Li ber lojmanên leşkerî ya Amedê bombeyek teqiya

Îro li navçeya Amed Baxlarê li ber diwara lojmanên Leşkeriyê bombeyek teqiya. Ji ber dengê bombeyê li derûdora cihê bûyerê panîk derket.

Piştî teqînê gelek polîsên sivîl di cihê bûyerê de lêkolîn kirin û da zanîn ku ji ber teqînê zirarên canî û madî çênebûye.

Di heman demê de li navçeya Yenîşehirê û li derûdora Qesra Paşayê dîsa ji aliyê kesên nenasê ve li ser avahiya BBP ya bajarê Amedê bombeyek hate avêtin û di encama teqînê de zirarên madî çêbûye.

Teqemenî li ber deriya avahiyê teqiya û ji ber teqînê jî şûşeyên avahiyê şikiyan. Di teqînê de kesek mirî û brîndar jî nebûye.

Pisporên bombeyê di cihê bûyerê de ji ber diyarkirina cûreyê teqemeniyê dixebitin.

Nerîna min :