Nivîsar

Rêninek, li ser hûnera neqşên Ahmet Güneştekîn

                                                                                         
 
Bi hestên xwey Kurdî, ku hêza xwe ji jiyana çand, çirok, stran û destanên kurdî girtiye, di afirine.
                                                                                     
Min Cara ewilî, pêşengêya nêqşen Ahmet Güneştekîn, di miha hazirane, sala 2007 da, li bajarê Hesenkef’e dîti bu.Min sah kir ku isal jî 2010 miha çile de, pêşengêyek din à nûh li Istenbole vekiriye, çûm ser malpêra wî , li neqş û wêneyên ku nu çekirine, li wan têmaşekir, be rasti ezametin, pir hêjane û xwedî tî jêra hebe, ez di wê baweriyêdame ku di qada hûnera navnetewî da jî, ewê baleke hêja bikşine û rexneyên cuwan û berz bistine.Ez wî pîroz dikim.

Ez gava li wêneyên wî temaşe dikim, hestên çawa be mira ava dibin û ezê van hestên xwe be wera par vekim.

Neqşên hûnermend, Ahmet Güneştekîn.
Hê cara ewil, wexta min neqşên wî dîtibu balamin gelek kişand bu û min gelek jê hiskiribu, ê cep ciwan bûn, bijara rengên wî, teknîk, xetên motivên ku wî afirandi bu, min ne li welatên Avrupa û nê jî di rojhilata navînde, neqşên welê, be vî makami diti bu, neqşên wî pir ezîm û be şemal bûn.

Sitila wî, sitileke gelek nûjen, hêja û gelek balkêşbûn.Di motivan da, di ahengîyên rengan da, gelek be armonî û ji kûrayiyên ser bûrîyên jiyanên di destanan da tên ditin, bahskirin û tê xûyakirin.Neqşên ku wî be hûnera xwe, be sebr û xebatek mezin hatine afrandin,ne tenê ciwanin, ji alîyen xetan da jî, be rengên bijarti, şekilên ku hatine hilbijartin û neqişkirin di honandinên wanda gelek hostetî û be watene, tabloyên wî, me dibin ber bi kûrayiyên diroka medeniyeta berê û çirok, stran, evîn û destanên jiyana civata wan.

Neqşên Ahmet Güneştekîn, wek serên goloka tayikân, anjî rêça şeverêkên riyên çiyayên me, wek ku me ji gundekî bibe nav gundên li hâwir û dorên hemû mintiqe, be motivên xwe, wek pirên navbera serdema mey nu û tekiliyên serboriyên jiyanên berê avakiriye, tîne xeyala mirovan.Be hişmândin, di hiş û di serê mirovan da wek bahsa biraninên lorî, çirokên dayikan çedike. Bir û hişên mirov dibin ber bi kûrayîyên jiyana serburiyên medenîyêta kevin û dûr,ku bahsa destanên wan, tekilî wan, çirok, ziman, ol, stran û êş, evînên wan tê kirin, ku te dîtin û di hestên merivân da rûmêta ciwanîyên wan, be bext bûna mirovatiyên wan,  armoniya navbera medeniyet, olên din, ku be hevra, be rêzdari, dostani bahsa xweşiya tekiliyên jiyana wan dike.

Motivên be rengên şêmal kiri, çirokên jiyana binî hêlâ lân bike, tê ditin.Di neqşên xwe da, bahsa Memê Alan, Zîna zeydin à Ahmede xane û sitrîyên nav wan, Beko ye Ewan dike.

Şahmeran, destanên restemên zal, mir  Mehemede Zeydîn dike.
Bahsa Xece û Siyabend, Kûlîlk û kero, dike.
Bahsa Sitî’ye û berâyê wî Fexrik, ku çiroka wan li her deri dinyaye, be saya çivîka pêpûke hat belav kirin, te ditin.

Bahsa jiyana bajarvanên şehrî zor dike, ku di dile mirovan da wek pêlên bayên xweş evîstîye hênik ava dike û wek bişrandinên sterkên ezmana be mirovan ra kefxweş bibe, ku di wan neqşan da atmosfera dewlemend à ezmanan da hîvê şâdêti ya me dike.

Basa evînîye be germî tine ber hestên mirov û di kûrayî ya ramanan da, wek mizgîniyek bi dizî olan bide, ku bahsa haziriyên hin soz, qewlên dayî û şahîyên wan dike, ku wisa xweşiye di dilê mirovanda di bişkivîne, wek ku berbi deriyên bûhûşta evînê ve me dâwêt dike, şeraba wan hazir dibe, be dahol û zûrne ku haziriyên şâhî ye û govende dibe. Her bangina wek be hevra, werin em vê govên de, vê roja xêre, mirade evîndara xweş û piroz bikin, ku di rûhê mirova da, be aramîyek xweş, jîn û jiyane ji mirova ra di baxişîne te dîtin.

