Pêşmergê welat: Seîd Elçî

Di van demên dawîyê de, di hinek civîn û platforman de, gava qala dîroka PDK-T tê kirin, hinek kesên piştre, pêve hatine pînekirin weke şermokan pir zêde li ser rol û berpirsîyarîya rahmetî Seîd Elçî nasekinin û naxwazin zêde li ser bê seknandin jî!!

Em hemû dizanin ku di dîroka PDK-T yê de rola Fehmî Bilal pir zêde ye.(Fehmî Bîlal katibê Şêx Seîd e), Piştî Seîd Elçi ji zîndanê derdikeve, bi Fehmî Bilal re dikeve nav têkilîyan. Bi şêwirmendîya Fehmî Bilal, Seîd Elçî û hevalên wî di sala 1965 an de PDK-T yê ava dikin.

Bi rastî, hinek kesên ku ji bingeha PDK-T yê nayên, lê hesbilqeder hatine li bin wî konî danîne û niha neyartîya xwedîyê malê dikin, ya dîrokê nizanin ya jî bi zanîn dixwazin hinek rastîyan binpê bikin. Gava qala Seîd Elçi dibe, bi zimanekî şermok dibêjin “şehîdê me” û derbas dibin. Ez pirî caran bûme şahid ku gelek kes ji vê rewşê nerazîye û pirî caran gazinan dikin…

Em hemû zanin ku dîroka rêxistin û partîyan, ji roja damezrandinê heta dema niha, bi keda kadro û fedakarîya şehîdan pêk tê. Partîyek li nîrx û keda xwe, li şehîd û dîroka xwe xwedî dernekeve nikare bigihîje armancên xwe. Înkarkirina ked û dîrokê ne tiştekî raste. Hinek kesên xêrnexwaz, li gor berjewendîyên xwe yên qirêj, dîroka partîyê didin ber meqesan. Ked û demên zêrîn binpê dikin. Ev jî ne helwestek mirovanî ye.

Rexnên min, ji salên 1990 an şûnde, ew derûdorên xwe wek berdewamîya PDK-T didin nîşandan, di civîn û platformên xwe de, di çavkanîyên xwe yê nivîskî de rol û keda Seîd Elçî pir kêm tînin ziman. Em hemû baş zanin ku di dîroka PDK-T yê de du demên zêrîn û girsayî hey e: Ji wan ya sereke jî ked û xebata Seîd Elçî ye. Lê mixabin jiber ku kibleya hinek kesan, bi salan, hinek paytextê din bûn, haya wan ji vê rastîyê tune ye…

Ji ber van sedeman, ez dixwazim bi kurtasî jîyana Seîd Elçî wek çend xalan bi lêv bikim. Raman û dîtinên xwe, rexne û pêşnîyarên xwe bi raya giştî re par bikim. Ez hêvî dikim ku ev kesên ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî dibin sedemên şaşî û xeletîyan, carek din goh bidin ûjdanê xwe û zimandirêjîya keda kesî nekin.

Seîd Elçî di sala 1925 an li Çewligê hatiye dunyê. Zarokî û xortanîya wî li Çêwligê derbas bûye. Di salên 1950 de, li hemberî nîjadperestên Tirk çalakvanekî bi nav û deng e. Di 17 yê Kanûna 1957 an de tevî heval û hogirên xwe, bi 50 kesên kurdperver re, li Stenbolê tê girtin. Giranîya wan girtîyan rewşenbîr û çalakvanên Kurd bûn. Yek ji wan ku navê wî Emin Batû bû di zîndana Harbîyê de jîyana xwe ji dest dide û hejmara girtîyan dadikeve 49 an. Ji ber wê yekê di dîrokê de ev doz, bi navê “doza 49 an” tê naskirin. Seîd Elçî, di wê dozê de parastina Kurd û Kurdîstanê dike.

Disa, di sala 1963 an de, tevî 22 hevalên xwe tê girtin. Di sala 1964 an de ji zîndanê tê berdan û li bajarê Amed bi cîh dibe. Di sala 1965 an de, bi teşwîq û piştgirîya Fehmî Bîlal, dikeve nav hewldanên damezrandina PDK-T yê. Weke aktorekî sereke, di 11 ê Tirmeha sala 1965 an de, bi hevalên xwe re PDK-T yê avadike û bi dengê damezirêneran ji bo serokatîyê tê hilbijartin.

Seîd Elçi mirovekî nefsbiçûk, xwedî şexsîyet, bawermend û fedakar bû. Ew, kesên ku wî ji nêzîk ve dinasin dibêjin “rehmetî mirovekî mutewazî û fedakar bû, xwedî helwest û dilpak bû. Her tim di paca başîyê re kiryarên mirovan dinîrxand.” Em mezintîya wî, di hilbijartina “navê kod” de dibînin: {Pêşmergê Welat (Seîd Elçi), Evîndarê welat (şakir Epözdemir), Dûrnas (şerafettin Elçi), Jîrek (Derwêşê Sedo), Bendayê Welat (Omer Turhan).}

Bi ked û piştgirîya Fehmî Bîlal, rahmetî Faik Bûcak tevlî PDK-T yê dibe. Seîd Elçî dest ji postê serokatîyê berdide û cîhê xwe dide Faik Bûcak û postê sekreterîyê digire ser xwe. Piştî şehîdbûna Faik Bûcak, Seîd Elçî û hevalên wî ji bo rêzgirtina serokê xwe, cîhê postê serokatîyê vala dihêlin û Seîd Elçî weke sekreterê giştî carek din hildibijêrin.

Di sala 1967 an de “Pêşmergê Welat”, di hemû xwepêşandanan de weke aktorekî sereke cîh digire û organîze dike. Li Farqînê, Diyarbekir, Batman, Sêwregê, di xwepêşandanên “Rojhilatê” de (Doğu Mitingleri) axaftinên balkêş dike. Di hemû axaftinên xwe de, hestên netewî û pirsgirêkên gelê Kurd bi lêv dike.

Di 28 ê Kanûna 1968 an de, ji alîyê dewleta dagîrker ve, tevlî 16 hevalên xwe tên girtin û dewlet wan dibe li bajarê Antalya mahkeme dike. 25 ê sibata sala 1969 an de tahlîye dibe. Piştî ji zîndanê derdikeve, dîsa ji dil û can dikeve nav xebatek bêhempa û dixwazi bi kadroyên nûjen, bi dilekî germ xebatên partîyê bidomîne.

Ew kesên ku Seîd Elçî nas dikin û pê re kar kirine, hemû jî dibêjin Seîd Elçî hevalê rastîyê bû, mirovekî dilovan û dostê dostê xwe bû, hevalê heq û huqûqê bû, hezkirê gelê xwe û xwedî rehm bû!

Lê mixabin wekî em hemû dizanin jiyana wî di sala 1971 an de bi awayekî trajîk bi dawî dibe! Cîhê wî bihûşt be!..


Cano Amedî/Netewe

Nerîna min :