Weqfa Konrad Adenauer a Alman, encamên Anketa ku di nava ciwanên Tirkîyê de pêk anîbû eşkere kir. Lêkolîn li ser nêrînên ciwanên 18-25 salî li ser siyaset, rewşa aborî û koçberiyê li 16 parêzgehan hat kirin. 2 hezar û 140 ciwan beşdarî lêkolîna bûn.

Di lêkolînê de derket holê ku ji sedî 63ê ciwanên di navbera 18-25 salî ger derfeta hilbijartinê bê dayîn dixwazin li welatekî din bijîn. Ji sedî 37 ê ciwanên beşdarî anketê bûne bersiva vê pirsê “Ez dixwazim li Tirkîyê bijîm” dane.

Ji sedî 47,8ê ciwanên ku dixwazin li derveyî Tirkîyê bijîn diyar kirin ku ji bo “şert û mercên jiyana xwe baş bikin” dixwazin biçin welatekî din. Ji sedî 20,7 dibêjin ‘li wî welatî azadî zêdetir e’, ji sedî 16,8 ‘li Tirkîyê xwe ewle nabînin’ û ji sedî 14,7 jî dibêjin ‘Li Tirkîyê nikarin karekî bibînin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: