Civak

Peşmerge DAÎŞê ji Kurdistanê dertêxe

Li devera Zumarê şerek dijwar di nevbera Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û DAÎŞ de çêbû. Hêja şer berdewam e. Li Zumarê pêşmergeyan  kontrola4 gundên din kirin destê xwe de. Bi vî awayî eniya şer ya Rojava û rojhilatê Zumarê gihandin hev. Bi yekê jî cih li DAÎşê tenk kirin.

Di vê derbarê de berpirsê Liqê 8ê yê PDKê Serbest Sindorî ji Rudawê re got:îîro danê sibê derdora saet 07:00 hêzên Pêşmerge li devera Zûmarê êrişî çekdarên DAIŞê kirin. Di wî şerî de çekdarên DAIŞê zêde li ber xwe nedan û ew gund di demekê kurt de hatin kontrolkirin.

Gundên ku ji DAÎŞê hatin rizgarkirin Bazile, Giberriyah,Sofiya û Til Xebas e. Piraniya van gundan jî erebin.

Ji bo eniya Rojhilat û Rojavayê Zumarê bi girtina van gundan dibe yek, stratejik destkevtiyek leşkerî mezin e.

Back to top button