Li Başûrê Sudanê serxwebûnê dixwazin

Jêderekî ji komisiyona hilbijartinan da xuyakirin, ku heta niha dengên sê bingehan li paytextê Başûrê Sûdanê bajêrê Cûba hatine hêjmartin û li van bingehan 7.538 kesan daxwaza serxwebûnê kirine û tenê 175 kesan ev dadijê serxwebûnê derketine.

Ev rêjeya han jî (rêjeya hevwelatîyên ku daxwaza serxwebûnê kirine) ji %97.7 e û rêjeya hevwelatîyên ku daxwaza serxwebûnê nekirine û xweztine bi Sûdanê ve bin, ji % 2.3 bûye.

Koçka sipîya Amerîka di vê derbarê de daxuyaniyek belav kir û da diyarkirin ku li gora agahdariyên çavdêrên navdewletî, heta niha prosesa encamdana referandumê baş bi rê ve çûye û hevwelatî, mafên xwe yên dengdanê bi azadî bi kar dihînin.

Nerîna min :