyan, berê di kabîneya pêncem de we bo çêkirina xaniyan ji kesûkarên Enfalkiriyên Germiyan re butçeyek veqetand, niha jî biryar hatiye dan meaşê kesûkarên Enfalkiriyan bê zêde kirin. Vê carê dema hûn çûn Germiyan we rewşa wan çawa dît û divê çî din ji wan re bê kirin?

Neçîrvan Barzanî: Bi rastî Germiyan birîneke mezin e bi laşê Kurdistanê ve, ew jî bi sedema wê bedbextî û nehametiya ku di wî sînorî de bi ser wî xelkî de hatiye. Di kabîneya pêncem de me gava yekem avêt da em bikaribin û wê şerefê bi xwe bibexşin ku beşekî pir kêm ji barê ser milê wî xelkî kêm bikin ku ew kareset biser de hatiye. Me hinek proje li wî sînorî cîbicîh kirin û heta niha jî hinek ji wan berdewam in. Wê demê li wê navçeyê me buhayê nêzîka 220 milyon dolar proje dan destpêkirin, me xanî ji kesûkarên Enfalkiriyan re çêkirine ku hê neqediyane û berdewam bûn. Ez her çiqas di wê merasîmê de bi nûneratiya Rêzdar Serok Barzanî beşdar bûm, lê min bi xwe dixwest wek bavek û wek rêzgirtinekê bo wan zarokên ku hatine Enfalkirin beşdarî wê rêwresmê bibim. Li wir min hest kir û ya cihê dilxweşiya min bû ew bû ku kabîneya şeşem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze li ser wan kar û projeyan berdewam be ku di wî sînorî de hatine kirin, wek çawa Rêzdar Serokwezîr jî di peyama xwe de behs kir. Ev cihê dilxweşiyê ye. Pêwistiya wî sînorî bi avakirineke cidî heye. Rast e karesat û wêrankarî bi ser hemû Kurdistanê de hatiye, lê bi taybetî pêwistiya wî sînorî bi avadaniya zêdetir heye û hêvîdar im Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam be li ser siyaseta girîngîpêdana wê deverê.

 

Rûdaw: Gelekî behsa pêşketina Hewlêrê tê kirin, li piştî hûn çûn hinek xelkê Hewlêrê di wê baweriyê de ne Hewlêr dibe qurbana wê pêşketina xwe, tê piştguh xistin û dibên têra xwe ji Hewlêrê re hatiye kirin û divê cihên din bên pêşxistin. Hûn vê nerînê çawa dinirxînin?

Nêçîrvan Barzanî: Ligel bajarên din cudahiyên Hewlêr hene. Rastiyek heye ku ew jî ew e Hewlêr Paytextê Herêma Kurdistanê ye. Li hemû cîhanê jî dema xelkê biyanî zêdetir hilberînê dikin li paytext dikin. Mezintirîn firokexaneya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê ye. Ji aliyê cografî ve jî ew cografya li Hewlêr heye li cihên din tune. Berî kabîneya pêncem jî me biryar da girîngiyeke zêde bi Hewlêr bidin. Lê ew bi bername hat kirin, her çiqas hinek tevlîhevî jî pê ve diyar in. Destpêkê me lijneyeke bi navê Lijneya Perepêdana Hewlêr danî ku ez bi xwe serok bûm. Wê demê Hewlêr gelekî bê xizmetguzarî bû, lê piştî wêna di encama karê wek tîm, ew hevahengiya li Hewlêr hebû, ev pêşketin çêbû. Li vir dixwazim amaje bi rolê Parêzgarê Hewlêrê Kek Newzad Hadî bidim, ku tiştê jê hatiye bo karkirinê ji Hewlêrê re texsîr nekiriye û bi rastî jî cihê destê wî diyar e û keseke hêjayê wê yekê ye herdem behsa wan karên wî bê kirin ku li Hewlêrê encam dane. Rast e min piştîvanî û alîkariya wî kiriye, lê ew bi xwe jî wek kesê yekem li Hewlêrê kariye gelek karan encam bide. Ev li Dihokê jî heye û ne tenê li Hewlêrê ye. Dihok jî pir pêşketiye. Hîç bajarek li ser hesabê bajarê din pêşneketiye. Niha jî ez bawer im Hewlêr wek bajarek û wek Paytextê Herêma Kurdistanê rêya xwe girtiye û pêşketina zêdetir jî bi xwe ve dibîne, bawer nakim Hewlêr ber bi paş de here, berevajiya wê nerînê ber bi pêş diçe û nayê paşgweh xistin jî.

