Polîtîk

Pêşmerge êrîş dike gundên Kobanê rizgar dibin

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Emîd Muslih Zêbarî ragihand ku, heta niha 14 gundên Kobanê hatine rizgarkirin û niha 2 gundên din dorpêçkirîne. Herwiha tekez kir ku Pêşmerge li Kobanê ji bilî ku piştevaniya şervanên YPGê di rizgarkirina Kobanê bi çekên xwe yên giran, niha ligel şervanan êriş dikin û gundan rizgar dikin.

Emîd Muslih Zêbarî  Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku bajarê Kobanê ji aliyê hêzên kurdî ve hatin rizgarkirin niha me dest bi azadkirina gundên herêma Kobanê kirine û heta niha jî me 14 gund rizgar kirine. Herwiha niha me 2 gund dorpêçkirine.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Niha Hêzên Pêşmerge di rewşa êrişkirinê de ne, û tenê çeperên DAIŞê topbaran nakin, lê belê mil bi milê şervanên YPGê êriş dikin û vê yekê hiştiye ku destkeftên mezin bi dest werin.”

Muslih Zêbarî wiha got: “Me hinek navçeyên setratejîk rizgar kirine ku êdî terrorist nema Karin êriş bikin û berdewam direvin. Niha em û şervan pêşve diçin da ku herdu gundên Tilhalib û Kîkan azad bikin.”

Back to top button