Birand: Ez ji leşkeran ditirsim
Berpirsê Giştî yê kanala CNN Turk û Kanal D a Tirkî û rojnemevan M.Ali Birand di derbarê rewşa medya Tirkî de hinek malûmat dan Komisyona Mafê Mirovan ya Parlementoya Tirkiye.
Birand di derbarê medya Tirkî de hinek tiştên balkêş gotin. Memet Ali Birand di derbarê medya Tirkî de got:
“Ji bo medya ya girîng ewe ku nûçeyekî biweşîne. Medya ne mecbûre serkaniya wê nûçeyê eşkere bike. Lê dema behsa serokwezîr tê kirin hinge rewş tê guhertin. Wek din di vê qonaxê de gelek behsa leşkeran tê kirin. Niha rewşa wan bişekî aloz bûye û sunguyên leşkeran biçekî ketiye xwar, lê herkes veca êrîşê wan dike. Ez niha ji leşkeran ditirsim . Dema tevezina wan carekî xira bibe, hêdî zû bi zû serest nabe. Lê polis mirov çewe dixwaze dije wan dinivîse. Gelek xalên polisan yên aloz hene ku mirov behsê bike ya leşkeran jî , lê em ji leşkeran ditirsin. Herweha ew kesên ku binê wan şil be yanî dozên wan di dadweriyê de hebe, ew jî bi tirs hereket dikin û hay ji xwe hene.“