Civak

Pêşmerge û DAİŞ’ê agirbest ragehandin

Piştî ku hefteya borî Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAİŞ’ê li gundê Mela Ebdulla yê rojavayê Kerkûkê bi tundî rûbirûyê hev bûn û di encam ji Pêşmergeyan çend kes şehîd bûn û gelek çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin, ji îro ve li wê deverê agirbest hat ragehandin.

Di vê derbarê de fermandeyekî Hêza Pêşmerge ku nexwest navê wî were eşkere kirin ji BasNewsê re got: ‘’Serkirdayetiya Kurd ne ligel şerê bi DAİŞ’ê re ye, vêna jî wiha kir ku agirbest were ragehandin û heta wextekî demkî şer li devera Mela Ebdulla radiweste.’‘

Heman çavkanî wiha axifî: ‘’Ligel wêya ku agirbest hatiye ragehandin, niha Lîwa 2 ya Hêzên Pêşmerge di alarmê de ye bo her rûbirûbûneke leşkerî. Herwiha Pêşmergeyên ku mohlet jî wergirtibûn, hatine bangkirin dak werin nav rêzên Lîwa 2 ya Kerkûkê.’‘

Hêjayê gotinê ye hefteya borî şerekî gelekî dijwar li gundê Mela Ebdulla di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAİŞ’ê de derket, çend caran gund ket destê DAİŞ’ê û piştre dîsan hat wergirtin.

Zanyar Daqûqî /Bas

Back to top button