Kultur

Salih roja rojnemegeriya kurd pîroz kir

Serokê hukûmeta herêma kurdistanê Berhem Salih, bîranîna 112 salîya rojnamegeriya kurdî pîroz kir û daxwaz kir, ku ev bîranîna han bibe egerekî dinê pêkanîna demokrasîyê û bi cihbûna mafên mirov. Ev jî teksta pîrozbayînameya serokê hukûmeta herêma kurdistanê ye:

Di bîranîna derkevtina yekemîn rojnameya kurdî û roja rojnamegeriya kurdî de, ez pîrozbahiyek germ pêşkêşî hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim. Ez hêvîdar im, ku ev bîranîna han bibe egerê pêkanîna demokrasîyê û bi cihbûna buhayên mirovanî û berfirehbûna astê zanîn û bîbîna hevwelatîyan û xurtbûna hişyarîya civakî, da ku xizmeta bi serxistina ezmona me û çareserkirina kêmanîyan bihê kirin.

Hukûmeta herêma Kurdistanê xwe weha dibîne, ku ew bi awayekî serekî azadîya hizirî diparêze û bawerîya wê bi wê yekê jî heye, ku mediya dikare bandorê li siyasetê û rêvebirîyê bike û dikare ji bo hebûna transparensîyê û rastgoyîya di biwarê veguheztina nûçeyan jî de, çavdêrekî giring be. Ev jî weha dihê kirin, dema ku berpirsyarîya nehiştina kêmanîyan û çareserkirina arêşeyan, berpirsyarîyek hevpişk be.

Dubare ez ji bo evê rojê pîrozbayîyê li we dikim û hêvîdar im, hûn bêtir serkevtî bin.

Berhem Salih
Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê
22, 04 2010

Back to top button