Em li kurdên Rojava xwedî derkevin

Em li kurdên Rojava xwedî derkevin

Li Rojavayê Kurdistanê rojên pir hesas û dijwar derbas dibin û gelê me rastî êrişên komên çekdar tên.

PYD nahêle hêzeke din ya kurdî li rojavayê Kurdistanê hebe û dixwaze nîşan bide ku tenê ew û alîgirên wê hene Rojavayê diparêzin.

Ciwanên 14 heya 18 salî dişîne pêşîya şer, dema xelkên sivîl û endamên partîyên din dihên kuştin bi lez ala YPGê dadene ser cenazên wan û ser xûna wan reklam dike ji bo pêşerojê bibêje me ev qasî Şehîd dane “we çi kiriye?“ Lê xelkê Rojava ji bo Welatê canê xwe fîda dikin na ji bo PKKê û PYD.

Hemû kes dezane ku PYD  eşkere bi rejîma Sûryê re harîkarî dikin û Herîm bi şerê navxweyî re rûbirû maye bi vî awayî jî rê li ber serkeftina tekoşîna Rojavayê Kurdistanê bigire.

 

PYDê rê li ber çêbûna îdareya hevpar ji bo bajarên Rojavayê Kurdistanê girt û wê bi tena serê xwe û yekalî û bi hêza çek û bi piştgîriya rejîma Sûrya; destê xwe daniye ser her tiştî, rê li ber wê yekê girtiye ku ji bo parastina ax û xelkê Rojavayê Kurdistanê, çek di destê ti partiyeke din de hebe!.

Em Bang li hemû partiyên Bakur û Başûr û Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê dikin ku pir ciddî li ser yekalîtiya ku PYD li Rojavayê Kurdistanê dimeşîne rawestin, ji ber derfeta ku niha ji Rojavayê Kurdistanê re çê bûye, dixe nav metirsiyeke pir mezin ya jinavçûnê!.

 BiJÎ KURD Û KURDISTAN

Tevgera Şoreşgerên Araratê

27ê Adarê 2014 an

 

Nêrînek

  1. Dem baş Rojeva Kurd ,her bjî Kurd û Kurdistan.\r\n\r\nXELKÊ Rojava!!!!!!!!!!!!!!!!!! AGADAR BIN !\r\nواحد واحد واحد بشار، داعش ، ب.ی.د واحد\r\n\r\nYeke , yeke, yek Beşar,Dîaş,Pyd Yeke

  2. Taban gele meyê her car parcê Kurdistan'ê hewîka mezin dikir û ew heremê rojavayê Kurdistan'ê jî wekî mînek basûre Kurdistan'ê azad bine û pêsa rojên dan jî hûrd hereme Kurdistan'ê bêghene hewdû. Le mixabin hewî gele me wekî ew daxwaziyê wan derneket, taban hîn jî hewîka mezin heye ew hewî ber devam bike. \r\nLi goriyê nerîna min sebebê wên jî di neqeba gele meyê rojavayê Kurdistan'ê da yekîtî ne bû û ji bo we jî ew xebata serxwebûne jî pês neket. PKK û PYD hûrd jî pistgiriyê Besar Esad dikine û ji bo we jî siyasêta nawnetewîn da ji wan ra jî qet tekîlê nê bû û di berdewama wên dan jî ewana hûrd jî erîsê ji geyrên siyasêten xwen erêsê li ser siyasetên meyên Kurd rojavayên Kurdistan'ê din ran jî dikine.\r\nSiyaseta rojavayê Kurdistan'ê ji bere dan beter di bin deste mûxeberata Sûrîyê da ye û ji bo wen jî ewana siyaseta xwen ûsa dimesînine. Taban basûre Kurdistan'ê pistgiriyê dike le PKK û PYD li dijî wen jî derdikevine, wekî teye zanîn nizanim cend hezar pesmergeyên rojavayê Kurdistan'ê berîk serheldan cebû li basûre Kurdistan'ê hatin amêde kirin û wextek dest serheldane kir ewana cûna rojavayê Kurdistan'ê û basûre Kurdistan'ê jî her deme pistgiriyê dike.\r\nÊdî di dawiyê da cê bibe nizanim, taban nûha basûre Kurdistan'ê pistgiriyê pesmergeyên rojava dike û bi sed hezaran gele meyên kocber jî jiyana xwen li basûre Kurdistan'ê dimesînine.

Nerîna min :