Serok Barzanî pêşwaziya Qasim Şeşo kir

Îro dûşem 15.09.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Qasim Şeşo Berpirsê Meydanî ya hêza Pêşmerge li çiyayê Şengalê kir.

Di destpêka hevdîtinê de Serok Barzanî bi xêrhatinê lê kir û spasî xweragiriya wan hemû Pêşmergeyan kir ku gelek bi wêrekane û azayane bergiriyê li çiyayê Şengalê kirine û ji bilî wê givaş û hewlekî zêdeyê terorîstan lê belê Pêşmergeyên qehreman nehiştin çiyayê Şengalê bikevê destê dijminan.

Serok Barzanî tekez kir ku ew tawanên terorîst û hevkarên wan li Şengalê encam dane tûşî sizayên giran dike û dilniya jî kir ku Şengal û ew hemû navçeyên ji aliyê terorîstan ve hatine dagîr kirin têne azad kirin û xelkê Şengalê jî bi serbilindî vedigerin nav malên xwe.

Li beranber da, birêz Qasim Şeşo Berpirsê Meydanî ya hêza Pêşmerge li çiyayê Şengalê spasiya Serok Barzanî kir ji bo rexsandina derfeta vê hevdîtinê û bi hurî têbiniyên xwe yên li ser rewşa Şengalê bi giştî û çiyayê Şengalê bi taybetî xisterû û tekez jî kir ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li çiyayê Şengalê amadehiyeke xwe ya tevahî heye û nek her nahêlin destê terorîstan bigihe ser çiyayê Şengalê belku ji bo azadkirina Şengalê li benda fermana Serok Barzanî dikin.

Nerîna min :