 

Rûdaw: gelek ji xelkên Silêmaniyê dibên xwezî bi pêşxistin û biwarê avakirin û aboriya Hewlêrê, berê ku hûn serokê hikûmetê bûn we hîç hewldanek bo pêşxistina Silêmanî da?

Nêçîrvan Barzanî: Xwezaya xelkên Silêmaniyê wiha ye çavê wan li pêşketina berdewam e û li Silêmaniyê jiyan ranawestê û dixwazin berdewam ciwankarî û pêşketin hebe. Pirsgirêka Silêmanî û projeyên wê bi desthilata pir alî ve girêdayî ye ku li nav Silêmaniyê hebû. Wate kes nebû biryar bide, bi awayekî giştî jî piştîvaniya kesî nehat kirin bo wêya bi pêş bikeve. Wek mînak me li vir piştgiriya Parêzgarê Hewlêrê kir û piştîvaniyeke hemû alî bû û biserketiye. Li wir mixabin ewên kar jî kirine bi wî awayî piştgiriya wan nehatiye kirin da bikaribin karekî rêkûpêk pêşkêş bikin. Wê axatiya pir alî li Silêmaniyê wiha kir ku heta astekî tê dîtin ligel Hewlêrê û cihên din core bêserûberiyek heye. Lê ew bêserûberiya niha wek caran nemaye, ji ber hino hino ew jî rêya xwe dibîne û xerîke pir baştir dibe. Di serdema me de Parêzgarê Silêmaniyê behsa wê yekê dikir ku piştgirî lê nayê kirin. Herdem axaftina min ligel biraderên YNKê ew bû yan hûn hemû alî piştgirî bikin da serbikeve û ger hûn piştgirî jî nakin yekî bibînin ku hûn hemû li ser hevra bin û piştgiriyê bikin da bajar nebe qurban. Mixabin nehat kirin.

 

Rûdaw: Girîngiya Tirkiyê li navçeyê diyar e, we jî di nexweştirîn deman de ligel Tirkiyê behsa wê girîngiya Tirkiyê dikir. Di dû hefteyên rabirdû de hûn ligel Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Tirkiyê rûniştin, bi baweriya we Tirkiye heta çi astekî hevkar dibe bo pêşketina aborî û siyasî ya Herêm Kurdistanê. Wek mînak hefteya borî Konsulê Tirkiyê li Hewlêrê got navê Herêma Kurdistanê qebûl dikin ger İraq pêve be. Hûn pêşbînî dikin Tirkiye zêdetir ber bi Herêma Kurdistanê vebe?

Nêçîrvan Barzanî: Yekem tişt, peywendiyên min li gel Tirkiyê ne şexsî ne. Peywendiyên me li gel Tirkiyê di çarçova dîtineke stratejîk bo berjewendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de tên. Di warê kar û bazirganiyê de, Tirkiyê hevpişkê me yê serekî ye. Di warê siyasî de jî, bandoreke zêde ya Tirkiyê liser pirsgirêka Kurd li Kurdistana Iraqê heye, hem li Ewrûpa û hem li Amerîka. Herwiha, Tirkiyê deriyê me liser Ewrûpa û Rojava ye. Loma, bi baweriya min, ji ber van sedeman divê Herêma Kurdistanê bi berdewamî hewl bide peywendiyên xwe li gel Tirkiyê baştir bike. Di rewşên herî dijwar de, ku Herêma Kurdistanê di wan de derbas bû, baweriya me bi vê nerînê dihat û niha jî em vê nerînê li gel Tirkiyê û welatên derdorê, didomînin. Tiştê ku niha hatiye guherandin ew e ku niha Recep Teyyib Erdogan û AKPê yên ku Hikûmeta Tirkiyê birêve dibin, nerîneke nû anîne Tirkiyê. Bi dîtina min, pêngavên ku ew davêjin hêjayî wê yekê ne ku em bi hûrbînî berê xwe bidin wan û piştîvaniya pêngavên wan ên baş, bikin. Berî çend salan, pir zehmet bû bîra wê yekê bê kirin ku bi zimanê Kurdî li Tirkiyê bê axaftin. Pir dijwar bû bîra wê yekê bê kirin ku gelek bendên destûrê bên guherandin, îro em dibînin gelek general bi tohmetên cuda tên dadgehkirin. Ev guherîn pir mezin in li Tirkiyê. Niha, Tirkiyê dest bi siyaseteke nû kiriye derbarê Iraq û Herêma Kurdistanê. Divê em di vê çarçovê de berê xwe bidin Tirkiyê. Divê em bizanin, pêngavên ku ji aliyê serokwezîrê Tirkiyê ve tên avêtin, pêngavên pir ciddî ne. Loma, divê em piştîvaniya wî bikin û hewl bidin hevkariya Tirkiyê û aliyên din jî bikin bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyê bi awayekî aştiyane û dûrî tundûtûjiyê. Divê bîra wêya bê kirin ku ev pirsgirêk, pirsgirêkeke siyasî ye.

