Banga konferansa Kurdolojiyê
“Gelî hevalan,
Zanîngeha Colemêrgê ev du sal in konferansên di warê Kurdolojiyê de saz dike. Sala 2009’an, Konferansa xwe ya yekem bi navê “Konferansa Jina Kurd” û sala 2010’an jî bi navê “Konferansa Ziman û Wêjeya Kurdî li dar xist û van konferansan her yekê 5 rojan dewam kir û gellek xebat û lêkolînên hêja tê de hatin pê$kê$kirin.
Ji îsal û bi $ûn ve, Zanîngeha Colemêrgê dê van Konferansên xwe bi navê “KONFERANSÊN KURDOLOJIYÊ” li dar bixe û konferansa îsal dê di navbera 25-30’ê gulana 2011’an de pêk were.
Em dixwazin bala we biki$înin ser ku di dîrokê de cara yekem e ku Konferanseke fermî bi navê Kurdolojiyê û li Turkiyeyê pêk tê.
Em di pêvekê de, ji agahdariya raya gi$tî, banga konferansê ya fermî ji we re di$înin.
Em hêvî dikin ku hûn ê pi$tgiriyê bidin belavkirina vê bangê û bibin alîkarê dewlemendkirina konferansê û herweha yê xebat û lêkolînên di warê Kurdolojiyê de..
Lijneya Amadekariya Konferansên Kurdolojiyê”
BANGA JI BO KONFERANSA KURDOLOJIYÊ
YA ZANÎNGEHA HEKARÎYÊ
Mirov dikare bibêje ku qada Kurdolojiyê ji Nûbihara Ehmedê Xanî ve dest pê kiriye û bi Adat û Rusûmatnameê Ekradiye ya Mele Mehmûdê Bazîdî ve şiklê xwe yê bingehîn wergirtiye. Her weha zanyarên biyanî jî di qada Kurdolojiyê de xebitîne ku, yekemîn berhema di vî warî de Grammatica e Vocabolario della Lingua Kurda ya Maurizio Garzonî ye (1787).
Di roja îro de di warê Kurdolojiyê de bi sedan berhem civîyane û gellek Kurdolog hene. Lê ji ber bêstatubûna civakî û siyasî a Kurdan, qada Kurdolojiyê demeke dirêj ji dûr ve û ji der ve, li gora îdeolojîyan û bi destê biyaniyan ve hatiye honandin. Ji ber vê yekê di qada Kurdolojiyê de gellek xeletî û tiştên derveyî zanîstîyê civiyane.
Li cîhanê li gellek zanîngeh, navend, enstîtu, beş, komele, weqf, sendîka û dezgehên din de gellek karên hêja têne kirin. Lê qada Kurdolojiyê jî wekî Kurdan belavbûyî ye, ji ber ku Kurd di nava dewletên cuda de dijîn. Rojhilata Navîn di nava demokrasiyê de çiqasî bi pêş ve bikeve, ev belavbûyin jî ancax bi vî awayî dê ji holê rabe. Her çi qas di salên dawîn de Kurdolojî, tevî kedkarên xwe her ku diçe dewlemendtir dibe û li dîroka xwe vedigere jî, bo metolojî, dîtin, ramanên nû yên xweser û rexneyî hişmendiyeke nû divê. Konferansa me jî, ji pediviya girêdayî vê ramanê dest pê dike û dixwaze ji bo van pêşketinan bibe çavkaniyeke girîng ya zanistî û ji bo nifşên siberojê jî çavkaniyeke berfireh ava bike.
Kurdolojî dê xwe di destpêka sedsala nû de çawa tarîf bike? Sînorên Kurdolojiyê ji kuderê dest pê dikin, heya kuderê diçin? Kurdolojî tenê atomîzasyona Kurdan e yan Kurd wekî mijareke zanîstîyê layiqî dîtinên nû ne?
Zanîngeha Hekariyê, bi van armancan û bi berdewamiya herdu konferansên xwe yên din ve (Konferansa Jina Kurd û Konferansa Ziman û Wêjeya Kurdî), ji îsal û bi şûn de her sal bi navê Konferansên Kurdolojiyê ve konferansekê li dar dixe. Konferansa Kurdolojiyê ya îsal dê di navbera 25-30’ê gulana 2011’an de, di nava 5 rojan de pêk were.
Em li ser navê “Lijneya Zanîstî ya Konferansa Kurdolojiyê” dixwazin bidin zanîn ku, ji bo pêledan û têgihîştineke nû, em li benda alîkarîya Kurdologên hêja ne. Em di wê baweriyê de ne ku konferansa navborî dê di qada Kurdolojiyê de konferansa herî berfireh be. Di pênc rojên konferansê de hemû warên qada mijarê dê bêne nirxandin. Armanca me ew e ku xebatkar û lêkolînerên vî warî, ked û xebatên xwe bi hevkarên din re par ve bikin û beşdarî helwêsta nû bibin.
Li jêr hemû mijarên rojan hatine pêşkêşkirin:
ROJA YEKEMÎN – Kurdolojî: Ji Do Heya Sibehê
(Tekstên Kurdolojiyê yên Pêşîn – Di Seyahatnameyan de Kurd û Welatê Wan – Di tekstên Kurdan de Kurd û Kurdî – Di Tekstên Biyanîyan de Kurd û Çand û Zimanê wan – Kurdolojî û “Lojî”yên din – Kurd û Kurdologên Serdestan: Oksîdentalîzm û Oryantalîzm – Kurdî çi Dibêje, Kurdolog çi Dibêjin? – Rewşa Xebatên Kurdolojiyê ya Îroj – Pirsgirêk û Perspektîfên Kurdolojiyê û hwd.)
