CîhanRojev

Pêvajoya endamtîya Tirkîyê nikare dewam bike

Raportorê Tirkîyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor, diyar kir ku pêvajoya endamtîya Tirkîyê ya Yekîtîya Ewropayê piştî hilbijartinên 28ê Gulanê nikare berdewam bike.

Amor, diyar kir ku Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî ku hat hilbijartin êrîşî kesên LGBT kir û li ser serbestkirina vîzeya ji bo Yekîtîya Ewropayê daxuyanîyek din a êrîşkar da û got: “Ez eşkere bibêjim, heger serbestîya vîzeyê tuneye, ji ber helwesta dewleta Tirk e. Hikûmeta Tirkîyê sozên xwe daye bi cîh nayne”.

Amor, têkildarî qanûna têkoşîna li dijî terorê û pêvajoya endamtîya Yekîtîya Ewropayê ev daxuyanî bi kar anî: “Divê desthilatdarên Tirkîyê bibin xwedîyê îradeya siyasî û demokratîkti. Rê nayê dayîn ku pîvanên demokratîk bên sepandin. Îradeya wê ew e ku modelek hikûmetê ya otorîtertir bê afirandin”.

Amor destnîşan kir ku rêgeza herî bingehîn a pêvajoya endamtîyê “nîşandana îradeya siyasî ya demokratîkbûnê ye” û got: “Ez bawer nakim pêvajoya endamtiyê bidome, ji ber ez ti faktorekê nabînim ku Erdogan polîtîkayên xwe yên navxweyî biguherîne. Xuyaye ku hilbijêrên Tirkîyê siyaseta Erdogan qebûl kirine”.

 

Back to top button