Barzanî bi heyeteke leşkerî û diplomasî ya Amerîkayê re civiya

Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê, roja 29.08.2017ê li Selaheddînê, pêşwaziya şandeke bilinda Amerîkayê ku, ji Douglas Silliman balyozê Amerîkayê li Iraqê, general Stephen Townsend fermandarê giştiyê hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê, general Paul Funk ku li şûna general Stephen Townsend dest bi kar dibe û Ken Gruss kunsolê giştîyê Amerîkayê li Hewlêrê pêkhatibû, kir.Di hevdîtinê de general Stephen Townsend ragihand ku erkê wî wekî fermandarê giştiyê hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriye bi dawî hatiye û vedigerê welatê xwe û general Paul Funk li şûna wî destbikar dibe. Serok Barzanî hêviya serkeftinê li erkê nû yê her dû Generalan xwest.Li dirêjahiya hevdîtinê de bi hurî behsa rewşa Mûsil û bereyên rûbirûbûna digel terorîstan bi giştî û navçeya Telefer bi taybetî kir û her dû alî hevra bûn ku derxistina Da’îş ji Mûsil û navçeyên din bi wateya dawiya terorê nayê û tekez li ser berdewamiya hevkarî û hemahengiya di navbera her dû aliyan kir.