Mirov di van neqşan da baş dibine, jê fâm dike, ku Ahmet Güneştekîn, li ser jiyan , çirokên gelê xwe û di nav kûrayîyên diroke de, li xwe vegeriyaye, li ser nasnama xwe, ku di legerinada, li ser stran, çand, ziman, olên cuda, û li ser destanên welate xwe,  ji serbori û hiskiriyên xelkê xwe, di serê xwe da, wî baş avakiriye û jê baş fahm kiriye.

Loma ku wî be xeyalên xwe, di kûrayî ya hîşên xwe da, be hestên di dilê xwe da, be hûnere xwe  gelek berz bûyê û berhemên xwe ciwan afrandiye.

Berbi rêç û şopa rojê da !
Ewî çirokên xwe, li ba xwe, bi xwe ra, wek çûrûskên tîrejên şewq û şemalêk, di rêya rojê da, ji rojê girtibe, di dilê xwe da û  di hişên xwe da, hemû kom kirîye û dipareze.

Û ew bi hûnermendiya xwe, be rentinekî ronayîya çavê xwe, ji kanîya çirokên diroka xwe, bi qeydekî Kurdî, ji para xwêy şexsîyetî, bi hûnerên destên xwe, be firça xwey boyaxê, wek mirovek gelek tîbûyî, bi tasa avê, çawa çêngê kanîya avê dibe, Ahmet. Güneştekîn, welê be usluba xwe, be tasa xwey avê çengê kaniya zem zeme bûye.
Û ji vîna destanên gelê xwe, be tasa avê be ser dil û gûrçika xwe da berdaye, berdide, wek însanekî çawa ku qulpî bine gola avê bibe û di gola avê da hindadibe.

Gava mirov jî li tabloyên wî têmaşe dike û dinav dinya xetên wî, rengên çirokên wî û di motivên neqşên wî da, hinda dibe û dihele.

Bi etnîsîta xwe jî à esil Kurd, di asta herî bilind de çirok, ziman, ol, stran,destan, êş, kelem, hêsret û evîna gelê xwe bi hûnera ku ew pê bilî dibe, be sebir, be rûmetek giran bûha, hêmbez  û maç dike.

Di hestên wî da, ew jiyan, çiroka çanda komikên ku di kûrayeyên dirokê de bûyê û mayiyê, la bawî cîyêk mezin digre.

Di despeka serê biharê çawa nergiz, gul û sosin be xêra germa rojê be jiyan dibe û dibişkivin, ew jî be hûnera xwe, be emega destên xwe û rengên boyaxa xwey wî bijarti, çirokên serên xwe, yek be yek, neqş dike û berhemên xwe çedike.

Wek sosin û gulên ku be xêra germa roje be jiyan dibe, di despeka serê bahare li welateme, li çiyayên Kurdistane, ji medeniyeta Mezopotamiya yê virde di bişkive.

Ew jî dixwaze be hûnêra xwe, çirokên di serên xwe da, be neqşên xwe çeke û derxe ber roniya çavên temâşêvana.

Karim bêjim hemû jiyana wî pêra, di navde dorpêçe, ku ev rûmet û ehmîyêta ku dide çirokên jiyana gelê xwe, ew hêza han, ji hêjayiya pakbun û ji hiskirina dilê wîye paq bixwêye.
Wî wan şiklên di serên wîda komik bune, wek dayikek çawa zaruka xwe bûçûk hes dike, di hembêza xwe da di parêze û be şirê xwey hêlal be salan xwedî û mezin dike.

Ahmet Güneştekîn jî Ev 38 sale, ji heft saliya xwe û virda, ew jî ji çirokên di serê wîda kom kirî ku berhemên xwe welê, di serê xwe da ji wan hisdike, xwedî dike, mezin dike û li ber wan destanên di hişên xwe da komkiri neqşên xwe li ber çedike.
 
Berhemên wî, ji wan çirok, destanên meyê kevin, jiyan, serboriyên medeniyeteka ku be vî şiklî kêm hatine bahskirine.

Di vê asra mey nu da, di vê serdema em têdayî da, be awayek modern û jibo pêşdemên beyida jî cîhe xwe digre, bo sedsalên beşîyame jî, be hûnera xwe neqşên xwe pêşketi  çêdike.

Jiber wî jî neqşên wî nûjênin, berz, hêja, ciwan û esîlin.

Jibona vê jî, bo dêhatûya hûnermendên Kurda, ez gelek be hêvi û dil bextêwarim.

Îro Gelê Kurd, ji her demî pirtir pêvîstî, hewceyî be cengawerên xwey hûnermend di hemû beşan da heye.

Jibo ku berhemên nu, hêja bi afrinin, bibin li herderî nişana gelân bidin û xwe jî bi hêjayîyên hûnera xwe, çanda gelê xwe pêştetir û berztir bikin, ku bibin nûnerên hûnera destanên gelê xwe û avakerên pira dostaniya nav bera gelên welate din.

Her serkeftin jibo hemû hûnermendên Kurda.
Bi rêz û silavên germ

17 01 2011

Suayip Adlig

[email protected]

Back to top button