Konferansa KURD-KAV û Tevgera Reformê…

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21æ@gmail.com)

KURD-KAV û Tevgera Reformê bi hev re di 15-16. 01. 2011-an de (du rojan) konferansekê li dar dixin. Navê konferansê, “Wateya Biratiya Kurd û Tirkan: Pirsgirêk û çareseriyê” ye. Ez jî ji bona konferansê hatim vexwendin. Hezar mixabin, ji bona ku programeke min a din heye, ez nikarim beşdarîı konferansê bibim. Lê min ji serok û berpirsiyarên KURD-KAVê re nameyek kurt nivîsand û şand. Di wê nameyê de çend tespîtên xwe jî pêşkêşî wan kir.  Min di wê nameyê de ev nerînan anîn ser zimên:  “Serokê KURD-KAVê Birayê Hêja Kasim û Rêvebirên KURD-KAVê yên Delal, Min vexwendina we ya konferans a hevbeş, wergirt, gelek sipas. Ez, ji bona ku we konferanseke naverokdagirtî, girêdayî pirsa neteweya kurd amade kiriye, pîroz dikim.

Ez, di heman dem de, di şaxsiyeta we de berpirsiyarên ‘Tevgera Reformê! jî pîroz dikim, silavên xwe ji wan re jî pêşkêş dikim.
 
Hevalên Hêja, Ji bona ku di 15-16. 01. 2011-an de programeke min ya din heye, ez nikarim beşdarî konferansa we bibim. Loma ez ji we baxişandina xwe dixwazim.
 
Lê ez dixwazim çend mijaran jî bînim ser zimên:

1) Ez partnerê we “Tevgera Reformê”, nas nakim û reya giştî ya kurdan jî wan nas nake. Gelo Tevgera Reformê heta nûha çi proje pêk anîne, berpirsiyarên wan kî ne? Nayê zanîn. Ez ji bona wan ketim internetê jî, min tiştek tespît nekir. Gelo bi vê tevgerê re konferansek çê kirin, çiqas dikare xizmetî armanca we bike?

2) Ez ji navê konferansê re îtiraz dikim. Armanca we, qasî ez şirove dikim ew e ku di konferansê de hûn pêwendiyên miletê kurd û tirk dê ji nûha şunde çawa bibe, hûnê vê mijarê niqaşe bikin. Ew jî biratiya du miletan nîn e. Ew, di encamê de avabûna dewleteke nû ye. Ew dewlet jî, dewleta neteweyî ya tirkan û unîter nîn e. Dewletek nû ye. Dewleta Kurd  û Tirkan e. Ew dewleta jî, kêmti in dewleteke federal e. Ew dewleta, dewletek di ser neteweyan, îdeolojiyan, sinifan, dîn û mezheban re ye.

3) Ew kesên beşdarî konferansê dibin, kesên navdar in. Nerînên wan kêm zêde ji aliyê min/me, reya giştî de tên zanîn. Ez hêvîdar im ku ji dervayî paradigmayên statuparêz cihê, proje û nerînên nû bên rojevê û ser zimên.

4) Ji bona min, di konferanseke sivıl de beşdarbûna serokwezîr û wezîrê karên hundir pir sempatîk nehat. Heger ji bona siyaseta hikumetê ya “pirsa kurd” be, dîsa wateyeke wê ya girîng tune ye. Berdevikê hikumetê jî diyar kir ku serok wezîr, wezîrê karên hundir, berpirsiyarên AK Partiyê dê beşdarî  konferansê   nebin. Çima?
 
Hevalno, ez dê ji bona konferansê nivîsekê binivîsm. Ez ê wê nivîsa xwe ji we re jî bi rê kim. Serkeftin û bextewariya we dixwazim. Bimînin di xêr û xweşiyê de.”
 
Ez van nerînên xwe dixwazim biçekî din vekim.

                                                 *****

Konferans, ji aliyê KURD-KAVê û Tevgera Reformê de tê li dar xistin. Loma jî divê em biçek van rêxistinan nas bikin.

KURD-KAV,  dezgehekî kurd û kurdî ye. Piştî qetlîama Helepçeyê, li ser bingeha xebata Helepçeyê ava bû. Tê zanîn ku piştî qetlîama Helepçeyê li hemû beşên Kurdistanê û li hemû dinyayê, rewşenbîr, siyasetvan, nivîskarên kurd ji bona Helepçeyê ketin nav xebatekê û li dijî rejîma faşîst ya beasî ya Iraqê xebatek meşandin. Li Bakurê Kurdistanê jî ev xebata ket rojevê. Piştî vê xebatê 98 nivîskar, rewşenbîr, siyasetvanên kurd bi armanca siyasetek sivîl xebatek dest pê kirin. Di encama vê xebatê de, di sala 1991-an de, KURD-KAV wek weqfekê ava bû.

