Dîplomatê Amerîkî Irvin Hicks, di çalakîya ku 31ê Gulanê li Hewlêra paytext hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku welatê wî li Herêma Kurdistanê di warê dîplomasîyê de nûbûn pêk anîye.

Hicks got: “Hevkarîya me ya 32 salan ligel Herêma Kurdistanê serkeftî û berdewam bûye“. Dîplomatê Amerîkî, diyar kir ku wek tîma konsulxaneya Amerîkayê komek kordînasyonê ya bi navê “Koma Koordînasyona Giştî ya Konsulxaneyan” ku ji dehan dîplomatên biyanî yên payebilind pêk tê, ava kirine û got: “Armanca vê komê pêşxistina mijarên wek mafên mirovan, azadîya çapemeniyê, wekhevîya zayendî, mezinbûna aborî û rêvebirina baş e. Ew ji nûnerên welatên ku ramanên wekhev parve dikin pêk tê”.

Irvin Hicks, behsa hevkarîyên bazirganî û sermayerazandinê yên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de jî kir û got, “Ev karê sereke yê konsulxaneya me ye”. Hicks diyar kir ku ewê di meha Hezîranê de ji bo xurtkirina peywendîyên aborî yên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de çend çalakîyan li dar bixin.

Irvin Hicks herweha anî zimên û got: “ Hevkarîya me ya 32 salan a li gel Herêma Kurdistanê li ser esasê nirx û berjewendiyên me yên hevpar e û emê li gel dostên xwe yên Kurd vê kevneşopiyê bidomînin”.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: