Serokê BDP-ê serdana wezîrê navxwe kir

Enqerev – Serokê Partiya Aşitî û Demokrasiyê Selahatin Demîrtaş û parlementera BDP-ê  Ayla Akat li Enqere serdana wezîrê navxe Beşîr Atalay kirin. Ev hevdîtin li ser daxwaziya  BDP-ê pêkhat. Di hevdîtinê de serokê BDP-ê behsa rewşa operasyonên di vê dema dawî de tên kirin kir û ji Atalay xwest ku ev operasyonên leşkerî li herêmê bisekinin. Herweha BDP-ê doza diyalogê di nav partiya wan û hukumetê de jî kir.

Atalay jî di axaftina xwe de da diyarkirin ku, ew girîngiyekî didin diyalogê. Herweha Atalay got ku ew girigiyêkî jî didin dîtinên BDP-ê. Atalay da diyarkirin ku, pêvajoya vekirina demokratîk berdewam e û eger hinek asteng jî çêbibin ev proses naye sekinandin.

Nerîna min :