Di seredana min a dawî bo Tirkiyê de, dîtina Erdogan ne di plana min de bû. Wezîrê derve daxwaza wê kir û got ezê li gel Angela Merkel li Stenbolê bim û bi dilê min e we êvarekê vexwînim. Çûm vexwendina wezîrê derve yê Tirkiyê û dûre Erdogan got, hez dikim we li Enqerê bibînim. Ev ne cara yekem e Erdogan dibînim, berê jî min ew çend caran dîtiye. Ev hevdîtin di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ne. Ew jî rastiya hêzan li Kurdistanê dizanin. Pir baş dizanin rastiya Kurdistanê çawa ye û dizanin çi li Herêma Kurdistanê çê dibe. Me di vê seredanê û di vê civîna ku dû demjimêran dirêj kir li gel Erdogan de, hewl da ji xeynî mijara Iraqê, behsa awayê pêşvebirina peywendiyên aborî li gel Tirkiyê, bikin. Herwiha, me hewl da ra û nerînên hev bizanin li ser mijara madeya 140ê û pirsgirêka Kerkûkê. Bi baweriya min, ev civînên bi vî awayî destpêkeke baş in ji bo hevtêgihiştinê derbarê pirsgirêkên heyî. Dema em li ser Kerkûkê li gel welatên rojava û Amerîka daxifin, li gor wan Tirkiye pirsgirêk e. Baş, ger Tirkiyê pirsgirêk e, çima em rasterast li gel Tirkiyê behsa van pirsgirêkan nakin. Bi awayekî aram em dikarin bigihin hevtêgihiştineke hevbeş. Me di vê seredana xwe de, hewl da van dosyan li gel Tirkiyê bi awayekî ciddî gotûbêj bikin, herwiha min Erdogan vexwend bi navê serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Iraqê Mam Celal jî bo beşdarîkirinê di rêûresma vekirina firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê. Bi dîtina min, Erdogan mirovekî bi cesaret e û dikare pêngavan bavêje. Şîrketeke Tirkî li gel şîrketeke Brîtanî firokexaneya nû ya Hewlêrê ava kirine.

 

Rûdaw: Di hinek rojnameyên Kurdistanê de hat ku dû wezîr li gel we bûn. Serokê hikûmetê jî ragihand, ewê di vî warî de pirsiyaran ji van herdû wezîran bikin. Gelo Aştî Hewramî û Felah Mistefa li gel we bûn. Aya hun wek nûnerê serokê Herêma Kurdistanê çûbûn Tirkiyê?

Nêçîrvan Barzanî:
Seredana min bo Tirkiyê di çarçoveya peywendiyên siyasî di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Tirkiyê de bû. Di hemû seredanên xwe de, nûnertiya rêzdar serokê Herêma Kurdistanê dikim. Herwiha, seredana min cuda bû li seredana wezîrê samanên sirûştî û berpirsê fermangeha peywendiyên derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Dema em çûn Tirkiyê, ew li wir bûn, lê tevî hevdîtina me li gel rêzdar Recep Teyyib Erdogan nebûn. Dûre civîna wan hebû, lê ger li gel min jî beşdar bibûna ti pirsgirêk dernediket. Ev seredanên min wê berdewam bin.

