Kultur

Tatlises li Hewlêr konserekî dide

Dengbejê naskirî yê Tirkiye Îbrahim Tatlises li Kurdistana Başûr dest karê xwe yê bazirganî kir. Wek  tê zanin Îbrahim Tatlises, bûye şirîkê Al – Company Group. Ev şirket li Kurdistanê ,Iraqê, Misrê û Urdunê kar dike. Îro li Hewlêr Îbrahim tatlises li gel serokê vê şirketê û şirîkê xwe Ruşdî Seîd, binyata xaniyên ku li Hewlêr çêbikin avêtin.

Hunermendê esil kurd Tatlises di daxûyanîkî de da kifşkirin ku, Hewlêr bacarekê gelek zû pêş ve diçe û got “ Li vê derê xelkek ku hij min dike heye û ji bo min jî cihê şerefê ye ku ez xizmeta wan bikim.“

Tatlises di berdewambûna daxuyaniya xwe de got: “  Ji bo vekirina demokratîk pişgiriya hukumetê (hukumeta Tirkî) pêwîste. Divê pirsgirêkên heyîn bi xweşkahî bêne çareserkirin.“

Herweha Tatlises da diyarkirin ku, ewê bi minasebeta vekirina Balafirxana Hewlêr ya navnetewî konserekî bide.

Balkêş e ?
Close
Back to top button