Civak

Daxûyaniyek giring ji wezîrê navxe

  

Hewlêr – Wezareta karûbarên navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bona rêxistina xwepêşandan, mitîng û meşan li herêma Kurdistanê çend şîret û rênîşander derxistin. Di dema xwepêşandan û meşan de her kes û aliyê wan şîret û rênîşanderan bin pê bike dê li gor qanûnê bê mehkeme kirin.

1- Hemû ew xwepêşandan, meş û mangirtin yên ji aliyê hevwelatiyan, kesatiyên manewî û xwzayî li ser cade, kolan, meydan û li pêşiya cîyên giştî li herêma Kurdistanê, ji bo armanceke diyar tên kirin, pêwîste bi kêmanî 24 demjimêran pêşwext daxaza destûrê, îznê ji walî werbigirin.

2- Di dema daxazkirina dstûr, îznê ji bo çalakiyên di xala yekem da hatine destnîşan kirin, pêwîste cîyê xwepêşandanê, meş û mitîngê, dema destpêkirin û bidawîhatinê û diyarkirina armancê ji wê çalakiyê, di daxaznameyê de bên diyar kirin.

3- Pêwîste nav û îmza sê heta pênc kasan ji amadekarên çalakiyê li ser daxaznameyê hebe.

4- Pêwîste li ser berpirsê îdarî (walî) hemû amadakariyên emnî ji bo parastina hevwelatiyên beşdar bike, bi awayekê ku ew çalakî bi aşitî bi dawî bê.

5- Her kesê/a bi encamdana karên têkder, ji bo têkdana rewşa merasima xwepêşandanê, mitîngê yan meşê bixebite, dê li gor qanûnê bê ceza kirin.

6- Nabe hêzên asayîşa navxwe û polîs ji bo berbilavkirina xwepêşandanê şidetê bikarbînin. Eger xwepêşandan yan meşê rêya xwe guhart û ji armanca xwe ya destnîşankirî derket, hîngê dê hêzên asayîşa navxwe dawiyê bi xwepêşandanê bînin.

7- Her kes û aliyek, çi post û wezîfe hebe bila hebe, maf û azadiyên demokarasî yên hevwelatiyan bin pê bike, dê li hember qanûnê berpirsiyar be û dê li gor qanûnê lêkolîn pê re bê kirin.

8- Pêwîste li ser yekîneyên îdarî û hêzên asayîşa navxwe bi timamî naveroka van şîret û rênîşanderan cîbicî bikin.

Kerîm Şingarî
Wezîrê navxwe
20.04.2010

Back to top button