 

Rûdaw: Nerîneke wiha heye dibêje, wiha baş e heta Kurdistan serbixwe nebe petrola xwe dernexîne, rayekî din dibêje divê niha sûd ji petrolê bê wergirtin bo çareserkirina pirsgirêka Kurd. Pêngava we bo deranîna gaz û petrolê ji xeynî ku banoreke mezin li ser kêmkirina pirsgirêka elektrîkê kir, hun jî ne div ê baweriyê de ne ku roleke girîng jî lîst di vebûna Tirkiyê li ser Kurdan û Herêma Kurdistanê?

Nêçîrvan Barzanî:
Mijara gaz û petrola Kurdistanê roleke serekî di warê xweşbûna peywendiyan di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de, lîst. Niha, li seranserê cîhanê aborî di pileya yekem de tê. Ger tu bikare peywendiyên aborî dirust bike, peywendiyên siyasî jixweber bi dû wan de tên. Rojnameyekê nivîsandibû ku Nêçîrvan li Tirkiyê navê Kurdistanê neanîbû ser zarê xwe. Nizanim min navê Kurdistanê anî ser zimanê xwe yan na, lê divê ev bê zanîn ku niha ev jî êdî li Tirkiyê ne pirsgirêk e û berpirsên Tirkiyê jî ji navanîna Herêma Kurdistanê aciz nabin wek berê. Dibe ku ev berî çend salan tiştekî girîng bû, lê li Tirkiyaya îro, ev ne pirsgirêk e û pir bi awayekî xwezayî jî bikar tînin û reftarê li gel dikin. Di destûra Iraqê de, kaxeza Kurdan a herî bihêz petrola wan e. Hinek xalên lawaz bo Herêma Kurdistanê di destûra Iraqê de hene, lê yek ji xalên destûrê yên herî bihêz ew mafê ku di mijara gaz û petrolê de daye Herêma Kurdistanê. Di kabîneya pêncem de, min insyatîf kir û min xwest vî mafî bikar bînim da ku pêgeha Herêma Kurdistanê li cîhanê serbikeve û niha hêdî hêdî Herêma Kurdistanê cihê xwe di nav lîsteya welatên ku li cîhanê wize dabîn dikin, digire. Ev destkefteke mezin a Herêma Kurdistanê ye. Em li pêş dû rêyan bûn, yan em çaverê bin heta Bexdad biryarê bide me û yan em xwe bi xwe biryara xwe bidin. Di kabîneya pêncem de, me insyatîf kir û me biryara xwe stand. Îro dibînin ku ev biryareke rast bû, birayek ku pêgeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê siyasî de bi carekê bilind kir û di warê aborî de jî Herêm tê ku bibe hevpişkekî ciddî li gel Tirkiyê, û bi rêya Tirkiyê li gel Ewrûpa. Çavê hemû welatên Ewrûpa li gaza Kurdistanê ye, îro mezintirîn pirsgirêka Ewrûpa dabînkirina gazê ye û çavê wan li wê ye ka Herêma Kurdistanê çawa dikare vê wizeyê bo wan dabîn bike. Li vir dikarim bi piştrastî bêjim, siyaseta me ya petrolê serkeftî bû, û bi rastî rola wezîrê samanên sirûştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî pir baş bû.

 

Rûdaw: Lê pir rexne li Aştî hatin kirin û rojnameyeke biyanî belav kir ku navbirî xaniyek bi bihayê 7 milyon Dolaran li Brîtanya kiriye piştî ku bû wezîrê petrolê?

Nêçîrvan Barzanî:
Pir neheqî li Aştî Hewramî hat kirin. Berî ku ew li ser daxwaza me postê wezîrê samanên sirûştî werbigire, şîrketeke wî ya petrolê li Brîtanya hebû û ger li ser karê xwe berdewam bûna û postê wezîrtiyê wernegirtia wê rewşa wî ya aborî ji niha pir baştir bûna, wê demê jî rewşa wî ya aborî ji niha baştir bû, ew xanî jî pêş ku bibe wezîr li Kurdistanê kiriye. Ez pir rêz li jêhatîbûna Aştî digirim, bi rastî divê Kurd bi pisporiya kesên wek Aştî Hewramî serbilind bin û wek pisporekî sektora petrolê piştîvaniya wî bikin ji ber serkeftin ne ya wî ye lê serkeftina siyaseta petrolê ya Herêma Kurdistanê ye.

