Civak
Pêwendiyên herdu beşên Kurdistanê pêşve diçin
Şandek ji bajarê Sêrtê, Şirnex ,Çolemêrg û Mêrdînê serdana Kurdistana Başûr kir. Ev şand ji gelek berpirsên dezgehên sivîl û yên bazirganî û hinek mamustayên zanîngehan pêkahatiye.
Îro vê şandê li gel wezîrê perwerde yê Kurdistanê Sefîn Dizeyî civînek pêkanî û di vê civînê de konsolusê Tirkiye jî amade bû. Di kombûnê de piranî li ser pêwendiyên aborî,çandî di navbera herdu welatan de hate rawestin. Herweha ji bo pêşxistina pêwendiyên heyî herdu aliyan jî daxwaziya xwe da kifşkirin.
Berpirsên dezgehên bazirganî yên bajarên Kurdistana Bakur, rewşa Kurdistana Başûr gelek berpêş ve nirxandin û herweha daxwaziya di warên cuda yên aborî de kar kirina li gel herêma Kurdistanê dan diyar kirin.