Pêwendiyek di navbera Şirnex û Zaxo de
Serokê bajêrvanîya Zaxo Muhsin Taha, di bêjedaneka taybetî de ji PNA re got, ku Evroj şandeyeka bajêrvanîya parêzgeha Şirnexê, bi serokatîya serokê bajêrvanîya Gundê Mela Ebdurrezzaq Yildiz gihişt bajêrê Zaxo û ji alîyê serokê bajêrvanîya Zaxo ve hat pêşwazîkirin.
Serdana evê şandeya han bi armanca xurtkirina peywendîyên navbera herdu alîyan ên di biwarên corane de ye û herwisa, ev şandeya han ji çend endamên encûmena parêzgeha Şirnexê pêk dihê.
Serokê bajêrvanîya Zaxo got, ku ev yekemîn car e şandeya parêzgeha Şirnexê serdana bajêrê Zaxo dike û got, ku evê şandeya han daxwaz ji wan kirîye, ku ew jî serdana parêzgeha Şirnexê bikin.
Muhsin Taha got, ku dê herdu alî di nava serdana bihêt de protokolên hevkarîyê yên du alî îmza bikin û serdana evê carê ji bo karên pêdivê ne.