 

Rûdaw: Dihat gotin ku çûna petrola Kurdistanê bi rêya Tirkiyê, herçiqasî xetên niştîmanî yên Iraqê jî bi rêya Tirkiyê de diçin- Îran ji we dilgiran kiriye. Gelo Îran dijayetiya siyaseta petrolê ya Herêma Kurdistanê dike?

Nêçîrvan Barzanî: Me hest nekiriye Îran dijayetiya me dike. Îran di warê petrolê de pir dewlemend e, loma bawer nakim di stratejiya Îranê de dijayetîkirina siyaseta petrolê ya Herêma Kurdistanê hebe. Herwiha peywendiyên me yên aborî û siyasî li gel Îranê pir baş in. Herwiha, peywendiyên me yên aborî li gel Îranê sal bi sal baştir û bihêztir dibin. Di destpêka karê kabîneya pêncem de qebareya hevguhertina bazirganî di navbera me de salane nêzîka 800 milyon dolaran bû, îsal di Newrozê de li Îranê bûm û li gel rêzdar serokkomarê Îranê civiyam, me dît ku qebareya danûsitandina bazirganî di navbera me û Îranê de gihaye nêzîka 3 milyon dolaran. Ev yek dide xwiyakirin ku, peywendiyên me li gel Îranê roj bi roj bihêztir dibin. Wek gel jî, di warê çand û kultûrî de, em û Îranê nêzîkî hev in.

 

Rûdaw: PKK li ser zimanê berpirsê peywendiyên derve dibêje ji ber berdewamiya êrîşên Tirkiyê, ew jî wê dest bi êrîşan bikin. Hun di vî warî de çi dibêjin, gelo hun amade ne rolekê bo aramkirina rewşê bilîzin?

Nêçîrvan Barzanî: Ez hêvîdar im ew ne rast be, eger rast be ew şaşiyeke stratejîk a pir mezin e ku PKK dike. Jiber ew pirs niha bi şer nayê çareser kirin. Pirs divê bi awayekî siyasî û ji tûndûtûjiyê dûr bê çareser kirin. Hêvîdar im PKK qet li wê yekê nefikire ku destpêker be bo şerkirinê ligel Tirkiyê.

 

Rûdaw:
Derbarê pêkanîna Hikûmeta İraqê de, we gotiye zêdetir Kurd nêzîkê Şî’e ne û Mam Celal jî ew yek ragehandiye. Nerîna we derheqê lîstên din û kî li ser desthilatê bimîne û kî desthilatê bigre dest, çiye?

Nêçîrvan Barzanî: Bi baweriya min hê zûye ew derkeve kî li ser desthilatê be û kî li ser desthilatê nebe. Herdem şaşiya me ew bû me danûstandin ligel kesan kiriye. Filan kes baş e û filan kes xirab e! Ne kes baş e û ne kes jî xirab e. Tu divê bernameyekî pêşkêş bikî û wek gel komeleyek daxwaziyên te hebin û bizanê kî wan daxwaziyên te qebûl dike êdî here li ser wî bingehî hewla hevpeymaniyê ligel bide. Divê em baş ji yek tiştî fam bikin, ew jî ew e ku İraq xwedan sîsteme parlamenterî ye, em divê niha li ser bingehê hevpeymaniyê biçin gel wan aliyên ku hikûmetê pêk tînin. Ger ew bernameyê ku em pêşkêş dikin, nehat cîbicî kirin, divê em ji wê hevpeymaniyê vekişin, pêwist e ji hikûmetê jî vekişin. Ger li ser vê bingehê em tevgeriyan, hemû baş in û kes jî ne xirab e. Heta niha ji wê siyaseta filan kes baş û bêvan kes xirab e me gelek zerar dîtiye û ger em bi vî awayî berdewam bin zerara zêdetir jî dibînin. Ez qala nêzîkiyê dikim behsa hevpeymantiyê nakim li gel aliyan. Min gotiye wek nêzîkî em nêzîkê van herdû lîsta ne.

 

21-04-2010

 

(Rûdawnet)

Back to top button