
Parlementerê berê yê HDPê Hasip Kaplan car cara li ser hesabê xwe yê medya civakî daxûyaniyên balkêş dide. Niha jî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxûyaniyek belav kiriye û dibêje:
“Wek hiquqzanekî tiştek heye ez tênagihim. Sala 2023ê Newroz a Stanbulê de Selahattin Demirtaş û Sirri Sureya Onder di heman rojê de axavtin kirin.Heman parêzera di heman demê de îtiraza girtina wan kirin. Sirri Sureya bi biryara dadgeha Bilind hate berdan û biryara mayina Demirtaş a girtigehê de hate erê kirin. Gelo kesek dikare vê yekê ji minre îzah bike?”
Kaplan bi xwe sedema vê ji herkesekî baştir dizane.