Cîhan

Tirkiye û Rusya bi hevre li Babê dan

Sererkaniya Rusya da kifşkirin ku balefirên Rusya û Tirkiye yên cengî bi hevre li Babê DAÎŞ kirine armanc.Piştî ku Tirkiye dest operasyona Mertalê Firatê kirî hita naha , cara yekeme ku li gel Rusya hevbeş beşdarî êrîşekî li dijê DAÎŞê li Suriye dibin.Cara yekem doh balefirên hêzên hevpeyman  Bab bombebaran kirin. Tê zanîn ku taybetî gazindên Tirkiye ji Amerika û hêzên hevpeyman habûn. Tirkiye digot hêzên hevpeyman êrîşên ezmanî de arikariya me nakin.Lê îro piştî Tirkiye û Rusya êrîşek ezmanî hevbeş pêkanin û 23ê mehî civîna li Astana bi hevkariya herdu welatan pêkwerê, dide xûyakirin ku siyaseta Tirkiye ji Amerika dûr dikeve û nêzikî Rusya dibe. Lê dema Trump dest kar bike dikare gelek guhertin di siyaseta Tirkiye de werin pêş.

Back to top button