Polîtîk

Pêşmerge li Giwêr bi tundî li çekdarên DAIŞê dan

Cîgirê Berpirsê Eniya Mexmûr û Giwêr Aras Heso Mîrxan ragihand ku, îro balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ti êriş nekirine ser çeperên DAIŞê li eniya me, ji ber ku ew terorîst ti tevger nekirine û di çend rojên borî de tenê 2 cara êrişî me kirin, lê Hêzên Pêşmergeyên qehreman bi tundî li wan dank u nema karin tevbigerin.

Berpirsê liqa 16 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Cîgirê Berpirsê Eniya Mexmûr û Giwêr Aras Heso Mîrxan ji KDP.info re ragihand: “Piştî ku terorîstên DAIŞê beriya 3 rojan êrişek xwekujî li dijî Hêzên Pêşmerge pêk anîn li eniya me û di encamê de li ser destê Hêzên Pêşmerge hatin şikestin û hejmarek zêde ji wan hatin kuştin û kes ji wan rizgar nebû û ji wê demê heta niha ti tevgera wan nemaye û nema karin êriş bikin.”

Aras Heso Mîrxan wiha got: “Îro balafirên şer ên heveymaniya navdewletî ti êriş nekirin ser terorîstên DAIŞê li eniya me, ji ber ku ti tevgera wan nemaye û di çend rojên borî de tenê 2 cara êrişî me kirin, lê Hêzên Pêşmergeyên qehreman bi tundî li wan dank u nema karin tevbigerin.”

Berpirsê liqa 16 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) da zanîn ku, “Hêzên Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de ne, ji bo her êrişekê ji aliyê terorîstên DAIŞê li ser navçeyê. Niha jî rewş bi awayekî giştî aram e û hemû eniyên şer li wir di bin kontrolê de ne.”

Back to top button