ROJA DUYEMÎN – Wêje û ziman
(Rewşa Zimanê Kurdî ya Civakî û Siyasî – Alfabe, Standardîzasyon, Têkilîyên Zaraveyan -Kurdî ji ku Dest pê Dike, Heya ku Diçe? – Zarave û Devokên Kurdî: Taybetmendiyên Zimanî – Grûpên Zarave û Devokan – Têkiliya Ol û Ziman di Dîroka Kurdan de – Xebatên li ser Zimanê Kurdî – Zimanê Devkî, Zimanê Nivîskî – Wêjeya Kurdî: Sînor û Pirsgirêkên wê – Xebatên li ser Wêjeyê – Fîksiyona Kurdî – Rexne û Rexnegir – Dîroknivîsîna Wêjeya Kurdî: Şêweyên Hevdem û Şêweya Teswîrî û hwd.)
ROJA SÊYEMÎN – Dîrok, Civak, Rastî
(Dîroknivîs û Dîrokvan – Ekolên Dîroknivîsê û Dîroknivîsa Kurdan – Tekstên Heyî û Dîroknivîs – Ol û Bawerî – Muzîk – Folkilor û Civak – Dezgeh û Rêxistinên Kurdan: Ji Do Heya Îro – Siyaseta Serdestan û Siyaseta Kurdan – Rewşa Sosyo-ekonomîk – Di Navbera Eşîrtî û Modernîteyê de Kurd – Zerduştî, Êzdayetî, Elewîtî û Şiîtî – Terîqet û Civak – Dabeşkirinên Coxrafî û Siyasî: Netewebûyîn û Globalîzasyon û hwd.)
ROJA ÇAREMÎN – Hunerên Nû: Hîm û Nîşandan
(Sînemaya Kurdî – Di Sînemaya Kurdî de Kurd – Di Sînemaya Cîhanê de Kurd – Derhenêr, Lîstikvan û Senarîstên Kurd – Sînor û “Ziman”ê Sînemaya Kurdî – Siberoja Sînemaya Kurdî – Teatra Kurdî û Kurd – Teatra Gelî – Teatra Nûjen – Pîyesên Pêşîn: Evdirehîm Rehmîyê Hekarî, Pîremêrd, Celadet – Di Nava Adaptasyon û Xweserî de Teatra Kurd – Şêweyên Hevdem û Derfetên Nû – Lîstikvanên Kurd: Bi Zimanê Xwe, bi Zimanê Biyanîyan – Rewşa Teatra Kurdî û Siberoj û hwd.)
ROJA PÊNCEMÎN – Jin, Jiyan, Ked
(Di civata Kurdî de jin – Veguherîna Jinan – Civak û Rola Jinan – Pirsgirêkên Jinan – Siberoja Jinan di Nava Civatê de – Zewaca Zorê, Qelen, Perwerdehî – Siyaseta Jinan: Kota û Têkoşîna Xwe bir xwe – Dîskrîmînasyona Erênî ya Civata Kurdî – Jin di Dîroka Kurdan de – Di Wêjeya Kurdî de Jin – Jin: Mijar û Hêma – Wêjevanên Jin – Jinên Kurd ên Navdar û hwd.)
Şertên Beşdarîya Konferansê
1. Konferansa Kurdolojiyê li Zanîngeha Hekarîyê ji bo hemû kedkarên qadê re vekirî ye.
2. Tercîha me ew e ku zimanê danezanan bi kurdî be (Hewramî, Kirmanckî/Zazakî, Kurmancî, Lorî, Soranî), lê konferans ji gotarên bi zimanên din re jî vekirî ye.
3. Navên ku dixwazin beşdar bibin, divê heya 1’ê adara 2011’an (01.03.2011), kurteya gotara xwe ji lijneyê re bişînin. Dê bersiva kurteya danezanan di 31’ê adarê de (31.03.2011) bê dayin. Divê pêşniyara gotaran bi awayekî nivîskî ji sekreteryaya konferansê re were şandin: [email protected]
4. Nîşandayîn û bikaranîna çavkaniyan, li gorî sîstema APA’yê ye. Di nivîsan de, referans û çavkanî divê bi awayekî zelal werin dayin.
a. Ji bo pirtûkan :
Navê nivîskêr û paşnavê wî, (sala çapê), navê berhemê, cîhê çapê, weşanxane.
b. Ji bo nivîseke kovaran :
Navê nivîskêr û paşnavê wî, “navê nivîsê”, navê kovarê, hejmar û sal, cîhê çapê, hejmara rûpelan.
5. Divê danezan di nav çarçoveya mijaran de be. Danezanên li derveyî mijaran nayên nirxandin.
6. Divê mijara danezanê xweser be û nehatibe weşandin.
7. Nivîs divê bi rêya emaîlê werin şandin. Di nava emaîlê de dosyeya nivîsê dê weke pêvek hebe ku gerek navê nivîskêr tê de nehatibe nivîsîn. Navê nivîskêr û heger hebe navê zanîngehê divê di nava peyamê de were nivîsandin.
8. Dê hemû gotar di nav 30 deqîqeyan de bêne pêşkêşkirin. Dibê ku gotar dirêjtir be. Hingê beşdarvan divê wersîyoneke kurttir ji bo konferansê amade û pêşkêş bike.
9. Di dawiya konferansê de wersiyona nivîskî ya van gotaran dê ji beşdaran were xwastin, da ku weke pirtûk jî were çapkirin. Her nivîs divê herî zêde 20 rûpelên A4 bin. (Times new roman 12 û 1.5 navbira rêzikan).
Li ser navê Lijneya Zanîstî
Îbrahîm Seydo Aydogan
Selîm Temo Ergul
www.kurdolojikonferansi.com
Tel: +90 438 211 08 38
Fax:+90 438 211 68 28