Îro(30.01.2015) li Enqerê Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) rêzdar Mustafa Özçelik li gel Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Kasım Ergün û heyeteke PAKê, serîlêdana navenda Giştî ya HAKPARê kir.
Di vê zîyaretê de, Serokê Giştî yê HAKPARê rêzdar Fehmî Demîr, û herdu Cîhgirên Serokê Giştî yê HAKPARê rêzdaran Necatî Bayram û Hasan Şeşeogulları pêşewazîya heyeta PAKê kirin.
Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Özçelik, jiber wazîfeya Serokayetîya Giştî ya HAKPARê rêzdar Demîrî pîroz kir. Herweha jibo piştgirîya HAKPARê di dema damezrandina PAKê de jî spasiya xwe pêşkêş kir. Rêzdar Özçelik, di hevdu dîtinê de, girîngîya dayin û stendina di navbera hêzên Kurd û Kurdistanî de anî zimanî û got ‘’Divê navendeke xurt di vê derbarê de bê hûnanindin’’.
Serokê Giştî yê HAKPARê rêzdar Fehmî Demîr jî, spasî û pîrozbahîya PAKê kir. Rêzdar Demîrî jî got ‘’Wek HAKPAR, ji damezrandina HAKPARê heta îro em her amadeyî tifaqên hêzên Kurd û Kurdistanîyan bûne.Û ji îro pê ve jî em amade nin.’’
Hevdu dîtina PAKê û HAKPARê bi atmosfereke germ û dostane pêk hat.30.01.2015
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê