Cîhan

Yekitiya Ewropa nûnertiya xwe li Hewlêr vedike

Li bajarê Hewlêrê, îro roja pêncşemiyê 27ê adarê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li Krestiyan Berger nûnerê komsiyona balaya Yekêtiya Ewropa bo karûbarên derve û Yana Haypaşkova sefîra Yekêtiya Ewropa li Îraqê û hijmareke berpirs û rawêjkaran kir.

Di civînekê de rewşa Îraqê bi giştî û hilbijartinên parlamnetoya Îraqê û hilbijartinên civatên wîlayetên herêma Kurdistanê ku, biryare her du hilbijartin di 30ê meha nêsana îsal de bên encam dan hatin gotûbêj kirin. Di vê çarçoveyê de şandeya Yekêtiya Ewropayê piştgirtiya xwe ji bo encamdna hilbijartinan di dema wan a diyarkirî de kir û got ku, Yekêtiya Ewropayê tîmeke tyabet ji bo çavdêrîkirina hilbijartinan dişîne Îraqê û herêma Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî ev biryara Yekêtiya Ewropayê bi birayreke giring wesif kir.

Rewşa pêşhatên herêmî bigiştî û rewşa Suriyê bi tyabetî û bandora wê li ser welatên cîran mijarên din yên civînê bû. Behsa rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê hat kirin û şandeya Yekêtiya Ewropayê xebatên hikûmeta Kurdistanê yên di warê alîkarîkirina penaberan de bilind nirxandin.

Şandeya Yekêtiya Ewropayê eşkere kir ku, di çend heftiyên bê de ew dê ofîseke taybet bo karûbarên hevkarî û alîkariyên mirovî li Hewlêrê veke û ew ofîs dê bi awayekî giştî giringiyê bi hevkarî û alîkariya penaberan bide û bi rêya wê ofîsê alîkariyan pêşkeşî penaberên surî û penaberên navxweyî yên îraqî yên li herêma Kurdistanê bike.

Têkelî û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina wan pirsan bi rêya diyalog û li gor destûrê û  hewildan bo derbaskirina budceya Îraqê bi awayekî ku, hemû aliî li hev bikin û pirsa neftê û têkeliyên Kurdistanê digel welatên cîran hin mijarên din yên civîna navbera serokwezîrê Kurdistanê û şandeya Yekêtiya Ewropayê bûn.

Back to top button