Ciwanên Kurdistanê pîrozbahiya serokwezîr kirin

Ji bo Nêçîrvan Barzanî serokê Hukumeta Kurdistanê

Birêz serokwezîr

Avakirina welatekî helbet ne karekî hêsan e. Ger ew welat bi sedsalan bûbe qada şer, miletê wî di wê demê de gelek tede dîtibe, tim di berxwe de dabe û ji bo parastina xaka xwe tim şer kiribe ev kar zehmettir dibe.

Kurdistan welatekî bi vê rengê ye. Hîn jî şer lê didome. Lê îro perçeyek azad e û karekî ji parastinê zehmettir, karê avakirinê li pêşiya wan e. Ji bo vê divê qadroyên xwende, ên pêşiya xwe dibînin, rewşa heyî baş dinirxînin hebin.

Dema em li 11 salên ku başûrê Kurdistanê azad bûye binêrin, emê bibînin ku başûrê Kurdistanê xwediyê qadroyên bi vê rengê ye. Di gelek aliyan de pêşketineke bilez heye. Demokrasiya ku başûrê Kurdistanê ava kiriye li Rojhilata Navîn bûye mînak.

Di bin Serokwezîriya Brêz Nêçirvan Barzanî kabîneya heştemîn a Hikumeta Kurdistanê ava bû. Ev cihê serbilindî û kêfxweşiyê ye ku him hikumeta me ya nû ava bû him jî yekî wek Brêz Nêçirvan Barzanî zana, pêşketî, demokrat û bi her awayî cihê baweriyê ye careke din bû serokwezîr.

Bi kêfxweşiya vê nûçeyê em him avakirina kabîneya nû him jî serokwezîriya Brêz Nêçirvan Barzanî pîroz dikin û di kar û xebatên wan de daxwaza serkeftinê dikin.

20.6.2014

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Nêrînek

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: