Pêşmergeyê Kurdistanê 400 çekdarên DAÎŞê êxsîr girtin
Li gor zaniyariyên fermandarên pêşmergeyê Kurdistanê, di nava 24 demjimêran de li devera Telefer, li bakurê Mûsilê, pêşmergeyê Kurdistanê nêzîkî 400 çekdarên DAÎŞê êxsîr girtine û bi dehan jî jê kuştine.Li gor fermandarên pêşmerge, hijmareke zêde ya çekdarên DAÎŞ, xwestin ji Telefer û Eyazê ber bi Suriyê ve birevin ku piraniya wan xelkê Afganistan, Suriye, Tirkiye û welatên din bån, ketine kemîna hêzên pêşmerge û di şerekê giran de 400 çekdarên DAÎŞê êxsîr girtin û 130 jî hatine kuştin.Weke tê zanîn berî heftiyekê şerê rizgarkirina Telefer dest pê kiribû û hêzên Îraqê di heftiyekê de bajêr rizgar kir. Dixuyê ku lihevhatinke di navbera çekdarên DAÎŞ û hêzên îraqî de hebû. Ji ber ku bê bergiriyek dijwar Telefer hat rizgar kirin û hêzên îraqî rê ji çekdarên DAÎŞ re vekiribû daku ber bi Suriyê biçin.