Cîhan

Tunus ji dîktator filitiye nek ji dîktatorî

Li Tunusê piştî xwepêşandanên kolanan Serok Komar Bîn Alî ji peywîrdariyê hatiye dûrxistin û duhênî jî  Hikumeta Yekîtiyê Netewî ya nû hatiye damezrandin.

Di desteya wezîranê Tunusê de 3 serokên muxalîf jî hene.

Piştî bûyerên dawîn nivîskarê muxalîf  Slîm Amamu hatîbû binçavkirin lê îro wek wezîrê werzîş û xortanî hate pîşandan. Lê hîna jî erkên girîng di destê hevalbendên Serok Komarê berê Bîn Aliyê de ne.

Hate diyar kirin ku ji muxalefetê çend siyasetmedaran di desteya wezîranê de cih girtine lê belê hîn navên ji hikumeta berê di cihên xwe de ne.

Hikumeta Yekitiyê Netewî ya Tunusê di pêvajoya amadekariya hilbijartinê de hate peywirdarkirin û Serokwezîrê Tunus Muhammed Gannuşî jî serokatiya hikumeta nûyê bike.

Li gorî nivîskarê rojnameya Guardianê Brian Whitakerê xelkê Tunus nerazîne û bi awayekî dilxweş pêşwaziya wê nûçeyê nekirine.

Hate gotin ku di hikumeta nûyê de gelek kesên ji rejîma berê hene. Bi taybetî jî cihên wek wezîrê parastin, navxweyî, karên derva û darayî di destê van kesan de ye.

Nivîskarê rojnameya Guardian ragihand ku serok wezîrê Tunusê Muhammed Gannuşî hevalbendek Bîn Aliye û ew qas nêzîkî wî bû ku hemî biryarên wî pejirandîbû.

Li gorî nivîskar ew ji bo hemwelatiyên Tunusê nîşanekî  endîşedariyêye.

Nivîskar bala xwendekarên xwe dikşîne li ser nivîsek endîkavan ku di malperek Tunusî de gotîbû ”Tunus ji dîktator filitiye nek ji dîktatorî”

Tunus piştî desthildariya 23 salên Serok Komarê berê Bîn Aliyê di rewşekî awarteyê de ye.

Nêzîkî meheke li Tunusê ji ber bêkarî, zêdebûna dizîtî û zêdekirina bihayên xûrdemeniyê xwepêşandanên kuçe û kolanan seranserê welatê digirt bin têsîra xwe. Daxuyaniyên Serok Komarê jî têrî xelkê nedikir û ji ber vî jî ji Tunusê reviyabû.

Back to top button