Piştî ku KURD-KAV ava bû, ji bona ku navê wê bi kurdî û “kurd” bû, gorî sîstema hiquqî ya dewleta tirk qedexe bû, di derheqê wê de doza girtinê vebû. Di encama dozê de, dadgehê biryar girt ku KURD-KAV bi navê kurdî bê tescîl kirin. Ev biryara ji bona Tirkiye jî û ji bona kurdan jî gelek girîng bû. Lewra cara yekem bû ku bi kurdî û bi navê “kurd” dezgeheke kurdan dihat tescîl kirin û fermî dihat pejirandin.  

KURD-KAVê gelek proje pêk anîn. Lê serê KURD-KAVê her demê bi siyaseta statuparêz û siyasetvanên kevnare re di derdekî mezin de ye. Nûha jî ew derda dom dike.

Di derbarê KURD-KAVê de gelek doz hatin vekirin. Damezrênerê KURD-KAVê Parêzer Medet Serhad ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hat kuştin. Beşek damezrênerê KURD-KAVê ji bona ku dadgeh dibûn, derketin dervayî Tirkiyeyê û beşekî wan jî çûn ser dilovaniya xwe.

Tevgera Reformê, xuyayê ye ku tevgerek lîberal û demokrat ya tirk e. Ji aliyê reya giştî ya Kurd û tirk ve zêde nayê nas kirin. Lê KURD-KAVê bi wan re dema biryar dayê ku konferansek hevbeş li dar xin,  baş kirine. Em hêvîdar in ku Tevgera Reformê jî, nûha şunde ji bona pirsa neteweyî ya kurd, di çarçeweya mafê çarenivîsiya neteweya kurd de xebata xwe bidomîne. Pîvanên navneteweyî yên ku ji bona çareserkirina pirsên neteweyî derbas dibin, bixin jiyanê. Li dijî dewleta unîter, otorîter, kolonyalîst, neteweya tirk, helwest nîşan bidin.

                                                              *****

Wek min li rêzên jorîn jî diyar kir navê konferansê, “Wateya Biratiya Kurd û Tirkan” e.  Ew terîf û ifadekirin di siyaseta gelemperî ya Tirkiyeyê de her dem bûye xwediyê pirsgirêk. Di vê îfadekirinê de mezin û biçûk, desthilatdar û bindest û.w. din kategorî hene. Dema ku di siyaseta çep û rast de jî, ji biratiya kurd û tirkan hatiye behs kirin, tirk wek miletê serdest û mezin, kurd bindest, ji mafên neteweyî bê par hatiya şirove kirin.

Loma statuya em biparêzin, statuya wekhevî ye. Statuya ku neteweya kurd jî qasî miletê tirk û miletên dinyayê xwediyê maf be. Kurd li welatê xwe xweser, desthilatdar û serwer be. Dema ku ji dewleteke hevbeş bê behs kirin, ji dewleta kurd û tirkan, kêmtirin ji dewleta federal/federe bê bahs kirin. Konsepteke li dijî dewleta unîter, otorîter, neteweyî ya tirk bê parastin.

                                                  *****
 

Di konferansê de gelek mijarên dê bên niqaşe kirin; gelek kesên navdar, siyasetvan, nivîskar, dîrokzane, sosyolog, rojnamevanên kurd û tirk dê bîrûreyên xwe diyar bikin.

Reya giştî ya kurd û tirk van kesan şexsî ji nêzik de nas dikin. Nerînên wan jî, ji nêzik de tên nas kirin. Piraniya wan di çarçeweya dewleta unîter a tirk de li çareseriya “pirsa kurd” digerin. Kesên çarenivîsiya kurdan bi her awayî diparêzin, kesên Dewleta federal a Tirkiyeyê diparêzin jî, di nav van kesan de hene.

Di encamê de dikarim bibêjim ku nerîna piraniya van kesan, ji aliyê pîvanên navneteweyî û pîvana çarenivîsiya miletê kurd de, xwediyê pirsgirêkê ne. Ew hemû ji bona Filîstîniyan dewlet dixwazin. Lê dema ku ji mafên miletê kurd behs dikin, bi standar li çareseriyê dinêrim.

Ez hêvîdar im ku ew kesan di konferansê de ji dervayî nerînên statuparêz, kevnare û paradigmayên edetî, bîrûreyan bînin ser zimên.

Amed, 13. 01. 2011

Nerîna min :