Pêşmergeyekî Kurdistana Rojava şehîd bû

Îro 18.01.2017ê Pêşmergeyekî Kurdistana Rojava  şehîd bû ku berî niha bi guleya qenasê di dema proseya leşkerî a hêzên Pêşmergeyan ji bo ser çekdarên DAIŞê li devera Askê ku ser bi Mûsiê ye hatibû birîndar kirin.Li gor agahiyên ku ketine destê BasNewsê de navê wî Pêşmergeyên rojava Mihemed Emîn Ehmed Siluye ku heyamekê berî niha li devera Askê bi fîşeka qenasçiyên DAIŞê bi giranî birîndar bibû û îro şehîd ket.Şehîd Mihemed Emîn li sala 1993ê li gundê Krîbrî ser bi bajarokê Çilaxayê li rojhilata Qamişloyê hatiye dinê.Biryare sibê bi rêya deriyê Sêmalka termê wî ji bo Kurdistana Rojavayê bê şadin.Hêzên Pêşmergeyên Kurdistana rojava pêkhatiye li ciwanên kurdên rojavayî  ku bi sedema şerê navxwe yê Sûriyê, penaberî Herêma Kurdistanê bûne piştre xola pêşmergayetiyê ji bo wan ciwanane hatiye danîn bi armanca amadekirina wan ji bo parstina navçeyên rojava û niha jî hevşanî pêşmergeyê Kurdistanê şerê DAIŞê dikin.Lê belê partiya desthelatdar PYD rê nade ku ew pêşmergene vegerne deverên xwe û bikarin deverên xwe biparêzin tenê bi vê şertî ku li bin fermana wan de bin rê bi vegera wan didin. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: